Metirsiya karesateke mirovî

În 17 Cotmeh 2025 - 03:30

Jinên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê nerazîbûna xwe li ser dorpêçkirina berdewam a ji aliyê hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ve anîn ziman. Jinan da zanîn ku astengkirina derbasbûna mazotê dê di zivistanê de bibe sedema kareseteke mirovî. Tenê 7 hezar û 500 malbatan li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê para xwe ya mazota germkirinê wergirtine, beramberî wê 42 hezar û 500 malbat ji ber ku hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê rêya Heleb-Reqayê ji 26’ê Îlonê ve girtiye, hîna mazot wernegirtiye. Di vê derbarê de jina bi navê Orîvan Mihemed got:"Demasala zivistanê nêzîk bû, lê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê, bi girtina rêya Heleb-Reqayê, rê li ber derbaskirina mazota germkirinê bo taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê digire." Orîvanê da zanîn ku ev dorpêç wê ji mijara germkirinê bêhtir bandorê li sektorên xizmetguzarî û tenduristiyê jî bike û destnîşan kir ku demjimêrên xebitandina jeneratorên elektrîkê ji niha ve kêm bûne, û dibe ku bi temamî werin rawestandin. Orîvanê got ku hikumeta veguhêz berpirsyarê her karesateke mirovî ye.

Nav hat guhertin lê hişmendî yek e 

Sîmav Şêxo jî da zanîn ji ber ku hêzên hikumeta veguhêz dîsa rêyên di navbera Helebê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girtin, kirîza sotemeniyê dîsa rû da. Sîmavê kiryarên hikumeta veguhêz şermezar kir û hişyar da ku berdewamiya vê siyasetê dikare bibe sedema têkçûna i sektorên xizmetguzarî, jiyan û tenduristiyê, û rê li ber karesatek mirovî ya mezin veke.

Barîn Umer diyar kir ku piştî hilweşîna rejîma berê wan hêvî dikir ku rewşa jiyanê baştir bibe, lê ew bi rewşeke xirabtir re rû bi rû mane û got:"Hikumeta veguhêz heman polîtîkayên rejîma berê dimeşîne, tenê nav hatiye guhertin. Barînê diyar kir ku kêmbûna mazotê ya ji bo xebitandina jeneratorên elektrîkê hatiye veqetandin, Şaredariyên Gel ên li her du taxan neçar kiriye ku demjimêrên xebitandina jeneratoran kêm bikin, û heke ev rewş berdewam bike, dibe bi jenerator bi temamî werin rawestandin. Şaredariya Gel a her du taxan dema xebitandina jeneratorên elektîkê kêm kiriye, li gorî wê dê jenerator bi roj 6 saetan û bi şev 3 saetan bixebitin.

ANHA/NESRÎN ŞÊXO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.