Tevli meşa li Kolnê bibin

În 17 Cotmeh 2025 - 03:25

Hevseroka KON-MED'ê Rûken Akça ji bo meş û mîtînga 8'ê Mijdarê ya li bajarê Koln ê Elmanyayê banga tevlîbûnê li Kurdistaniyan û dostên wan kir.

Kampanya "Azadî ji Abdullah Ocalan re, Çareseriya Siyasî ji Pirsgirêka Kurd re" keta sala 3'yemîn ku bi beşdariya kesayetên li cîhanê naskirî di 10'ê Cotmeha 2023'yan de destpê kir. Bi vê wesîleyê 8'ê Mijdarê saet di 11:00 de li Deutzer Werft/Koln'ê bi dirûşma "Çareseriya Siyasî ji Pirsgirêka Kurd re, Azadî ji Abdullah Ocalan re" meş û mîtîngek wê bê lidarxistin. Hevseroka KON-MED'ê Rûken axivî û got, "Em bang li gelê Kurd, dostên xwe û hemû derdorên demokratîk ên li Ewropayê dikin ku bi xurtî tevlî bibin."

Hevseroka KON-MED'ê Rûken Akça anî ziman ku gelê Kurd bi dehan salan têkoşîneke bi rûmet meşandin; vê pêvajoya demdirêj û zehmet ku bi berdêlên giran hate meşandin îradeyeke demokratîk û hişmendiya civakî ya xurt afirand û destnîşan kir ku ev yek têkoşîneke ji bo paşerojeke wekhev, adil û aştiyane ya gelan e.

Rûken Akça diyar kir ku meş û mîtînga li Kolnê ne tenê çalakiyek e û got, "Meşa li Kolnê bê kirin, ne tenê çalakiyek e; roja ragihandina daxwaza çareseriya demokratîk, yekîtiya neteweyî û îradeya azadiyê ya gelê me ye. Ev meş di heman demê de banga piştgiriya civakî ya li pêvajoya danûstandinan û xurtkirina perspektîfa demokrasî û aştiyê ye. Ji ber vê yekê em bang li gelê xwe û dostên xwe dikin ku beşdarî vê meşa dîrokî bibin. Werin em li dora azadiya Rêber Apo bicivin, ji bo paşeroja hevpar a gelan, azadî, aştî û demokrasiyê li Kolnê kom bibin."

ANF/KOLN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.