Em dikarin aktîf rol bigirin
Duşem 7 Tîrmeh 2025 - 03:20
Yek ji daxwazên berbiçav ên 'Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk' perwerdeya bi zimanê dayikê ye. Sazî û rêxistinên ku li ser pêşvebirin û parastina Kurdî dixebitin, bi çalakî û bûyerên ku organîze dikin, dixwazin Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê. Hevseroka Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) Şaxê 2’emîn a Amedê Duygu Ozbay da xuyakirin ku ev pêvajo bi guhertina sîstema perwerdeyê ya ji aliyê dewletê ve li ser 'yekrengî û asîmîlasyonê' hatiye avakirin û got:“Sîstema perwerdeyê li gorî pergala yekperestiyê hatiye dîzaynkirin. Sîstemeke ku li dora yek zayend, yek ziman, yek netewe û yek bawerî hatiye dîzaynkirin. Ev sîstem hêrs û şîdetê mayînde dike.” Duygu Ozbay bûyerên li Rûandayê qewimîn bibîr xist û got:"Di navbera mehên Nîsan û Tîrmeha 1994'an de li Rûandayê bi qasî 800 hezar Tûtsî û Hûtûs ji aliyê milîsên neteweperest ve hatin qetilkirin. Mufredata perwerdeyê ya Rûanda ya beriya pêvajoya aştiyê li ser 'em û wan' hat avakirin. Lê belê piştî ku aştî pêk hat û encamên erênî hatin bidestxistin, ev yek ji holê hat rakirin. Ji bo çanda aştiyê bê avakirin bernameyên perwerdehiyê yên berfireh hatin lidarxistin. Di van bernameyan de peyamên li dijî cihêkariya etnîkî û lihevhatina civakî hatin destnîşankirin." Duygu Ozbay da zanîn ku divê di pêvajoyên aştiyê de ewilî sîstema perwerdeyê were guhertin û got:"Reformên destûra bingehîn dikarin bên kirin. Beşa perwerdeyê jî divê bi heman rengî bê kirin. Li şûna polîtîkayeke înkarker û asîmîlasyonîst, divê polîtîkayeke li ser bingeha demokrasî û mafên mirovan bê meşandin.” Hevserokê Komeleya Lêkolîna Ziman û Çanda Mezopotamyayê (MED-DER) Remzî Azîzoglû bal kişand ku divê astengiyên li pêşiya zimanê Kurdî bên rakirin û got:"Beriya her tiştî divê wekhevî pêk were. Ji bo vê yekê divê Kurdî hem bibe zimanê perwerdeyê, hem jî zimanekî fermî. Kurd bi Tirkî dest bi perwerdehiyê dikin. Pêvajoya hînbûnê jî demeke dirêj digire û ev pêvajo pêşketinê asteng dike. Komar li ser înkara Kurdan hatiye avakirin. Wê sîstemê heta roja îro dewam kir. Divê ev biguhere. Em dixwazin di pêvajoyê de di mijara ziman de rolek aktîf bilîzin. Ji bo vê binesaziya me heye. Divê astengiyên li pêş ziman bên rakirin. Eger daxwazek ji bo jiyana hevpar bê kirin, qebûlkirina cudahiyan pêwîst e. Ji bo avakirina aştiyeke bi rûmet divê her kes tevkariyê bike."
MA/FETHÎ BALAMAN