Bablîsok

Nûçeyên Forum

Duşem 12 Gulan 2025 - 00:39

OSMAN KAPAN

Dema ku ez çav bi pirtûka Bablîsok,Ya K. Simo Hedilî ketim,hevpka Bablîsok,ez birim bîranînên zarokatiya min.Dema ku Bablîsok radibû,em zarok bi bez diçûn ku xwe bixin nava bablîsokê.Lê Dayîkên me digot; xwe di navaba lîsokê de pîra sêhr heye,wê we bi xwe re bibe ezmana! Ligel wê tirsa dayîkan jî,ji evîna zarokatiya me bablîsokê em neditirsiyan û ku ba dihat,çavên me dima li bablîsokê./ Belê vî navê pirtûkê ez birim zarokatiya min.Dema min pirtûk xwendin,birastî jî,ez ketim nav bablîsoka peyvên Kurdî yên resen,hevokên ku di çîrokan de guhdar kirî,yên ku ji dayîka xwe hîn bûyî,li taqê dîwarê mêjiyê min diketin.Çiqasî bi nav de diçûm,li zanebûn û kûrahiya Peyvan diliqî ...Carina li Adirgehên Zerdeştiyan dibûne mêvanê Mag'an,carina li binê Dara zanyariyê dibûne guhdarvanê Budha,min Çîn û maçên,Grek û Mezopotamya yevdida.Dibûme şahidê kirin û gotinên Xweda û Xwedavendan.Ji demên kevnare dihatim roja îro,li çiyayên Kurdîstanê dibûme mêvanê dergevanên Kurdîstanê.KURT Û KURMANCÎ,di romana Bablîsok de noqî deryaya zanînê û xweşiya zimanê Kurdî bûm û min dît Romana Kurdî ne kêmî Romanên tu kesî ye...Ligel serkeftiya vê romanê,mirov dikarî çend rexneyan jî bike.

Dema min dest bi xwendina romanê kir,wekî Romaneke derûnî dixuya, heya bi deverekê jî wisa bû.Lê bi herikandina xwendinê re nivîskar em birin û anîn.Ango em bi surpirîzan re rû bi rû man.

Lê her ku em pê de çûn, me nêrî ne romaneke bi temamî derûnî ye, bêtir tiştek rewşenbîrî ye. Rewşenbîrek li wir vedireşe, çi di binê hişê wî de heye, hemûyê derdixe holê.

Bi kesek derûniya wî xirab e, însanek e, dixwaze zanîna xwe; tişta pêre mayî ji yeke din re bêje.

Li gorî min, ji ber wê diçe cem derûnînas, hakimê her tiştê ye, lehengê me her tiştê dizane, tişta nizanibe nîne. Dîroka însanan dizane, derûnînasiyê dizane, şoreşgeriyê dizane, çanda mirovan dizane, feylezofan dizane.

Însanek evqas zana dixwaze bi hevalekê an ji yekê re bêje û pê bide pejirandin. Ji min bê pirsîn û bêjin, binirxîne ez ê bêjim: li gorî min pêdiviyek wisa dibîne. Ez ê wisa binivîsim.

Ji ber wê, heke şîzofren bûya, tiştên nebûyî dê bidîta û bibihîztiba. Tiştekî ji xeybê nabihîze, jê re nayê gotin, tişta dibêje, bi zanebûn dibêje, tişta bûyî dibêje, yên nebûyî nabêje. Enceq kesek entelektuel van tiştan bikaribin bêjin. Ji ber wê ev roman divê her KES bixwîne.Ne tenê ji însanên rewşenbîr, dîroknas, zana re hatiye nivîsîn. Tu vê danî ber mirovek ji rêzê, nizane Manî, Zerdeşt, Sokrates kî ne çi ne, çi kirine peywira wan çî ye, zanîna wan çî ye.Lê wê hîn bibin.Bes dema

gelek tişt têne gotin,tevlîheviyeke jî çêdibe.

Li cem me dibêjin: Ji aş û bajar dane hev.Nivîskar

K.Simo Hedilî jî aş û bajar daye hev.

Nabêjim xirab e lê belê diviyabû xwîner jî bidaya  ber çav.Ji dêvla wê hêla entelektuel esas girtiye. Di hemî deran de jî nivîskar pakrewan e. Lewre ketiye binê hişê wî û derdixe. Tişta leheng nizane, wekî ji hêla din ve derdixe holê.

Gere nivîskar wî mafî di xwe de nebîne, her tiştê xwe li pakrewanekê/î siwar bike. Pakrewan jî di bin de dikuje. Çimkî pakrewanek halo hemen hemen kêm e. Hele di nav pratîka şerê şoreşgerî de mirov dikare çend hevalan bide xuyakirin û pêşxistin?! Lewra di dema şer de însan demê nabîne du rûpelan bixwîne an tiştek din bike.

Di wir de barek giran daniye ser milê wî.Naveroka Romanê

qelew û dewlemend e. Rast e dewlemend e lê carinan dewlemendî lewaziyê jî bi xwe re tîne. Mirov dikare gelek tiştên xwe di bin navê wê dewlemendiyê de veşêrin jî. Mesele mirov çiqas dibêje jî, naveroka wê çî ye, mirov nizane.

Di romanê de, dema te tema danî û behsa yekê kir, gere tu wê bidî naskirin, da ku xwîner bizane çi dixwîne û tişta jê re hatî gotin behsa çi dike.

Pênusa K. Simo Hedilî xurte.Berhemeke giran xistiye nav berhemên Kurdî de.Ji her kesî re pêşniyar dikim.Û dibêjim,pênûsa wî tim herikbar be...

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.