Îmralî - Hêza peyv û gotinê (5)

Nurhaq GULBAHAR nivîsand —

Duşem 6 Cotmeh 2025 - 07:30

  • Heqîqeta ku li gotinê hatiye parvekirin di hişmendiya Rêber APO de her tim avakariya sereke bûye.

Henase di tevahî zindiyan de nîşaneya jiyan û zindîbûnê ye. Jiyan, di navbera henaseya yekem û ya dawiyê de dibe serpêhatiyek. Kurt an dirêj, lawaz an xwirt, di nav kevaneke ku ji henaseyan pêk hatiye de berdewam dike jiyan. Lê di heman demê de henase dibe avakarê diyardeyeke din. Ew jî deng e. Dengê di zindiyan de bi henase ava dibe û her zindiyek xwedî dengekê ye. Lê di mirov de dengê ku di encama henase de pêş dikeve guhertinekê pêk tîne. Deng di mirov de dibe peyv, dibe gotin, dibe nav, dibe ziman û dibe heqîqeta ku li peyvê barkirî. Di nav xumamiyeke sergirtî de bi dengekî taybet navlêkirina diyardeyan dibe sedema veqetandineke pir dijwar a ji zindiyên din. Pêwistiya navlêkirinê çawa derket û çi kir ku ev pêk were mijareke lêkolînê ye û heta niha derbarê vê mijarê de her çend lêkolînên berfireh hebin jî lê di hêla bersivdayîneke têrker de hê jî bi awayekî kamil bersivek derneketiye. Lê di vê mijarê de hevbeşiya ku heyî ewe ku navlêkirin, di hişmendî de bi deng pênasekirina diyardeyê, bi jinê re destpêkiriye. Navlêkirin bi gotineke din teşegirtina deng, di hişmendî de razberiyê bi xwe re aniye û ev razberî dem û mekanê derbas kiriye. Bi ziman ji dema niha çûyîna demên borî û dahatuyê pêk hatiye û sînordariya mekan hatiye şikandin. Bi hêza peyvê her der û her dem ji mirov re dergehê xwe vekiriye.

Ji ber wê jî yê nav lê dike dibe xwedî çarenûsê, yê xwedî çarenûsê ye jî digihîje heqîqetê. Hêz û wateya ku li peyvê hatiye barkirin, têgîn û navlêkirinên ku hişmendiyan ava dike her tim mijara ramanê bûne. Ev qad weke retorîk jî hatiye binav kirin. Heqîqeta ku li gotinê hatiye parvekirin di hişmendiya Rêber APO de her tim avakariya sereke bûye. Tevgera azadî û şerê hebûna gelê Kurd bi heqîqeta ‘Kurdistan mêtîngeh e’ destpêkiriye û şerê 52 sal û 10 rojan ê vê têkoşînê bi vê heqîqeta ku li peyvê hatiye barkirin dewam kiriye. Herî dawî daneheva 27 salên Îmraliyê jî li ser hîmê avakariya heqîqeta gotinê birêve diçe.

Retorîk huner û heqîqeta gotinê ye. Ev bi xwe re hişmendî tîne. Ji ber wê Rêber APO dibêje; ‘Ger hevokekê bidin min, ez dikarim bi vê hevokê hemû gerdûnê rave bikim.’ Ev di şaneyê de rave kirina jiyanê ye, di mirov de dîtina gerdûnê ye û xwe gihandina heqîqeta xwebûnê ye.

Hunermendiya retorîkê û şênberkirina wê çarenûseke şayanê mirovahiyê bi xwe re tîne. Di vê mijarê de jî herî baş dîsa Rêber APO di hevdîtinên xwe de tîne ser ziman û dibêje; ‘Hêza çalakiyê li peyvan barkirin, ji bo min hunereke polîtîke. Ji vê re dibêjin retorîk. Dikarim dakevim pir nermahiyê jî lê dikarim pir hişkahî bilind jî bikim. Her hişmendiyek retorîkeke xwe heye. Ez raber dikim.’

Ev raberkirine ku di roja me ya îro de çarenûseke bêhempa ji bo gele Kurd, gelan û baweriyan re rê nîşan dide. Li gorî vê, navlêkirinên ku heqîqeta çarenûsî diyar dike, demokrasi, komûn, azadiya jinê, eko-ekonomî û netewa demokratik e. Li gorî vê şikandina çerxa xwîn û mirinê û ji vê derbasî çerxa av û jiyanê bûyîn, di encama yekbûna bi heqîqeta peyv û gotinê ve girêdayî ye. Ya ku li Îmraliyê bi ser dikeve jî ev e.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.