Parêzvanên xurt ên xeta partiyê

Şemî 10 Gulan 2025 - 02:45

HPG’ê nasnameyên 3 gerîlayên li Garê şehîd bûne eşkere kir û got:“Weke parêzvanên xurt ên pîvanên Partiyê, cihê xwe di dîroka me ya têkoşînê de girtin.” Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:“Hevrêyên me Toprak, Sorxwîn û Laşer li herêma Garê di êrişên dijmin de şehîd bûn. Milîtanên fedayî yên Apoyî hevrêyên me Toprak, Sorxwîn û Laşer wezîfeyên xwe yên demê bi fedakariyeke mezin bi cih anîn. Hevrêyên me her tim di ferqa berpirsyariya xwe ya dîrokî de bûn. Bi tarzê jiyana Apoyî ji hevrêyên xwe re bûn hevrê. Ji bo pûçkirina konsepta êrîşa ku dewleta Tirk a faşist li dijî Tevgera me dayî destpêkirin, hevrêyên me di taktîkên demê de bûn pispor. Bi kesayetên xwe yên dilnizm û gihiştî li her dere ji bo parastina nasnameya PKK û PAJK’ê din ava hewldaneke zêde de bûn. Hevrêyên me weke parêzvanên xurt ên pîvanên Partiyê, cihê xwe di dîroka me ya têkoşînê de girtin. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd, em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin û soza xwe nû dikin ku bîranîna van milîtanên Apoyî yên hêja li Kurdistana azad bidin jiyîn.

Hevrêya me Toprak weke ferda malbateke ji Şirnexê ya welatparêz, li Mêrsînê jidayîk bû. Di sala 2013’an de tevlî nava refên gerîla bû. Bi kesayeta xwe ya bicoş, dilnizm û fedakar, hemû erkên xwe yên demê bicîh anî û di dilê hemû hevrêyên xwe de cih girt. Weke milîtaneke xeta PKK û PAJK’ê ji bo layiqê keda Rêbertiyê û şehîdên me bibe, tevlî hemû xebatan bû. 

Hevrêya me Sorxwîn li bajarê Dirbêsiyê ya Rojavayê Kurdistanê, weke ferda malbateke Ereb jidayîk bû. Di sala 2015’an de tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêya me di xebatên hunerî de jêhatî bû û bi tevlîbûna xwe bû milîtaneke bi moral. Li hemberî pirsgirêkan hertim çareserî peyda dikir, di jiyanîkirina şêwaz û taktîkên afirîner, pêşengî dikir. Bi têkoşîna xwe bû milîtaneke PKK û PAJK’ê ya mînak. Di xeta enternasyonal a têkoşîna me ya azadiyê de bi serketî meşiya û bû layikê hevrêyên me yên şehîd. 

Hevrêyê me Laşer li Amedê di nava malbateke welatparêz de jidayîk bû. Weke generalekî biçûk ê Apê Mûsa di nava xebatên çapemeniya azad de cihê xwe girt. Di demeke ku li hemberî gelê me û tevgera me konsepta êrişan a herî dijwar dihate jiyankirin, berê xwe da çiyayên azad. Di serî de qada Garê, li her herêmeke ku diçûyê, ji bo bibe bersiva pêdiviyên qonaxê, bi daxwaz û moraleke mezin tevlî xebatan bû. Bi tevlîbûna xwe ya xurt û daxwaza xwe ya xebatê, bû milîtanekî pêşeng.”

Agahiyên derbarê nasnameyên hevrêyên me yên şehîd bi vî rengî ne:

Toprak Canfeda (Emîne Sezgîn), li Mêrsînê jidayîk bûye, 26’ê Kanûna 2022’an li Garê şehîd bû.

Sorxwîn Baran (Nûr Xelef), li Dirbêsiyê jidayîk bûye, 26’ê Kanûna 2022’an li Garê şehîd bû.

Laşer Lîs (Zeynel Bayram), li Amedê jidayîk bûye, 26’ê Kanûna 2022’an li Garê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.