Temsîla xeta PKK û PAJK’ê kir

Pêncşem 8 Gulan 2025 - 03:15

HPG'ê gerîla Arîn Marînos bi bîr anî ku Tebaxa 2022'an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû û got:"Hevrêya me Arîn weke gerîlayeke YJA Starê ya wêrek û serketî cihê xwe di dîroka me ya têkoşînê de girt." Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê got:"Hevrêya me Arîn Marînos ku li hemberî êrîşên dagirkeriyê li refên herî pêş cih girt, bersiv da dagirkeran, bi îradeyeke xurt şer kir û xeta PKK û PAJK'ê di asta herî bilind de temsîl kir, şehîd bû." Daxuyaniya HPG'ê bi vî rengî ye:"Hevrêya me Arîn Marînos ku li hemberî êrîşên dagirkeriyê li refên herî pêş cih girt, bersiv da dagirkeran, bi îradeyeke xurt şer kir û xeta PKK û PAJK'ê di asta herî bilind de temsîl kir, şehîd bû. Li herêma Zapê ku hesabên dagirkeran û hevkarên wan bi berxwedanê hate têkbirin hevrêya me Arîn gerîlatî kir û ruhê serketinê yê demê di şexsê xwe de temsîl kir. Bi hevrêtiya xwe ya xurt û sekna bi israr a li ser xeta Rêber Apo hemû berpirsyariyên xwe bi rengekî hêja bi cih anî. Di serî de malbata wê ya hêja ku milîtaneke hêja ya hevrêya me, bila serê tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz sax be. Em ê şopdarê xeyalên şehîdên xwe bin.

Hevrêya me Arîn li bajarê qedîm ê Kurdistanê li Colemêrgê, li nava malbateke me ya ji eşîra Marînosê jidayîk bû. Sala 2015'an tevlî nava refên gerîla bû. Li qada Zapê li tunelên şer cihê xwe di nava berxwedana dîrokî de girt, weke milîtaneke Apoyî ji hevrêyên xwe re bû çavkaniya hêzê. Xeta berxwedanê û têkoşînê ya şehîdên me yên nemir ji xwe re kir esas û heta kêliya şehîd bibe bêteredût li ser vê xetê meşiya. Hevrêya me Arîn weke gerîlayeke YJA Starê ya serketî û şervaneke wêrek cihê xwe di dîroka me ya têkoşînê de girt."

Agahiyên li ser nasnameya hevrêya me Arîn Marînos bi vî rengî ne:

Arîn Marînos (Esma Tekîn), li Colemêrgê jidayîk bûye, Tebaxa 2022’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.