- Belê, 31 sal bi şûnde ji zindanê derketim. Çûm gund, cih û warê em lê mezin bûn, li ser rêçên me yên berê meşiyam. Dil pir dixwast ku em tev bi hev re bûna lê çibikim hûn çûn ez tenê mam. Lewma jî barê vegotina we mîna rûmetê li ser milê min e.
NÎZAM ALGUNERHAN
“Xwezî min sed ser hebûna
Sed hezar dev pê ve bûna
Ew hemûl'medhên te bûna
Hêj bi wan noqsan im ez”
Feqîyê Teyran
Rêheval Dilxwaz, Apê min ê dilbuhişt ez çiqas te bi bîrtînim an dixwazim li ser te nevîsekî binivîsim ev çarînên Feqiyê Teyran tên bîra min. Nozdeh sal berê gava min di zindanê de agahiya şahhadeta te girt hingê jî min bi vê helbesta Feqiyê Teyran dest bi vegotina te kiribû. Jiber ku vegotina lehengên mîna te ne hêsan e, di hemû pirtûkên pîroz de tê gotin ku ”Pêxemberan jî pêşîyê dawa nefsa xwe kirine” Lê te tucan nefsê nexist pêşiya dilovaniya xwe, lewma jî hîn di pêngavên destpêkê de tarz û şêweya meşa te ya jîyanê ji yên der û dora te cûda bû. Hin di zarokatiya xwe û nû ciwaniya xwe de gava te karek dikir herkesê ku didît digot “Ê ku va kara kiriye Memed-Alî ye” Çimkî kiryarê te pak û ji dil bûn.
Hejdeh sal bi dû şahadeta te re rastî nivîsek şehît Qasim Engîn hatim ku jibo biranîna te nivîsiye û gotiye; “Ez di destpêkê de dibêjim û dinivisînim ku hin rêheval hene di zayinê de PKK'yî nê. Li gor min rêheval Dilxwaz berî ku were nav PKK'yê, PKK'yî bû. Wî tu caran îxanet li hestên xwe nekiriye. Wi tu caran bêhedi nekiriyê û tu caran li hember bêdadiyê stûyê xwe xwar nekiriye. Wî tu caran tahamulî zordestiyê nekiriye. Wî tu caran li ber desthalatdariyê serî netawandiye. Wî tevahîya huner başiyên ku mirovahiye avakiribû di dilê xwe de komkiribû…” Belê, rêhevalê asoyê bilind û gulên li rûyên şikerên zinaran, mirovên bi hev re di şiverêken dûr û direj de hilkişîyane asoyê bilind, di zulmeta şevên reş de, di kemînên bêbext de bedena xwe ji hevalê xwe re kirine mertal, di zivistanên seqemî de bi dilgermiya xwe ji hev re bûne havîn û li ciyan bi xwîdan û xwîna xwe dîrok nivîsandine, hev û din mîna kefa destên xwe nas dikin. Loma vegotina wan wek ya şehît Qasim Engîn zelal û sade ye.
Dayê te di xewna xwe de dîtibû
Çimkî li çiyan bawerî, xwîdan û xwîn e, lewma jî wekî avê zelal e. Îro salvegara19’an a şahadeta te ye. Her dilê ku te tê de şitlê azadiye çandiye îro bûye bax û tu di wan baxan de gula sor î, çimkî rengê tê yê jiyanê tim sor bû. Jiber ku sor rengê serhildanê, rengê jiyana wekhev û azad e. Tu di zanî şeva berî şahadeta te dayê jî te di xewna de bi fanîlekî sor dibîne. Deyê berî dilovaniya xwe bi mehekî hat zindandê hevdîtina min. Li hember min rûnişt, bi çavên tijî – jiber ku nedixwast neyar hestirê çavê wê bibînin- got; “Şevekî berî şahadetê Apê te hat xewna min, fanîlekî sor ê temîz lêbû. Ji min re got dayê mîha me ya gewr li ber zayînê ye, yekî rêke bila here lê binêre da ku berx nav lingê pêz nekeve. Min jî jê re got; wele ez qefilîme, kesek tune tu here lê binêre. Wî jî got ez nikarim. Lawê min ê wek çîyayekî, di xewnê de gazî min kir lê ez ranebûm. Ez rabûma min ê hawara xwe bigîhanda xizir, xizir wê bi destê wî bigirta ew ji wê derê derxista. Lê ez çibikim xewa mirinê kete ser min ez ranebûm.”
Barê ji çiyayan girantir
Tu li çiyayê Rojhilatê welat bûyî û dayê jî li Fransa, li xerîbiyê bû. Dîsa jî ji ber ku xwe nedigihand te tim xwe sûcdar hîs dikir. Hingê min careke din fêm kir ku dil û hişmendiya ku kûrahiya vê hezkirinê û giraniya vê berpirsiyariyê fêm neke nikare bibe şoreşger. Çimkî hezkirin û fedekariya dayîkan bêsînor e. Lewma jî barê ser milê wan ji çiyayan jî girantir e. Çawa ku dayikek bi kenekî xweş wek teyrekî bi bask dibe û difire, şoreşgerek jî bi hêviya jiyanek azad çiyan hildigirin ser milê xwe, jiber ku dizanin her hezkirin û berpirsiyariya wan wek ya deyikekî nebe nikarın çiyan rakin.
Vegotina we rûmeta min e
Belê, 31 sal bi şûnde ji zindanê derketim. Çûm gund, cih û warê em lê mezin bûn, li ser rêçên me yên berê meşiyam. Bi bîranînên me carna xemgîn bûm carna şa bûm. Çûm serdana Rûkenê min jê re behsa te û hevalê Çiya kir. Dil pir dixwast ku em tev bi hev re bûna lê çibikim hûn çûn ez tenê mam. Lewma jî barê vegotina we mîna rûmetê li ser milê min e. Wekî Feqiyê Teyran gotî; “Xwezî min sed ser hebûna, Sed hezar dev pê ve buna hêj ji wan noqsanim ez.” Tevî noqsaniya xwe jî mecbûrim vebêjim.
Çavê me li we geriya
Belê hevalê hêja! Piştî 26 salan me cardin dengê Rêber APO bihîst, dîmenê wî dit wekî ku em hemû şehîdên dilsoz bibînin em hestewar bûn û çavên me tijî bûn. Û gava hevala Besê mîna şepalekê da pêşiya şervanên leheng û birayara Rêber APO bicîh anî çavên me li we geriya, me we jî di rûyê şervanan de dîtin û me hemû gulên dilê xwe raxistin ber lingên we. Hevalê hêja di hemen demê de îro roja şahadeta şehîdê nemir Dr. Abdurrahman Qasimlo ye. Wî bi minet û rêzdarî bibîrtînim hêvidarim rejîma melayên kujêr a ku hûn bi hezaran ciwanên azadîxwaz qetilkirine zû hilweşe. Bawerim ew roj ne dûr in. Bi hêvîya rojên şad û azad bimînin di nav gûl sosinan de…Şehîd namirin!
Nasnav: Dilxwaz Bîngol
Nav û Paşnav: Mehmed Elî ALGUNERHAN
Cih û Dîroka Jidayîkbûnê: 1966 Çewlig-Sîmsor
Navê Dayîkê: Seyran
Navê Bav: Sebrî
Cih û Dîroka Tevlêbûnê: 1988 Ewrûpa
Cih û Dîroka Şahadetê:13/07/2006 Merîwan