Krîzên li Rojhilata Navîn
Şemî 18 Cotmeh 2025 - 03:00
- Rêber Apo balê dikişîne ser civakê û dibêje: “Ji bo civakekê felaketa herî mezin ew e ku hêza wê nemîne da ku di derbarê xwe de bifikire û çalakiyan bike. Hêzên hiyerarşî û şaristaniyên bi vê yekê ji mêj ve zanîbûn, berê pêş girîngî bi serdestiya zêhnî dan ku mirov dikare ji vê re hegemonya îdeolojîk jî bibêje.”
Rêber Apo di pirtûka ‘Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk’ a berga 4’an a bi navê ‘Li Rojhilata Navîn Krîzên Şaristaniyê û Çareseriya Şaristaniya Demokratîk’ de bi berfirehî balê dikişîne ser krîzên heyî û çareseriya wê.
Hinek nirxandin û analîzên Rêber Apo yên li ser ‘Li Rojhilata Navîn Çareseriya Modernîteya Demokratîk’ bi vî rengî ne:"Ji bo civakekê felaketa herî mezin ew e ku hêza wê nemîne da ku di derbarê xwe de bifikire û çalakiyan bike. Hêzên hiyerarşî û şaristaniyên bi vê yekê ji mêj ve zanîbûn, berê pêş girîngî bi serdestiya zêhnî dan ku mirov dikare ji vê re hegemonya îdeolojîk jî bibêje. Di meşandin û dewamkirina hegemonyayê de şîdet bi tena serê xwe nikare bi roleke mayînde rabe. Eger armanca şîdetê ji civakê bi destxistina berjewendiyekê be, ji bo vê hewcedarî bi berhemê zêde heye. Eger civak neyên îqnakirin û razîkirin, divê mirov nepê ku ji bo demeke dirêj werin xebitandin û berhemê zêde biafirînin. Hegemonya îdeolojîk vê îqnayê bi cih tîne û derî li civakê vedike ji bo karibe xwe bigihîne danehev û komkirinên wê. Hegemonya îdeolojîk ji hegemonya şîdetê gelekî zêdetir derî li danehevên civakê vedike.”
Di nirxandinên xwe de Rêber Apo qala antî-oryantalîstê kir û vê dibêje: “Antî-oryantalîst bûn, min hem eleqedar dike û hem jî bala min dikişîne. Ez vê yekê di van rêzan de diceribînim. Azadiya fikrê bi serê xwe antî-oryantalîzmê îfade nake. Ewçend hêsan nîne ku mirov ji oryantalîzmê bibihure. Eger mirov vegotina modernîteya kapîtalîst a li ser sêlingan red bike, belkî bibe antî-oryantalîstî. Lê bi serê xwe ev nayê wê wateyê ku mirov ji modernîzm û oryantalîzmê dibihure. Ji vê jî girîngtir ew e, li şûna ya tê redkirin wê çi bê danîn. Îslamiyet an jî çi rêûresmek dibe bila bibe dikare modernîteyê red bike. Lê dema dor tê wan ji bo bibin alternatîf, dibînin ku ji teslîmbûnê bêtir ti çareya wan nîne. Teslîmiyeta eşkere yan jî sergirtî li gorî berjewendiyên xwe dizanin û bi vî awayî dibin peyrewên modernîteyê. Sosyalîzma pêkhatî, bihêlin ji modernîteyê bihurîbe, bi temamî li ser sê lingan gelekî hewcedarî modernîteyê bûbû û pêve hatibû girêdan, ji lewra jî hilweşiya. Li şûna kapîtalîzma taybet, bicihanîna kapîtalîzma dewletê redkirin nîne."
Di dewamiyê de Rêber Apo balê dikişîne ser sîstemên mêtinger û vê nirxandinê dike: “Ti sîstema mêtinkariyê bê desthilatdarî û bê dewlet nabe. Ne bi tenê desthilatdarî û dewlet, desthilatdariya herî zêde û dewleta netewe ya dewletê pêk neyên, ji bo kapîtalîzmê danahev û komkirina sermaye û karê pêk nayê. Ji bo serketina hegemonîk a sîstemê herweha divê şoreşa îndustriyê bike bin yekdestdariya xwe û weke îndustriyalîzm bi îdeolojîkkirinê (milliyetgirî) di zikhev de dewam bike, bi rê ve bibe. Eşkere ye ku ev diyarde di nava xwe de bi yekparebûneke şidiyayî û di çarçoveya dema dirêj de modernîteyê serwer dikin. Em wexta li tevahiya ekolên xwe rexneker dihesibînin dinêrin, em dibînin modernîteyê di nava dema dirêj û yekparebûnê de nagirin dest, bi piranî haya wan ji têgîna demê çênabe, belawela digirin dest, bi giranî li ser çend xisletan (mînak ked, heqdest, kar, sermaye, dewlet, mêtingerî, emperyalîzm, kesayet, bûyer) radiwestin û bi vî awayî hewl didin encaman bigirin. Wexta ku rêbaz ev be, ya derkeve holê jî wê mîna terîfkirina fîlê bi mûyê wê be.”
ROJNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN