Mirov û Konevanî 

Nûçeyên Forum

Duşem 4 Tebax 2025 - 02:45

OSMAN KAPAN                              

Temenê konevanî û bîreweriya mirovahiyê rastênhev in.Lewra tişta ku mirov ji giyanwerên din cuda kirî,aqil e.Îca dema însan li ser xwe,li ser xwezayê û tiştên din fikirî ye,li gorî hişmendî û têgehandina xwe ya demê girtiye dest û bi rêbaza;bi nêrîna jîrahî ya heste yî û ya analîtîk girtiye dest. Em dikarin bibêjin di serî de,bi rebaza jîrahî ya heste yî,xwe,xweza û her tiştên din şîrove kirine.Aqil û Jîrahî hevûdin temam dikin.carina aqil li pêş e,carina jîrahî.Îca bi kinasî em jîrahî ya hestiyarî û analîtîk dikarin bi vî awayî rewa bikin: 

Pêşxistina jîrahî ya hestiyarî ku di temenê zarokatiyê de dest pê dike,pirr girînge ji ber ku ew di karanîna jêhatîbûnên rêxistina hestan de roleke sereke dileyîze… 

Jîrahî ya hestiyarî, ku wekî bêşek ji aqilê derûnî tê pênasekirin,ku kesek hestên xwe û yên din dişopîne,wan ji hev cuda dike û vê agahiyê (hisiyat) wekî rêberek ji bona raman û tevgerên xwe yên bi armanc bi kar tîne,qada ju teybetmendî hestên hîsî tê de têkilî datînin ew e.Bîr,aqil çareserkirina pirsgirêkan û ramana hestiyarî digire nav xwe,di heman demê de qada hestiyarî hest,rêwişt û azmûnên hestiyarî ji bona vê yekê digire nav xwe,di nava têgeha jîrahî ya hestiyarî de,zanîn û hest bi hev re bandorê li hev dikin... 

Îca jîrahî ya analîtîk,şiyana kesekî ya ji bona fêm kirin û şîrovekirina pirsgirêkên aloz,derxistina encamên mantiqî û rêbaza çareseriyan e.ev cureyê jîrahî yê şiyana pêvajokirina bi rêk û pêk ya agahiyan,nîrxandina daneyan û têgihiştina encamên mantiqî vedihewîne…Jîrahî ya analîtîk bi taybetî di warên wekî matamatîk,zanist û teknolojî yê de li pêş e û dîtina çareseriyên pratîkî ji bona pirsgirêkên ku di jiyana rojane de  rû bi rû dimînin de jî bi bandor e… 

Îca gava em li xwezayê,li giyanweran dinerin her cure xwedî tabetmendiyeke xweser e.Her cure xwedî jîrahî ya hestiyar e,lewra parastina herî mezin ev e.Gul bi stirîyan,kevir bi hişkahiya xwe,ax bi zayîna xwe,bi hestiyarî parastina xwe dikin.Rêber Apo dibêje:Di xweza yê de her tiş bi armanca.Di xwezayê de tişta pişadî nîn e,çi darinde çi bike ji bona parastin û pêkanîna armanca xwe dike… 

Her kirde yên heyî bi awayekî ji bona armancên xwe di nava hewldanekê de ne.Ji dervî insan kirdeyên din em bi tevgera wan,wan pênase dikin.Jîrahî ya wan a analîtîk çiqas e,çawa ye em tam nizanin.Lê kî dikare bêje ew nêçîra wan a bi hostayî tenê ajo yî ye? 

Dema ku insan bûyî insan he ya niha her du jîrahî yan bi hev re bi kar tîne û her tevgera wî konevanî ye.Konevanî;  di nava civakê de biryar girtinên berjewendiya ne.Têkiliyên civakî,esas digire.Lewra konevanî bi civakan şênber dibe.Konevaniyeke ku civak tê de tune be,ew tu carî bi ser nakeve.Tu civak bê konevanî nagihin armancên xwe.Di şer de,di aborî yê de çiqasî xurt û zîrek bin jî,ku ne konevan bin dê tu carî armanca xwe pêk neynin…Mînaka şênber em Kurd in.Kurdan tim di konevaniyê de winda kiriye.Lewra konevaniyeke yekgirtî,ku civakê tevlî bikin û li gorî berjewendiyên netewî tevbigerin nekirina,ji bona wê serhiladan negihiştine armanca xwe.Lera Carl von Clausewitz dibêje;’Şer bi amurên cuda domahî ya konevanî yê ye.’ Me kuran tim şer kiriye lê domahiya wê bi kar neanî ye. 

Niha em di pêvajoyeke welê de ne,rojane kojekto tê guhertin.Yên îro dost,roja din dibine hember,yên li hember roja din dibine dost.Lewra her kes di vê serdemê de dixwaze di vê dîzyana nû a rojhilatanavîn de,para xwe bigire.Ji ber ku niha hînterlanda veguhertina temamê civakan dê bibe rojhilatanavîn.Kurdan di rojhilatanavîn de xwe peyt kir û ev yek bi her kesî dane pejirandin.Niha Kurd di ezmûnekî re derbas dibin,serkeftin dê hebûneke mayende,wendakirin dê tunebûnê bi xwe re bîne.Bi taybet niha li Rojava,konevaniyeke pirrhêl û rêgez jênegere.Lewra li Rojava çiqasî asta destkeftiyan bilind be,dê li parçeyên din jî destê Kurdan xurt bibe.Ji bona wê ye,deshilatdariya Tirk hemî giraniya xwe danî ye vê hêlê.Rojava ji bona Kurdan pirr girînge,lewra pirr bedel dane.Keç û xortên herî bedew,herî hêja bune bedel.Di dîroka Tevgera Azadiya Kurdîstanê de,berxedana şehîdan bu ye şurê dest,mîrateya wan bû ye mertal.Ji bona wê çi gava ji hêla konevanan ve werê avêtin,bedel û destkeftîyên heyî neyên ji bîr kirin.Seet bi seet li gorî guhertinan,konevanî bi pêş bixin.Di rojhilatanavîn de ji bona xeta sêyem bi serbikeve.Kurd niha xwediyê aqilê stratêjîk in,bi hêza jinê xwedî yê jîrahî ya hestiyarî û analîtîk in,bi vî ezmûnî teqez divê di konevanî ya Rojava de, bi ser bikevin.Lewra destkeftî jî,wendakirin jî mezin e! 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.