OSMAN KAPAN
Xisletê her demê li gorî xwe ye,lewra her dem divê li gorî xwe rengekî bigire.Heke ku her dem,her tişt bişibiyane hev wê demê her tişt dê heman bûna.Ango pirrengî dê tunebûna.Îca dema em li xweza yê dinerin, tişta em dibînin; pirrengî û prrcureyî ye.Îca ev dewlemendî û xweşikatiya gerdunê ye,ji xwe hebûn jî li ser vî hîmî ye.Ku aheng tune be,hebun jî tune ye,hebûn tune be xwebûn jî tune ye.Lewra hebûn li ser hîmê li hev kirinê bû ye xwebûn û dîyelektîka xwebûn û hebûnê ev e.
Di konevanî,çand û huner de xisletên demê şekil û şemalekê digirin.Lewra tişta îro,îsal ji hêla konevanî,çand û huner ve têra civakê bike,dê sibê,saleke din têr neke.Ku ew tişt xwe dubare bike dê ji civakê re nebe bersiv û tu wataya wê jî namîne.Lewra ligel pêwistîyan hesteyên meriv jî tim têne guhartin,ew jî bi xwe re heceyî ya xwestekên nû tîne.Heke ji van xwestek û heste têrkirinê re bersivek tune be,hest dê xwe li devereke din têr bikin.Lewra bi herikandina demê re xwestek jî têne guhertin,li gorî xwestekan pêdivî pêwiste.Ji bona ku ev werin kirin,rê û rêbazên nû û pirralî pêwistin.
Dema ku em li çi binerin biqasî zanebûn xwe wî/wê tiştê dibînin û li gorî wê bi bandor dibin.Çiqasî xwebûn,ewqasî zanebûn e.Xerca Zanebûnê birdoziyê.Lewra birdozî ji hêla sincî ve şeklekî nû dide civake,birdozî çiqasî di nava civakê de werê pejirandin,dê ewqasî zû guhertin û veguhertinan bi xwe re bîne.Îca divê em binerin tişta ku îro hatî kirin,an jî hatî gotin sbe heman be û tiştekî nû bi ser ve nebûbe,wê demê emê bibêjin;guhertin û veguhertin tune ye.Ev jî dê bibe serdema tunebûnê…
Em çima van dibêjin?Dîroka gelê Kurd tê zanîn.Di nava vê dîrokê de,dîroka tevgera azadiya Kurdîstanê bêşa sereke ye.Em dikarin bi dil rihetî bibêjin,bêşa xwebûnê u jê zêdetir e.Dema ku em li paşeroja xwe dinerin ev yek şênber e.Gelê Kurd li ser devê kendal bû û ji tunebûna wan re tehfeke tenê mabû.Hiş şêlo bû,yê heyî jî ji bona hineke din bû,heta yên digotin em ji bona gel tevdigerin jî,hinek jê bi nêhta xwe ya baş,lê bi xeşîmî tevdigeriyan,hinekan bi hişmendiya neyar gel ber bi tinebûnê ve dibirin.Di demeke welê de Tevgera Azadiya Kurdîstanê bi xisletê demê tevgeriya û ev dem veguherande hebûn ê!
Mîrate û azmûnekî welê xurt tunebû.Lewra heya wê demê mîrate jî,azmûn jî trajedî bû.Her çiqasî ders ji wan dihatin girtin jî,xisletekî gelê Kurd ê taybet hebû.Ev yek ji hêla veguhertinê ve dibû asteng.Lê ligel hemû şert û mercên zor,li gorî herikbarî ya dîrokê,di demeke kin de hebûn temam bû.Wê demê Rêber Apo got:’Vejîn temam bûye,niha dem dema rizgariyê ye…’Di heman demê de ev petkirina gelê Kurd bû.Îca heya wê demê rê û rêbaz,alavên dihatin bikaranîn,çand û huner li gorî xisletên demê bûn.Kêm be jî rol û mîsyona xwe anîne cî.
Piştî hebûnê,pêwistî bi xwebûnê hebû.Lewra xwbûn bi hebûnê tacîdar nebe,temenê hebûnê kin e,an jî dikeve xizmeta tiştekî din û bi demê re hebûn tune dibe.Îca Rêber Apo li gorî xislet û pêdiviyên demê,paradîgmayeke ku ji demê re bibe bersiv danî pêşiya gelê Kurd.Bi vê paradîgmayê Tevger û gel bi hev ve kelijandin û di xwebûnê de kirin yek.Em dikarn bêjin niha gelê Kurd merhale ya xwebûnê jî temam kiriye.Ev yek bi çi ûÇawa çêbû?Kurt û kurmancî em bibêjin,bi afirînerî û hişmendiya Rêber Apo û baweriya ku dayî gel û her kesî.Ji bona wê ye îro hem gelê Kurd,hem neyar,hem jî her kes bi gotin û kiryarên Rêber Apo bawer e.
Îca niha gelê Kurd û Tevgera Azadî ya Kurdîstanê di merhaleyeke nû de ye.Ev merhale,merhaleya Enternasyonalîzmê ye.Lewra gerdun ber bi vê ve diçe û rizgarî ya hemû gelan jî bi vê yekê gengaz e.Barê gel û endamên Tevgera Azadî ya Kurdîstanê giran e.Lê rumeteke mezin e.Gelekî heya niha bi çend salan hebûna wî nedihate pejirandin îro pêşkêşiya gelê cîhanê dike.Pergaleke nû tê avakirin ma ji pêşikvaniya wê tiştekî bi rumettir heye?