Çareserî bi guhertina destûra bingehîn e

Duşem 4 Tebax 2025 - 03:25

Endamên Meclisa Ciwanan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) dan xuyakirin ku li gel xebatên komîsyonê yên ji bo çareseriya mayînde ya pirsgirêka Kurd, guhertinên destûra bingehîn jî pêwîst in. Elîf Aslan diyar kir ku komîsyona li meclisê bê avakirin di warê pêvajoyê de girîng e û got:"Yên ku wê di pêvajoyê de cih bigirin, pêwîste ji aliyê hiqûqî ve bê mîsogerkirin. Ji bo ev pêvajo veguhere destketiyên mayînde, hin guhertinên di asta parlamenterî yan jî destûra bingehînî de pêwîst in." Elîf Aslan da zanîn ku mafên çandî yên Kurdan û gelên din ji dest tên girtin û ji bo guhertina van polîtîkayan pêwîstî bi rêziknameyên destûra bingehînî heye. Elîf Aslan anî ziman ku divê Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê (TMK) jî bê rakirin û got:"Yên ku raporên wan hene diyar dikin ku nikarin di girtîgehê de bimînin, hê jî li hundir in. Tevî biryarên DMME jî bersûcên doza Kobanê tên ragirtin. Eger qanûnên heyî bi cih bihatana anîn, ev gel wê azad bûya. Divê komîsyon ji bo mirovên ji ber nêrînên xwe yên siyasî ne girtî ne bixebite."

Divê ciwan li navenda çareseriyê bin 

Şevval Çaşurluk  da zanîn ku divê jinên ciwan di navenda pêvajoyê de cih bigirin û got:"Divê ciwan xwe weke mijara damezrîner a civaka demokratîk bibînin û vê berpirsyariyê hîs bikin." Şevval Çaşurluk anî ziman ku divê aştî ji her malbata li welêt re bê vegotin û wiha axivî:"Divê em zelal bin bê em aşiyeke çawa dixwazin. Şewitandina gundan, komkujî û îşkenceyê tên înkarkirin. Divê ev bên hemberî hev. Ji bo avakirina aştiya civakî em ê girîngiya vê pêvajoyê ji her ferdekî re rave bikin." Şevval Çaşurluk nerazîbûn nîşanî gotina hikûmetê ya 'Tirkiyeya bêteror' da û got:"Ev ziman ji hilberîna kodên fermî yên netewperest û zayendperest û her wiha kodên wê yên şovenîstî pê ve ne tiştekî din e. Em vê qebûl nakin. Têkoşîna herî rewa li ser vê axê hat meşandin. Divê bi rêziknameyên makezagonî tevlîbûna gerîllayan a di nava siyasetê de bê misogerkirin." Jiyan Bahadir da zanîn ku weke HDK ew xebatên xwe yên der barê pêvajoyê de dewam dikin û anî ziman ku ewê li dibistanan standan ava bikin û ji bo nîqaşkirina mijara "Sosyalîzma Civaka Demokratîk" panelan lidar bixin û got:"Em plan dikin ku di demeke nêz de li ODTU panelekê lidar bixin." Bahadir bal kişand ku yek ji girîngtirîn madeyên rojevê yên pêvajoyê li dijî tiryakê têdikoşe û diyar kir ku tiryak ciwanan ji jiyana civakî dûr dixîne û nirxên komunal xesp dike û got:"Tiryak astengiya herî mezin a li pêşiya jiyana civakî ye. Em ê di vê mijarê de bêwestan bixebitin. Weke Meclisa Ciwanan a HDK'ê, bi avakirina însiyatîfan bi saziyên din re em ê ciwanan bi nêzîkatiyeke tevlîkar, exlaqî û polîtîk re entegreyî civakê bikin."

MA/ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.