- Îmrali azadiya berpirsiyariya hilbijardinê nîşanî me dide. Ji bo dîroka azadiyê jî, di sedsala 21. de, vê hilbijardinê weke daneheveke herî hêjayî jiyanê yanî jinê peşkeş dike.
Di tevahiya dîroka mirovahiyê de hin diyarde, mijar ango têgîn xwedî cihekî taybet bûne. Hişê mirov mijûl kirine, lêgerîna wateyê pêş xistine û hewildana fêhmkirinê pêk anîne. Ferqa mirov di wateyê de xwe avakiriye û bi wateyê cudahiya herî mezin pêk aniye. Helbet diyarde û têgînên ku serpêhatiya mirovahiyê xwe li ser daye avakirin, di roja me ya îro de jî her berdewame. Diguhere, vediguhere, paradoksan jiyan dike, hin caran li ser zêde dike û hin caran jî zêdehiyê diavêje û hewil dide xwe bigihîne ya herî xwerû û paqij.
Yek ji van diyardeyên ku ji bo mirovahiyê her dem û her cîh weke diyardeya sereke bûye azadî ye. Azadî û ji bo civak û takekes wateya azadiyê, bi serê xwe mijareke felsefe û wateyê ye. Lê ya grîng çerxerêya ku weke têgîn, diyarde û wateyê derketina hişmendiya azadiyê ye. Diyarde bi dijberî xwe wate bidest dixe. Li gorî vê bi qasî azadiyê û heta jê zêdetir jî divê li ser ya dijberî azadiyê jî bê fikirandin. Yanî koledarî. Du diyardeyên dij hev lê biqasî dijbertiyê, du diyardeyên paradoks. Bi kêliya pêkanîna koledariyê ya bi destê mirovê bi hêz a xwedî qudreta mirin û jiyanê, azadî jî weke hîmekî jiyanê di nav civakê de, di nav hebûna takekes de cihê xwe digre. Di cewherê xwe de dîroka heyî weke dîroka koledarî û dîroka azadiyê jî dikare bê destgirtin. Dîroka serdestiyê di heman demê de weke dîroka koledariyê jî dikare bê xwendin. Û ev dîrok bi hemû hurguliyên xwe, bi her awayî hatiye nişandan. Lê dîroka azadiyê, reng û teşeyeke din digre ber xwe û di hişmendî û bîreweriya hevbeş a civak û takekesan de cihê xwe girtiye. Dîroka koledarkirin û desteserkirina mirov jî, yekem car li ser jinê tê avakirin û piştre ev hişmendiya mutlaq a serdestiyê li tevahî civak, çîn û gelan pêk tê. Ji ber wê heke bê gotin ku dîroka azadiyê dîroka jin û nirxên hevbeş ên mirovahiyê ye wê ne diyardeyeke şaş be.
Di vê mijarê de berpirsiyariya hilbijardinê weke nirxekî hevbeş a azadiyê ye. Hilbijardin û ser xwe girtina berpirsiyariya vê hilbijartinê dibe ku weke pênase me nêzî hizra azadiyê bike. Hilbijardin ji ber ku meyla takekes û ya dîrokê diyar dike. Li gorî vê di roja me ya îro de tişta ku li Îmraliyê diqewime û pêk tê ev e. Hilbijardineke binyadî ya ji bo jiyanê heye. Ne aştî, çareserî û lihevkirin an jî pênaseyeke din. Ji ber ku di wateyê de ev pênase têra ya heyî nakin. Lê heke em bêjin li hemberî mirin û kuştinê, hilbijardina jiyanêye wê bêtir cihê xwe bigre. Ne tenê hilbijardin jî di heman demê de berpirsiyariya dîrokî û siyasî û civakî jî li ser xwe girtine. Di daxuyaniya 27ê Sibatê de ev eşkere ye, di helwest û rênîşankirinê de ev xwe nîşan dide. Her hewildanek vê yekê piştrast dike.
Îmrali azadiya berpirsiyariya hilbijardinê nîşanî me dide. Ji bo dîroka azadiyê jî, di sedsala 21. de, vê hilbijardinê weke daneheveke herî hêjayî jiyanê yanî jinê peşkeş dike.
parvê bike

Nivîsên Nurhaq GULBAHAR
Îmralî-Werçerxiya Dîrokê (8)
10 teşrînê
Îmralî - Avakirina xeyala hevbeş (7)
27 cotmeh
Ji Gulistan heta Narîn û Rojînê
20 cotmeh
Îmralî - Jiyan Xelate (6)
13 cotmeh
Îmralî - Hêza peyv û gotinê (5)
6 cotmeh