Gelo namzetê Kielê nijadperestekî Tirk e?
În 17 Cotmeh 2025 - 03:35
Tê gotin, namzetê Partiya Keskan ê Şaredariya Kielê Samet Yilmaz endamekî "Bozkûrtan" (Gurê Boz) ê nijadperest e, ku demekê li bajarê Kielê li maseya "PKK'ê" ya Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn dinihêrî. Li gorî medya Elman, namzetê Partiya Keskan ê Serokatiya Şaredariya Kielê Samet Yilmaz ji ber fikarên ewlekariyê ji wezîfeya xwe ya li Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn (Verfassungsschutz) a Schleswig-Holstein hate girtin. Yilmaz ê 44 salî li Kielê serokê daîreya nirxandina tundrewiya derve berpirsyar bû. Di nava berpirsyariyên xwe de karên rastgirên tundrew ên Tirk û maseya PKK'ê jî hebû.
Li gorî nûçeya kovara Spiegel a Elman, çalakiya "Nîşandana hêza Tirk ji bajarê Kielê re" ya 8'ê Hezîranê ji aliyê Ocaxa Tirk a Kielê ATF a rastgiriya tund ve hate lidarxistin, bandor lli mijara dûrxistina Samet Yilmaz a ji wezîfeyê kir. Çavkaniyên ku ji edîtorên Spiegelê re axivîn îdîa kirin ku Yilmaz piştgirî da qaşo "Roja Tirk" a li Parka Werft a Kielê hate lidarxistin.
Li gorî îdîayê, Samet Yilmaz roja çalakiyê bi telefonê li Midûriyeta Giştî ya Park û Bexçeyan geriya û hewl da destûra pêwîst werbigire. Lê belê ji ber ku festîvala rastgirên tundrew ên Tirk li betlaneya fermî rast hat û midûriyeta giştî dawiya hefteyê yan jî betlaneya fermî naxebite, vê hewldana Samet Yilmaz bal kişand. Piştî ku bûyer ji Wezareta Karên Hundir re hate ragihandin, li gorî îdîayê Yilmaz beriya çend hefteyan ji bo cihekî din hate tayînkirin. Samet Yilmaz ku êdî li Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn naxebite, tê gotin pirsên lê hatin kirin bê bersiv hiştin. Samet Yilmaz li nava Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn a Schleswig-Holsteinê li maseya PKK'ê dinihêrî. Piştî ku bi îdîaya endametiya Gauen Woelfe ji wezîfeyê hate dûrxistin, karên wî yên li eyaleta Schleswig-Holsteinê yên li dijî Kurdan careke din kete rojevê. Di doza têkildarî aktîvîstên Kurd Nîhat A. (63) û Agît Û. (64) de ku ji 12'ê Adara 2025'an û vir ve girtî ye, tê pirsîn bê gelo bandora Samet Yilmaz hebû yan na. Her wiha cihê pirsê ye ku di pêvajoyên serlêdana penaberiyê û welatîbûnê ya Kurdan de Samet Yilmaz rol lîst an na.
ANF/KÎEL