Şeva piştgiriya bi mexdûran re

Nûçeyên Dîaspora

Duşem 3 Nîsan 2023 - 01:06

BERDAN DOGAN/FRANKFURT

 

Li bajarê Elmanyayê Frankfurtê ji bo piştgiriya bi mexdûrên erdhejên 6´ê Sibatê re şevek hate çêkirin. Rêveberê Heyva Sor a Kurdistanê Farûk Akalan di şevê de got, "Piştî erdhejê me dît ka piştgiriya navneteweyî çiqasî xurt û mezin e."

Jinên Ciwan ên Têkoşer (Teko-JIN) ên Frankfurtê li hola şanoyê ya Landungsbrückenê şeva piştgiriyê organîze kir. Berhemên hunerên destan û xwarina bifeyê di ber bexşên alîkariyê de dihatin dayîn. Elîf, Phillip Sîpan û Alî Erel stranên bi Kurdî bi terzê xwe yê taybet gotin. Lale Koçgun û koma wê jîstranên xwe yên bi Kurmancî, Kirmançkî û zimanê Ermenî gotin. 

Ji rêveberên Heyva Sor a Kurdistanê Farûk Akalan, di şevê de got, “Di dema erdhejê û piştî erdhejê ji Emerîkayê heta bi Japonyayê, ji Çînê heta bi Bolîvya, Kamboçya û Erîtreyê, ji welatên ku bi zena me, me nas nakin, xelkî alîkariya me kir. Hinan kon danîn, hinan xwarin da mexdûran. Piştî erdhejê me dît ka piştgiriya navneteweyî çiqasî xurt û mezin e."

Ji Tevgera Jinên Kurd a Ewrûpayê (TJK-E) Döne Güzel jî bal bire berpirsiyariya dewletên netewe û dewletên împeryalîst. Wê ji bo hilbijartinan jî got, “Heger ewên ji xwe re îro mixalefet dibêjin, dengê xwe bikirana, îro me behsa doza qedexekirina HDP´ê nedikir.” 

 

Bi şanoyê dostaniya faşîstan  

Di şevê de koma Hêvî bi şanoyê behsa nêzîkbûna di navbera faşîzmên Tirk û Elman de kir. Wan heyraniya di navbera Mustafa Kemal û Adolf Hitler de jî bi şanoyê vegot û belgeyên dîrokî û wêne jî nîşan dan. 

Piştre Keça Filankes derket ser dikê û helbestên xwe bi Elmanî xwendin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.