Îmralî-Werçerxiya Dîrokê (8)

Nurhaq GULBAHAR nivîsand —

Duşem 10 Mijdar 2025 - 07:30

  • Di encama avakirina aqlê Kurd de, di heman demê de kesayetiyên Kurd de di roja me ya îro de pêşengtiyê ji dîrokê re tê kirin.

Ehmedê Xanî yê xwedî xîret û helwestê, di sala 1689an de, pirtûka xwe ya bi navê Mizanul Edep nivisand. Lê em vê pirtûkê weke Mem û Zîn nas dikin. Ehmedê Xanî bi çîroka evîna destanî ya Mem û Zînê, di heman demê de bi taybetî rewşa serdema tê de, xwendina rewşa siyasî, civakî û dîrokî û her wiha pêşbîniya dahatûyê jî, bi awayekî hunerî tîne ser ziman. Weke çîrok, serpêhatiya evîna Mem û Zînê ne tenê çîrokek ji çîrokên evîndariyê ye, her wiha xwedî daneheveke xwirt e. Lê di heman demê de di çend sernavên heman pirtûkê de ku Ehmedê Xaniyê nemir armanca nivisandina pirtûkê aniye ser ziman dahûrandinên pir aşkere û xwedî paşxaneyekê nivisandiye. Ev beş divê di avakirina aqlê Kurd de ji çîroka pirtûkê bêtir kur werin destgirtin. Bi taybetî ji bo roja me ya îro jî ku em weke gelê Kurd ji pêvajoyeke binyadî derbas dibin, li ser hîmê dîrokî û civakî destgirtin grînge. Ehmedê Xanê di beşeke pirtûka xwe de qala taybetmendiyên civaka Kurd, nasname û pirsgirêkên heyî dike. Ehmedê XAnî di beşa bi navê ‘Bilêvkirina Xîret û Cesareta Qebîleyên Kurd û Nîşandana Bêşensiya Wan’ de dibêje;

Cewamirî û hîmmet û sexawet

Mîrînî û xîret û celadet

Ew xetm e ji bo qebîlê Ekrad

Wan dane bi şîr û hîmmetê dad

Hindî ji şecaetê xeyûr in

Ew çende ji minnete nufûr in

Lew pêkve hemîşe bê tifaq in

Daîm bi temerrud û şiqaq in

Ger dê hebûya me ittifaqek

Vêkra bikira me inqiyadek.

Ehmedê Xanî bêminnetiyê weke taybetmendiyeke gelê Kurd pênase dike. Lê ev bêminnetî di hundirê xwe de ne yekbûnê û her wiha pirsgirêka pêşengtiyê jî bi xwe re tîne.

Lê di roja me ya îro de heke em lê mêze bikin, dikarin bêjin ku di rewşa heyî de yê ji civakan re, ji dîrokê re pêşengtiyê dike Kurd in. Di encama avakirina aqlê Kurd de, di heman demê de kesayetiyên Kurd de di roja me ya îro de pêşengtiyê ji dîrokê re tê kirin. Ev rastî peywendiya xwe bi destgirtina civak û dîrokê ve girêdayî ye. Weke tevgera siyasî ya Kurd xwedî ezmûn û zanebûneke cidî li holê heye. Ev rastî ji hêla dijberan ve jî tê qebûlkirin ku aqlekî Kurd weke diyarde û şênber heye. Di nav hevkêşeyan de ji xwe re cihê jêneveger peyda kiriye. Lê mixabin di pratîk û birêvebirina kar û xebatan de bi taybetî di qada siyasete de hê jî zimanekî ku ne li gorî destkeftiyan, ne li gorî daneheva heyî û ne li gorî pêşengtiya hişmendî ya ku ferqa herî mezin di vê erdnîgariyê de avakiriye de derdikeve holê. Bi zimanê gazinc û xwestekên layekî di qada siyasetê de cîh digrin, spasî ji gotineke îradeya siyasî ya ku bi salan ew û îradeya gelan di zindanan de hêştiye re dikin. Hêza me ya gotinê ya ji parzûna dîrokê hatiye mixabin têra heqîqetê nake.

Rêber APO derbarê helwestên bi vî awayî de di hevdîtineke xwe de destnîşan dike û dibêje ‘Ev ax, stûxwariyê qebûl nake. Di vê de israr nekin.’ Ev hevok ji tevahî azadîxwaz û pêşengan re rênîşaneyeke pir bi wateye. Hêza wate û gotinê bi taybetî bi girêdana dîrokî û civakî re yek dike û diyardeya avabûyî destnîşan dike. Di heman demê de piştî 300 salan bersiveke dîrokî, ji Ehmedê Xanîyê xwedî birin re jî dide. Stuxwariyê red dike, layiqê axa xwe derdikeve, bêminnetiyê dike zemîna tifaqê û ji her diyardeyê wêdetir jî aqil û kesayetek nû yê Kurd ava dike. Bi şîroveyeke pir kur nêzî çîroka Mem û Zînê dibe. Daxwaz dike da ku bi rol û misyona avakariya dîrokî rabin û hêza ziman jî li gorî vê be. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.