SEDAT ÇIYA
Vegotin û nivîsandina şehîdekî hesteke çawa ye? Çiqas zor e? Dibe ku tenê yên ku binivîse wê zanibe hesteke çawa ye. Ji gelek gerîlayan, dema qala hevalên xwe ên şehîd dikirin, min hevoka “divê li ser vê/vî şehîdê/î were nivîsandin, divê were gotin”, dibihîst. Ez qet nefikirîbûm ku ez ê jî rojekê hestên wusa hîs bikim. Dema min şehîdbûna Heval Gulê bîhîst, xemgîniyeke mezin bi min girt û min got, “divê li ser Şehîd Gulê were nivîsîn.” Ez nikarim bi layiqî bibîranîna hevaleke şehîd binivîsim, lê ji min re bû peywireke giran. Ji ber ku roja yekem ku Heval Gulê berê xwe da nav refên gerîla û çiyayan, min got “jiyana Gulê ji me re perwerde ye. Divê Gulê were nasîn, bête zanîn.”
Heval Gulê li Nisêbînê ji dayik bûye. Xwediyê hestên pak û dilekî paqij bû. Di zindiyekî de çiqas xweşikî hebe, li cem Gulê kom bûbû. Gelekî jidil bû, herî zêde jî jidil nêzîkî Serokatiyê dibû û ew hîs dikir. Dema şehîdên pêşeng ên Tevgerê nas dikirin, mirov didît ka çi qasî ew şehîd hêzê didinê.
Hevala Gulê hê piçûk bû, bi malbata xwe re koçî navçeya Antalyayê Alanyayê dike. Zaroktî û ciwantiya xwe li Alanyayê derbas dike û bi gotina wê, hemû taybetmendiyên xwe yên xav wî çaxî, dûrî rastiya welêt û jinên azad digire. Çi qasî kesayeta xav nas dikir û li ser xwe hizirî, ewqasî kîna wê ji jiyana pergala qirêj dihat. Hertim digot “Jin, herî zêde bi vê jiyanê re tê kolekirin.” Fermandarekî pêşeng wiha gotibû “Cihê ku lêpirsîn hebe li wir ji bilî heqîqetê çi tiştek şîn nabe.” Şehîd Gulê jî dest bi lêpirsîna jiyana xwe û rastiya Kurdistanê kiribû. Û baskên xwe ji rêya heqîqetê re vekiribû, bi biryar bû, bê sekn dimeşiya.
Belê, min gotibû jiyana Gulê ji me re perwerde ye. Ji ber ku bi me sererastkirina taybetmediyên herî piçûk ên nebaş jî gelekî dijwar e. Lê Heval Gulê, navbera du jiyanên dijberên hev de yek neqandibû. Roja yekem ku meraqa jiyana gerîla dike, taybetmendiyên xwe ên xav hemûyan li dû xwe dihêle. Li hemberî destberdana ji vê jiyana xav û derbasbûna jiyaneke heqîqetê, mirov matmayî dima, bawerî nedianî.
Êrişên DAIŞ´ê ên li dijî Kobanê û Şengalê û trajediyên di encama wan êrişan de kiribûn ku Hevala Gulê jiyana xwe bixe ber lêpirsînê. Pêvajoya YPS´ê û berxwedana bajaran jî li cem wê hestên welatparêziyê bi pêş xistibûn. Bi vê kelecanê re ji bingehê de dest bi lêkolîna PKK´ê û nivîsên Serokatiyê dike. Çawa ev lêgerîn dest pê dike, dest ji jiyana xav, cilûberg û hevalên xwe yên berê berdide, hejmara xwe ya telefonê diguherîne. Nasîna min a bi Heval Gulê re bi rengekî wisa dest pê kiribû.
Ji min re qala jiyana xwe ya berê dikir, ez matmayî dimam. Ne tenê ez heval hemû mat mabûn. Derketina vîn û bi biryardariyeke wisa ne asayî bû. Ji ber ku jiyana wê ya kevn dûrî du mehan jî nebû. Lê niha jî li hemberî me lêgereke heqîqetê hebû. Hertim pirsan dikirin û dixwest PKK´ê û Serokatiyê bêhtir nas bike. Çiqasî fêm dikir, evqasî jî xilasiya Kurdistanê û azadiya jinan di şerê gerîla de didît. Bê sekn hişmendiya azad di wê de bilintir dibû û li hemberî me êdî jineke azad hebû. Asta wê ya welatparêziyê ji ya me hemûyan dibihurî. Me digot, Hevala Gulê tu yê bibî fermandarê me, gelek mutewazî bû, loma şerm dikir. Meraqa wê ya mezin ji jiyana gerîla re hebû. Rêya jiyana watedar û heqîqetê dîtibû û bernedida.
Fermandara mezin Şehîd Bêrîtan ku xeta berxwedanê bi deh hezaran ciwanên Kurd re diyar kir, ji heval Gulê re jî diyar kiribû. Wê li ser Şehîd Bêrîtan xwendibû. Jê re bûbû xwedawend. Dema min got, fîlma Bêrîtan jî heye, ji kelecanê nedisekinî û digot, em ê bi lez lê temaşe bikin. Lê hê destpêka filmê, bi kûrekûr giriya. Gelekî dilsozî şehîdan bû, ji ber vê yekê jî pirr hestiyar bû. Me wê rojê li filmê temaşe nekir, lê berxwedana Şehîd Bêrîtan baweriyeke mezin di dil û mejiyê wê de afirandibû. Di şopa şehîd Bêrîtan de wê bimeşiya ji ber ku lêgerîna heqîqetê li metropolan êdî têra wê nedikir.
Piştî dîtîna êrişên dijmin ên li dijî çalakiyên Roboskî û Cejna Newrozê, rastiya dijmin bi temamî di hişê wê de ava bûbû û kîneke bê sînor hîs dikir, digot divê tola hemû êrişan bê rakirin. Ev hişmendiya ku wê di demeke kurt de di xwe de ava kiribû, êdî Gulê dikişand çiyayan. Ji bo wê çiya, yekane cihê jiyana watedar, azad û devera tolgirtinê bû.
Wê digot, “Min qet di jiyana xwe de evqasî xilasbûna zivistanê û helîna berfê nexwestibû” û gazin dikirin. Berf biheliya, Gulê jî bi çiyayan re bibûya yek. Piştî Newroza 2016´an, Hevala Gulê ber bi eşqa rast ve meşiya. Ji me re bû xwedawend. Em ê ji şopa wê veneqetin!
* Ev nivîs ji bo bibîranîna Amargî Amara (Gule Ozel) a 14´ê Tebaxa 2020´an li Zapê şehîdbûyî hatiye nivîsandin.