‘Hey şevê ti çiqas dirêjî’

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 24 Tîrmeh 2022 - 22:06

  • Rîm Banna dengê xwe ji dest dabû û paşê jî ji ber nexweşiya penceşêrê pêsîra wê hatibû jêkirin.

CAROLINE BAZZI/JÎNHA/BEYRÛD

Şanoger Rewan Helawî piştî mirina hunermenda Filistînî, Rîm Banna bi çar salan, bi şanoya “Ya leyl ma etwelek” (Hey şevê ti çiqas dirêjî) derxist ser dikê û behsa serpêhatiya wê kir. Rîm Banna dengê xwe ji dest dabû û paşê jî ji ber nexweşiya penceşêrê pêsîra wê hatibû jêkirin. Herî dawî jî ji ber heman nexweşiyê wefat kiribû. Rîm Banna bi muzîk û dengê xwe li hember kuştin, neheqî û dagirkirinê, stran gotin û bi vî awayî dengê doza xwe gihandibû çar aliyên cîhanê.

Lîstikvana şanoyê ya Lubnanî, Rewan Helawî sala 2018’an Rîm Banna nas kiribû û wan li ser projeyeke şanoyê li hev kiribû. Ji lewre, piştî mirina wê, Rewan Helawî li Beyrûdê şanoya bi navê “Hey şevê tu çiqas dirêjî” derxist ser dikê û bi vê şanoyê behsa jiyana Rîm Banna kir.  

‘Dengê wê her tê bihîstin’

Rewan Helawî derbarê şanoya "Hey şevê tu çiqas dirêjî" de got, "Ev şano projeyeke taybet bû di navbera min û Rîm Banna de. Min Rîm di serdana wê ya talî ya Lubnanê de nas kir, berî ku ew sala 2018'an wefat bike û dema ku min ew nas kir û wê ji min re got ku êdî ew nema dikare bistirê, min jê re got, her çiqas ew êdî nikaribe bi dengê bilind stranan bibêje jî dengê wê tê bihîstin. Rîm ji me re got ku ew ji lîstikvanî û şanoyê hez dike, ji ber vê yekê min jê re pêşniyaz kir ku em serpêhatiya wê binivîsînin. Ew derket ser dikê, ji bo pêşkêş bike wê qebûl kir. Dema ku Rîm wefat kir, min biryar da ku ez şanoyê bidomînim û bi derhêner Selîm El-Awer re xebitîm."

Rewan Helawî di dewamê de got, "Rîm jineke pirr bi hêz e, tevî êş û azarên hatine serê wê, li ber xwe da û bû dengê gelê Filistînê. Rîm Bena gelek caran digot, kes wê nikaribe wê bêdeng bike û wê gelek guman kir ku tişta hat serê dengê wê ne tesaduf e. Wê ji ber vê yekê Îsraîl sûcdar kir. Ez ji Rîmê fêr bûm ku mirov dikare li ber xwe bide, jiyana xwe biguherîne û li hemberî şert û mercan şer bike. Ez hêvî dikim ku cîhan li çîroka Rîm guhdarî bike û nifşê nû Rîmê weke jin, şervan û berxwedêr nas bike. Ez gelekî xebitîm da ku vê şanoyê bi awayekî akademîk pêşkêş bikim, da ku em êşa Rîmê ragihînin."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.