Ocalan alternatîfê pêşkêş dike!
În 17 Cotmeh 2025 - 03:50
- Sandro Mezzadra got:"Ez di wê baweriyê de me ku pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê hem ji aliyê dÎroka Tirkiyeyê hem jî ji aliyê herêmî ve -yanî bûyerên li Sûriye, Iraq û tevahiya Rojhilata Navîn diqewimin- demeke gelekî girîng e.
Profesorê Îtalyayî Sandro Mezzadra ku bi karên xwe yên teorîk yek ji kesayetên naskirî yê zanyara siyasetê ye got, "Ez di wê baweriyê de me ku pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê hem ji aliyê dÎroka Tirkiyeyê hem jî ji aliyê herêmî ve -yanî bûyerên li Sûriye, Iraq û tevahiya Rojhilata Navîn diqewimin- demeke gelekî girîng e. Dema em bên ser aliyê navxweyî yê pêvajoya aştiyê, ji aliyê siyaseta Kurd ve serketineke mezin e. Weke temamkirina rexneya Abdullah Ocalan a li neteweperestiyê dibînim ku beriya çend salan di nivîs û fikrê xwe de ev rexne da destpêkirin. Em bi pêleke nû ya neteweperestiyê re rû bi rû ne ku îro li gelek deverên cîhanê rabûye. Lewma pêvajoya aştiyê û siyaseta ji neteweyê wêdetir a Kurdan li gorî min gelekî girîng e." Prof. Sandro Mezzadra anî ziman ku ji ber sedemên beriya niha qalê kir, niha di asta navneteweyî de şerekî hilweşîner heye û bi vî rengî dewam kir:"Aştî ne tenê nebûna şer e; di heman demê de projeyeke civakî û siyasî ye ku dixwaze yekîtiya karê civakî û têkiliyên civakî dûrî şer û mîlîtarîzasyonê jinûve bi rêk û pêk bike. Bi vê nêrînê, ez di wê baweriyê de me ku pêvajoya aştiyê îro li Tirkiyeyê, herêmê û ji wê jî wêdetir bi rastî jî gelekî girîng e."
Alternatîfa li dijî nijadperestiyê ye
Prof. Sandro Mezzadra ragihand ku pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê ji aliyê siyaseta Kurd ve hate destpêkirin xwedî taybetmendiyeke xweser e û got:"Bi dîtina min pêvajoya aştiyê dike ku Tirkiye berê xwe bide avaniyeke nû ya civakî û siyasî; ev yek jî dikare derfetê bide wî welatî ku ji neteweperestiyê bibihure û li herêmê bi roleke erênî û pêşverû rabe. Li Tirkiyeyê neteweperestî hîn jî gelekî xurt e. Lê belê li gorî min ev pêvajoya aştiyê ya ku Kurd dimeşînin li hemberî neteweperestiya bingehîn alternatîfekê pêşkêş dike. Hem li dijî neteweperestiya li Tirkiyeyê hem jî di asta herêmî de li dijî neteweperestiyê divê weke rexne û alternatîfekê bê dîtin."
Fikrên Ocalan sînor derbas kirin
Ji bo pirsa, "Gelo Konfederalîzma Demokratîk a Tevgear Kurd dikare ji kapîtalîzma global an jî netewe dewletan re bibe alternatîf?" Prof. Sandro Mezzadra ev bersiv da:"Bersiva min a kurt; belê ye. Ez rexneya Tevgera Kurd a li sînorên neteweyî parve dikim; ev rexne parçeyekî projeya konfederalîzma demokratîk e. Bi dîtina min nuqteya ku divê em destnîşan bikin ew e ku konfederalîzma demokratîk hin pîvanên bingehîn ên weke xwerêveberî, femînîzm û ekolojî destnîşan kiriye. û ev pîvanên giştî dema digihêjin hev dibin pêşengên alternatîfek li kapîtalîzmê. Lê belê bicihanîna van pîvanan ji her alî ve ji hev cuda ne. Gelekî girîng e ku neyê jibîrkirin; bandora konfederalîzma demokratîk ji Rojava, her wiha ji cîhana Kurdan jî wêdetir derbas bûye. Lê belê ev bandor me teşwîq dike ku ji bo hilberîna çareseriyên afirîner bikeve nava hewldanan."
Prof. Sandro Mezzadra destnîşan kir ku beriya her tiştî divê ew giraniyê bidin ser têkoşînê û got:"Bêyî têkoşînê zehmet e ku tiştek ji kapîtalîzma global re bibe alternatîf. Lewma divê em bala xwe bidin ser wan nuqteyan ku hevsengiyên daneheviyê yên kapîtalîzma global lê jinûve ava dibin û fêhm bikin bê têkoşîn çawa derdikevin holê. Di vir de nuqteyeke giştî heye ku divê bê gotin: Alternatîfa kapîtalîzma demokratîk weke ku we jî got, divê alternatîfeke enternasyonalîst be. Ev yek jî tê wê wateyê ku bandorên konfederalîzma demokratîk di avakirina vê alternatîfê de xwedî girîngiya diyarker e. Ya ku pêwîstiya me pê heye ew e ku ev bandor û dengvedan bêne berfirehkirin.Dibe ku divê em ji zimanê enternasyonalîzmê derbas bibin. Ji ber ku zimanê enternasyonalîzmê dawiya dawî xwe dispêre têgeha 'netewe'yê. Lewma dibe ku divê mirov hevokên nû, têgehên nû biafirînin."
Ez dixwazim bi Ocalan re biaxivim
Têkildarî pirsa "Eger li ser veguherînên kapîtalîzmê yan jî avakirina alternatîfan we firsend bidîta ku yekser bi Abdullah Ocalan re diyalogê dînin, we yê bixwasta kîjan pirsê jê bikira, yan jî li ser kîjan mijarê pê re biaxiviya?" Prof. Sandro Mezzadra ev bersiv da:"Min dixwest, bi taybetî li ser meseleyên têkildarî girîngiya siyasî ya rexneya li neteweperestiyê pê re biaxiviyam. Ev girîng e. Gelekî dixwazim li ser van mijaran pê re nîqaşê bikim. Û hêvîdar im ku ev yek di dema herî nêz de pêk were."
ANF/SERKAN DEMÎREL