Bila komîsyon li Ocalan guhdarî bike

În 17 Cotmeh 2025 - 03:45

Şêniyên Wanê diyar kirin ku Rêber APO mîmarê vê pêvajoyê ye û divê komîsyon li wî guhdar bike. Abdurrahman Karabulak diyar kir ku divê komîsyon tavilê li Rêber APO guhdar bike, got: “Hindik maye em hêviya xwe ya ji pêvajoyê qut bikin, baweriya me namîne. Gelê Kurd rola xwe lîst lê komîsyona ku ji aliyê dewletê ve hatiye avakirin tu gaveke erênî neavêtiye. Madem pêvajoyek heye divê li gorî vê yekê tevbigerin. Axaftina dayikan a bi Kurdî li Meclisê hat astengkirin. Bi van nêzikatiyan dê çawa pirsgirêk bê çareserkirin? Bi mehan e komîsyon hatiye damezirandin, gel jî dixwaze komîsyon li Abdullah Ocalan guhdar bike." Fetîh Kara jî rave kir ku ew dixwaze Kurdî bibe zimanê fermî û got:“Em jiyaneke bi xwişk-biratî û azad dixwazin. Divê tavilê dewlet gav biavêje û destûrê nede midaxileyên derve. Li ser vê axê me bi hev re şer kir û em bi hev re dijîn. Ji bo aştiyeke mayînde em jiyaneke bê cihêkarî ya di navbera ziman û olan de dixwazin. Daxwaza me ya sereke ew e ku aştî di demeke nêz de pêk bê û bi zimanê dayikê perwerdehî bê dayîn. Bi zimanê Farsî û Ingilîzî ve perwerdehî tê dayîn divê Kurdî jî bibe xwedî statuya fermî.” 

Aborî ji bo şer tê xerc kirin 

Ecrîn Erva, diyar kir ku ji bo çereserî û xurtkirina aboriyê divê gav bê avêtin û got:“Li Tirkiye û li Kurdistanê roj bi roj qeyrana aboriyê kûrtir dibe. Em wek ciwan kar nabînin. Sedema vê ew e ku pereyên divê ji bo aboriya welat bên xerckirin ji bo şer tên xerckirin. Ger pereyên ku didin şer ji bo aboriya welat xerc bikin dê tu pirsgirêk nemîne. Di vê pêvajoya de divê dewlet gavên pêwîst biavêje.” Muhammed Akin jî destnîşan kir ku divê desthilat tavilê gaveke şefaf biavêje û got:"Ger jidil bin divê tavilê gav biavêjin. Ji bo çi bi mehan e rawestiyayî ne? Demên berê jî desthilatê li ser navê pêvajoya aştiyê hinek tişt kir; lêbelê bi lîstikên cuda ve dawî li wan anî. Ger pêvajoyeke aştiyê ya rast hebe dê hemû cîhan jê sûdê wergirin. Wekî hemû gelan em gelê Kurd jî perwerdehiya bi zimanê xwe yê dayik dixwazin.” Keleş Nîlî, anî ziman ku dewlet di mijara pêvajoyê de ne jidil e û got:“ Bi salan vî gelê zilm dît. Bi hezaran kes bi zorê ji gundên xwe hatin koçkirin. Daxwaza her kesî ew e ku aştî pêk bê û her kes vegere gundê xwe. Dewlet di vê pêvajoyê de ne jidil e; lêbelê em ji dewletê li bende gaveke jidil in. Aştiyê bi her kesê bide qezenckirin û dê bi aştiyê ve dawiya xirabiyê bê.”

Welatiyekî ku nexwest navê xwe bibêje jî got:"Ger dewlet di vê pêvajoyê de jidil bûya wê gav biavêta. Hêj gelek girtiyên siyasî bêsedem di girtîgehan de ne.”

MA/BÎLAL BABAT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.