Dûran Kalkan : Ji bo rêxistiniyê seferber bibin
Çarşem 15 Cotmeh 2025 - 16:30
- Dûran Kalkan bi lêv kir ku divê em lawaziya xwe ya rêxistinî ji holê rakin û got:”Divê em xwe gelekî bi rêxistin bikin. Ji bo rêxistiniyê timî seferber bibin. Divê em bibin komun. Divê em vê nêzîkatiya şexsî hilweşînin.”
Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Dûran Kalkan Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, Komploya Navneteweyî ya 9'ê Cotmehê û bûyerên siyasî yên rojane ji Medya Haber TV re nirxand. Dûran Kalkan ev nirxandin kir:
"Ez di serî de Rêber Apo bi rêzdarî û hezkirin silav dikim. Bi rastî ji heta hetayê silavkirinê heq dike. Yanî berxwedaneke sermirovî nîşan da. Ev 27 sal in Rêber Apo di bin pergala îşkence û tecrîdê de bi sebir, biryardarî, bi coş û bi vîn xebatê dimeşîne.
Em di meha Cotmehê de ne. Di 1'ê Cotmehê de bi nêzîkatiya Devlet Bahçelî re ev pêvajo dest pê kir. Di 22'yê Cotmehê de bi hevdîtina Bahçelî ya li Meclisê re gavek hat avêtin û di 23'yê Cotmehê de piştî 4 salan bi Rêber Apo re hevdîtin hate kirin. Pêvajo bi daxuyaniya Rêber Apo ya di wê hevdîtinê de bi lez bû. Pêvajoyeke ku bi banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27'ê Sibatê re bê nasname heye. Vaye saleke xwe tije dike. Di nava salekê de ma çi nebû. Salek berê heke kesek bigota, ' ev û ev tişt biqewimin' wê her kes jê re bigota dîn e. Di nava me de hin heval texmînên wisa dikirin hebûn. Yanî wisa nedigotin lê digotin, wê di sala 2025'an de guhertinên mezin biqewimin. Me jî digot ma wê guhertinên çawa biqewimin. Digotin wê bandorê li ser me bike. Lê ev hemû pêk hatin. Rêber Apo van tiştan kir. PKK’ê kir. Aliyê Kurd kir. Yanî PKK'ê biryarên bidawîkirina stratejiya têkoşîna çekdarî û rêxistiniya girt. Koma Aştî û Civaka Demokratîk di 11'ê Tîrmehê de bi şewitandina çekên xwe nîşanî cîhanê dan ku bê çiqasî bi biryar in ku dawî li stratejiya têkoşîna çekdarî bînin û derbasî stratejiya têkoşîna siyasî ya demokratîk bibin. Em dibêjin Kurdan kir. Ruxmî vê yekê jî di aliyê eniya rojava de ti guhertinek tineye. Bûyer hene. Hefteya borî Devlet Bahçelî axivî. Weke ku ew gotinên xwe yên ku digot "Bila bê li Meclisê biaxive, li Enqereyê siyasetê bike" ji bîr kiriye û dibêje bila li Îmraliyê di rewşa rehîne vê pêvajoyê bi rêve bibe, bila bang li Rojava bike. Ma kesek di rewşa rehîne dikare çi bike. Ma di bin sîstema îşkence û tecrîda Îmraliyê de dikare çi bike. Ma Bahçelî ji bîr kir. Salek di ser re derbas bû. Ma pêwîstiyên gotinên te bi cih hatin? Na. Wekî ku ji bîr kiriye tevdigere. Di rewşeke ku gelekî paşketiye de ye. Yanî dibêje qey wê bi gotina "Rêberê damezrîner" me bixapîne. Rêber Apo got, "Ez ne dixapînim û ne jî têm xapandin." Yanî em ne "ehmeq" in û ne jî zarok in. Divê her kes rast rûnê, rast biaxive. Yanî ev wisa nabe. Bi vî awayî ev kar nameşe. Wê bibêje, soz bide û bandorê li ser civakê bike û dawiyê jî hêdî hêdî ji demê re bihêle. Ma wê gel nebîne ku ev lîstik e, ev hîle ye. Wê vekirî bibêje. Divê mirov vê yekê bibîne. Rêber Apo di wê rewşê de ma wê çawa çêbike. Ma siyasetê dike, rêxistinê ava dike, bi kesî re hevdîtinê dike? Ma bi kesek ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re hevdîtin kir, nîqaş kir? Ma wê çawa çêbike. Ma ewqasî keramet heye? Wan wisa fêm kir. Ya rastî me di destpêkê de agirbest îlan kir û got ku em ê van biryaran pêk bînin. Lê şertek me heye. Heke Rêber Apo birêve bibe. Gotin ku kongreyê pêk bînin. Me di nameyê de jî anî ziman û di daxuyaniya çapemeniyê de jî got ku em dikarin kongreyê pêk bînin lê em nikarin biryarên kongreyê pêk bînin. Tenê yê ku karibe vê bike Rêber Apo ye. Ger şert û mercên xebata azad ên Rêber Apo pêk werin, Rêber Apo wê vê yekê bike. Ger nebe nikare bike. Lê niha ti guhertin çênekirine, di nava rewşa rehîneyî de ji Rêber Apo dixwazin û hêvî dikin ku her tiştî bike. Ev wisa nabe. Dema ku aliyê desthilatê vê yekê dike, rantxur jî dest bi êrîşan dikin. Lê binêrin niha di teyaqûzê de ne. Çi qasî rantxur zêde ne. Her tiştî dibêjin. Ji Rêber Apo re dibêjin, ji PKK'ê re dibêjin, ji Kurdan re dibêjin. Yanî tiştên ku heraqet lê nekirin nemaye. Mîna jehrê zimanê wan heye. Ma qey em vê nabînin? Ma wisa aştî dibe? Ma wisa demokrasî dibe? Ma wisa çareserî dibe? Çi rê li ber vê yekê vedike? Nêzîkatiyên AKP û MHP'ê rê li ber vê yekê vedikin. Yên ku digotin em ê vê pêvajoyê bikin pêvajoya çareseriya xwişk-biratiyê, nekirin û nexebitîn. Sozên xwe bi cih neanîn û têkoşîn nemeşandin. Xuyaye ku niyeta wan tineye, ditirsin. tijî bûye. Di çapemeniyê de hene, di aboriyê de hene, di siyasetê de hene, yanî li her derê hene.
Ez her kesên ku beşdarî pêngava 10'ê Cotmeha 2023'an hate destpêkirin bûne û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya demokratîk siyasî ya pirsgirêka Kurd 2 sal in têdikoşin silav dikim, pîroz dikim. Bi taybetî di salvegera sêyemîn de çalakiyên girîng hatin kirin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li Ewropayê, li Tirkiyeyê civîn hatin lidarxistin. Jin ji Amedê heta Enqereyê meşiyan. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bînin ziman çûn Meclîsê. Gotin, 'Em dixwazin dengê xwe li meclîsê bidin bihîstin'. Ya rast geş jî kirin. Coş û kelecan dan meclîsê. Niha jî ew şebekeya rantxur dest daye hev û êrîşî wan jinan dike. Dibêjin vay li hatine Meclîsê, ji bo Rêbe Apo çi gotine? Dirûşm qîriyan e; hemûyan bêdeng bikin, devê wan çavên wan bigirin, destê wan girê bidin; bila nikaribin cîhanê bibînin. Guhê wan bigirin bila nebihîzin. Devê wan bigirin bila neaxivin. Mirovên welê li wan tê. Hûn robotan dixwazin? Demîrel bi xwe jî digot, 'Divê Tirkiyeyeke welê hebe ku diaxive'.
Bêguman pêvajoyê dişopînin. Wê têkildarî pêvajoyê baixivn. Wê berê xwe bidin azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, weke jinan. Ji ber ku jin, ciwan, karker, gundî û dikandarên Kurd; her Kurdekî bi namûs, xwedî îrade û azad, ji bilî azadiya fîzîkî ya Reber Apo karekî xwe yê din nîne. Ji bo her Kurdên ku dibêjin, 'Ez dixwazim bi rengekî mirovî û azad bijîm' azadiya fîzîkî ya Rêber Apo beriya nan, hewa û avê tê. Ji ber ku hebûn û azadî, paşeroj bi vê ve girêdayî ye.
Di şexsê Rêber Apo de tê xwestin, di nava pergala tecrîd û îşkenceyê ya Îmraliyê de Kurd bêne qirkirin. Dixwazin înkar û îmhayê li ser hebûna Kurdan bimeşînin. Dixwazin qirkirina Kurdan bibin serî. Ev yek rewşeke şênber û li ber çavan e.
Li aliyekî divê em lawaziya xwe ya rêxistinî ji holê rakin. Divê em xwe gelekî bi rêxistin bikin. Ji bo rêxistiniyê timî seferber bibin. Rêber Apo got, mirov bi mirov, mal bi mal, kolan bi kolan, gund bi gund, tax bi tax divê em bibin komun. Divê em bibin komun. Divê em vê nêzîkatiya şexsî hilweşînin.
Civak bi temamî divê çalakiyên encamgir lidar bixe. Em ê çi vexwin, çi bixwin? Karê me divê çalakî be. Divê em kolanan, qadan dagirin. Pêwîstiya siyasetê bi vê heye. Pêwîstiya siyaseta demokratîk bi vê heye.
Meha Cotmehê meha me ya şehîdên jin e. 25'ê Cotmehê salvegera 33'emîn a şehadeta hevrê Bêrîtan e. Bi taybetî hevrê Bêrîtan û di şexsê wê de hemû şehîdên me yên jin bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînim. Her wiha hin hevrêyên me yên şehîd, di meha Cotmehê de hatin ragihandin. Di şexsê hevrê Şivan û Ronî de van şehîdên me hemûyan bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînim. Soza xwedîderketina li bîranîna wan û serxistina armancên wan dubare dikim.
ANF/NAVENDA NÛÇEYAN