Dem û Pergal

Nûçeyên Forum

Duşem 11 Tebax 2025 - 00:15

OSMAN KAPAN

Her tişt di dema xwe de bi wate ye,ku dema tiştan çû kiryarên wê namînin.Heke hinek bimînin jî,an ji bona berjewendiyên xwe ne,an jî, ji tişta were ditirsin.Lê em şahidên dîrokê ne,tişta ku dema wê hat,tu tişt nikarin pêşiya wê bigirin,dibe ku hinekî jê re bibine asteng,lê çi bikin bila bikin sekinandina demhatî nikarin rawestînin.

Çi pergala hatî saz kirin,pergalsazan gotiye;”Ev pergala dawî ye.”Û ji bona ew pergal neyê hilweşandin pirr li berxwe dane.Lê encam tunebûn û li oey xwe hiştinên trajedî ne.Kî li hember demhatiyên nû bisekine,dawîya dê malwêranî be.Em dawî ya Roma,Asur,Misir,Çar û Osmanîyan uhwd.baş dizanin.Wekî pêşîyên me gotî;yên bixwazin pêşiya şapê bigirrin,dê li ber şapê biçin.

Em di demeke welê de ne ku êdî bi rêvebirina yek destiyê,yek netewî yê jê re nabe bersiv.Lewra gerdun wekî gundekî lê hatiye,tu wateya sînoran nemaye.Hacet nîne tu fizîkî biçe deverekê,bi alîkariya teknolojî yê,ewder tê ber destê te.Îro li wî serî gerdûnê tiştek bi qewime,di heman kêliyê de tu jê agahdar dibe.Êş,azar û şahiyên gelan tevlî hev bûne.Yên desthilatdar çi bikin bila bikin,nikarin ji vê re bibin astegn û pêşî lê bigirin.Kurt û kurmancî,hem derfetên enternasyonalîzmê,pêk anîna wê ji her demî pirrtir e û rêbaza veguhartina herî rast jî ev e.Lewra kirasê heya niha li gelan dikirin û nav cuda be jî,li her deverê terzî heman bûn,êdî li gelan nayê û her kes di ferqa wê de ye.

Belê her kes di ferqê de ye,lê mixabin yên ku dixwazin vê pergala  dembuhûrî li ser linga bigirin hena û li gorî xwe dibêjin em çiqasî dirêj bikin dê ewqasî ji me re baş be.Niha serkêşiya vê statuqoyê hukumeta Akp ê dike.Qaşo li Tirkiyê pêvajoyek heye.Dê bi vê pêvajoyê biratiya gelan were ava kirin.Lê em dibînin hîn bi dek û dolabên osmaniyan tevdigerin.Ew zanin ku aqil û lîstikên osmaniyan têra wan bikirana dê ne di vî halî de bûna.Ku hikumeta Akp ê di van lîstikên xwe de heter bike,li gorî çerçoveya tevgera Azadiya Kurdîstanê dinî tevnegere,dê ji osmaniyan xeraptir lê were.

Hikumeta Akp ê,qaşo dê li bakur bi Kurdan re lihev were.Lê li Rojava bila Kuurd tune bibin,bila bikevine bin hîmaya htş ê de!Tu dev ji birêvebirina welatekî berde htş bi wê zihniyeta xwe ya demborî,nikare bajarekî di nava aramî yê de bi rêve bibe.Ne feraseta wê têrê dike,ne jî zihniyeta wan desturê dide vêna.Hikumeta akp ê,ji bona ku yekperestiyê bi sipêre gelên Surîyê tişta ji destê wê tê dike.Çima vê dike?ew baş zanin destkeftiyên li Rojava,modela werê avakirin,dê ne tenê pêşeroja gelê Kurd,dê pêşeroja hemû gelan diyar bike.Hemû hewldanên wê ji bona vê ye.

Li hember hewldanên htş ya ku yekperestiyê disipêre gelê Surîyê û hikumeta akp ê hem ji hêla konevanî ve,hem ji hêla ramanî ve destekê didiyê,ji hêla Rêveberiya xweser a Demokratîk ve Konferanseke watedar,bi hemû bêşdariya pêkhateyên gelên herêmê re hate li dar xist.Ev konferans dê bibe çîmentoya pirrengiya gel û olan.Lewra di vê konferansê de,Kurd,ereb,Suryanî,Keldanî,Asurî,Ermenî,Durzî,Tûrkmen,Çerkez,Alevî uhd. Cih girtin.Ango hemû reng di vê konferansê de bûn,Hem ol,hem etnîsîteyan biryara jiyana bi hev re dan.Rastîya gelên Surîyê ev pêkhate temsîl dike,ne paşverûyên Şamê!

Ev rastî ji hêla aktorên ku niha li ser dikêne ve jî tê dîtin.Lêbelê ligel vê jî naxwazin vê yekê bipejirînin.Dixwazin,di bin venerîna wan de bimîne.Ji bona wê di colanî de heter dikin.Lewra wan bi xwe got;colanî zilamê me ye û me parastiye.Abd dibêje zilamê me ye,Tirkî dibêje zilamê me ye!Welê dixuye colanî,li ber dahola her kesî reqisi ye!Yên li Şamê kî ne?Berhmayîyên El-Qaîde,Daiş,tevgerên Îslamît uhwd.Pirrê wan ne ji gelên Surîyê ne.Lê yên di konferansê de cih girtî,hemû xwedîyên Surîyê ên resenin. Ava cokê herikî,ewê rêya xwe bibîne,bes bila tu kes jê re nebe asteng û xetayên mezin neyêne kirin.Lewra di konevanî yê de carina gotineke tenê dibe sedema windahiyên mezin.

Kî çi bike bila bike,nikare tişta demborî bi parêze.Ji bona wê pêşeroj di konferansê de hate diyarkirin,domahiya wê dê were.Ne şam,  Ankara nikare vê asteng bikeçBiryar biryara gelan e,yê pêşeroja xwe diyarbikin ew in… 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.