Em dixwazin Serokê me bê meclîsê
Sêşem 5 Tebax 2025 - 03:40
Bager Gevger (Erkan Dara) Li Gever a Colemêrgê tê dinê û mezin dibe. Bager Gever ji ber zextên dewletê di 2013’an de tevli PKK’ê dibe. Di 2022’an de li herêma Zapê di encama êrîşa kîmyewî de 47 rojan di tunelên şer de li ber xwe da û piştre çalakiya fedayî pêk anî û şehîd bû. Malbatê hîna cenazeyê wî negirtiye. Dayika Bager Gevger, Perîhan Dara da zanîn ku ji bo çareserî û jiyanek demokratîk divê dewlet gavê bavêje.
Perîhan Dara destnîşanir ku Bager ji aliyê her kesî ve dihat hezkirin û got:“Kurê min ji ber tundî û zextên dewletê tevli PKK’ê bû. Min dixwest kurê min bixwîne. Min ew her sibeh dişand dibistanê lê ew diçû partiyê. Got ez naçim leşkeriyê. Piştre tevli PKK’ê bû. 9 salan têkoşîn da û di sala 10’an de şehîd bû.” Perîhan Dara daxuyakirin ku ew bi têkoşîna kurê xwe serbilind e û got:“Min kurê xwe di xewna xwe de dît û piştre me agahiya şehadeta wî girt. Di xewna xwe de alîkarî dixwest. Me malbatan tiştên pir giran jiyan. Lê me dest ji têkoşîna xwe berneda. Min kurê xwe winda kir bila dayikên din winda nekin. Em piştgiriyê didin pêvajoya aştiyê ya rêberê me daye destpêkirin. Em dixwazin serokê xwe li meclîsê bibînin. Bila gerîla jî vegerin cem malbatên xwe. Bila dewlet êdî gavek şênber bavêje.”
JINNEWS/RABÎA ONVER