XEFK

Nûçeyên Forum

Duşem 10 Adar 2025 - 09:00

 OSMAN KAPAN

Ava gerav be masî zû tê de têne girtin. Lewra dema ku av gerav dibe, masî nabînin, kor dibin. Masîgir her çiqasî wan bi çavan nebînin jî, bi destpelandinê wan dibînin û digirin. Di ava zelal de masî zîrek in, têne dîtin, lê zû bi zû nayêne girtin. Ji xwe masîyên çeman di vê hêlê de pispor in! Tu wan bigire jî, ji nav destan xwe dişemitînin û çelpî avê dibin. Ji wê ye masî tim xwe li ava zelal digirin. Lê belê masîgir tim avê gerav dikin.

Rovî; bi fen û futên xwe bûye xwediyê jiyaneke  hêsan. Alem dike ew bi xapînok û  bi xasûkî ya xwe dixwê. Ango li ser pista ajalên din jiyaneke bê zahmet dibihurîne. Dema em li çîroka guhdar dikin, ajalekî ku rovî ew nexapandî tune ye, pîrê jî pê re! Mirîşka Pîrê, penîr ê qijakê, çav derxistina şêr…

Kew; neyarê qewmê xwe ye. Di rekiha xelkê de qeboyî qewmê xwe dike, dixe xefkê û radestî xelkê dike û ji wan re dike şîv, an jî firavîneke xweş.Lê nizane kz dema wî / ê qediya ew jî dê bibn firavî an jî şîveke xweş…Kewîtî bê eslî ye. Keftar, bi bermahiyên şêr, şepal û nêçîra ajalên din tim zikê xwe têr dike.J i bona wê tim li pey wan e, bê ka wê kengê ajalekê bi kefînin, da ew jî para xwe hilînin.wawik jî bi heman awayî,çavên wan li nêçîvanên din e. Dema yên din nêçîrê dikin,ew jî hestiyên wan dikojin…

Îca masîgir, rovî û wawik ên du ling hem avê gerav dikin,hem bi xapan û derewan dixwazin bijîn. Lê wekî gotina pêşiyên Kurda gotî: “ War ew war e, lê bihar ne ew bihar e.“Yên ku dema tevgera azadiya Kurdîstanê şer dikir,ji bona parî yê xwe qiyamet radikirin û digotin:“ Ku PKK şer nekiribana dewletê dê gelek mafên Kurda bidana, heke îro ev tundî li Kurdîstanê hebe sedema vê PKK ye..!“ çima ev digotin? Wê demê li ser sifreya neyar pariyên xweş dixwarin.Erka ku neyar dayî wan pê dianîn. Bi gotinên xwe di nava gel de dudilî belav dikirin, ango av gerav dikirin, da tu kes rastiyê nebîne. Lê ligel hemû hewldanê wan PKK bi gel re bû yek û hebûna Kurda da pejirandin. Ew komara ku digot;“ her kes Tirke“ bi ked û berxwedanê,welê kir ku serokwezîrê Tirk got; “ em rastîya kurda nas dikin…“ şer,hebûna Kurda da pejirandin. Rêber Apo, 1993. Xwest êdî bi rê ya aşîtiyê pirsgirêka Kurd hal bike agirbest ragihand.

Vêcarê ewên ku digotin, şer çekdarî nahêle ku pirsgirêka kurd hal bibe, bû vite vita wan û gotin:“ PKK,dev ji nîrxên Kurdîtiyê berdide,Kurdistana sebixwe li ku ma…?“ ew vite vit û heytelora wan ne ji bo Kurd û Kurdîtiyê bû, ji bona ku argumanên wan ji destê wan hatibûn girtin, şiftazî mabûn,parîyê wan ji destê wan hatibû girtin. Bi navekî din devera ku ji bona wan bi reyin hatibû girtin, ji xwe re li deriyekî din digeriyan. Îca dibûne rovî, ji xwe re li kozikê mirîşka, li qijakan digeriyan…hem masîgir bû av gerav dikirin, hem bi derew, fen û futan xefkên xwe vedidan.

Kurt û kurmancî, çiqasî Rêberê gelê Kurd pêngaveke stratêjîk kiriye, masîgir, rovî, keftar û wawik dikine qêrîn û zure zur. Lewra ew ne xêrxwazê Kurd û Kurdîstanê ne,ew wekî kew neyarê qewmê xwe ne. Di vê pêngava dîrokî de,ku hîn ji niha de destkeftiyên şênber

derketine holê, Pirsgirêka Kurdistanê kire rojeva hemû netewan de û ji Çînê, Îngiltere (yê ku bûbû sedema çar parçe bûna Kurdîstanê), heya Japonya (ku heta niha di derbarê pirsgirêka Kurd de qet ne axifî), bi pêngava dîrokî re daxuyanî dan.

Ev pêngav, pêngaveke dîrokî ye. Lewra bi vê pêngavê Rêber Apo, Hemû argumanên ku heya niha li hemberî tevgera Azadiya Kurdîstanê dihatin bi kar anîn, ji destê hemû dijberan girt. Êdî argumanekî ku bi kar bînin nemaye.Rêber Apo, pîmê bombeyê kişand û avête dawa rayedarên tirk de! Ku xwe tev bidin dê di dawa wan de biteqe…Ji bona vê pêngava stratêjîk vala derbixin, du alî di dewrê de ne. Yên ku me li jor gotî û şerxwazê di nava komarê de.

Îca dîsa li ser medyaya civakî û devera ku dengê wan digihiyê de dibêjin: “Ma ewqas xwîn vala çû,ka kurdan çî bi dest xist û hwd.“ Di qarin, dixwazin bi hestên malbatên şehîdan bi leyîzin. Yên ku ji bona Kurd û Kurdîstanê tiştek ne kirî, xwe wekî nasyonal didine nasîn. Qatilê gelê Kurd Hudaparê, wekî keftar ziman derxist. Her Kurd kirinên wan yê 1990 dizanin. Wê dmê rola wan ew bû ku bi komarê re li hemberî Tevgera Azadiya Kurdîstanê û gel çekê bi kar bîne, bi tirs, xof û ol gel ji pişta tevgerê bide alî. Piştî ku rol siyasete, wekî projeyekê ew derxistin pêş. Kurt û kurmancî, niha çi kesên ku parîyê wan ji destê wan hatî girtin, di êrîse de ne û li hemberî Tevgera Azadîya Kurdîstanê xefk vedane. Lê gel bi Rêber Apo û Tevgera xwe bawer e. Lewra di ferqa destkeftiyande ne û Reberê xwe baş nasdikin. Îca yên  ku li hember tevgera Azadiyê xefkan (kes an jî komar) vedidin, dê li aqilê Tevgerê yê stratêjîk biqelibe û bikevin wê xefkê de…

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.