Xwedîderketin welatparêzî ye
Sêşem 5 Tebax 2025 - 03:20
Li navçeya Licê ya Amedê li gundê Mîzak, tê xwestin ku kana madenê ya sifir bê avakirin. Berxwedana bi pêşengiya jinan li dijî kana madenê hat destpêkirin didome. Gundiyan diyar kirin ku şîrketê bêyî rapora Nirxandina Bandora Hawirdorê (ÇED) dest bi xebatê kiriye û ji ber van xebatan ava gund hatiye birîn. Gundî ji şîrketê re dibêjin ji vir herin û li ber xwe didin. Jinên li dijî kana madenê li berxwe didin jî diyar kirin ku wê xwedî li axa xwe derkevin û xwedîderketina axê welatparêzî ye.
Melek Akgun bi salane li gund dijî û got:“Ji roja kana madenê hatiye avakirin av ziwa bûye. Ava me birîn. Baxçeyên me sebze û fêkiyê me hişk bûn. Berê ji çiya û geliyên me av dihat. Lê niha em ji bo vexwarina xwe avê nabînin.Em şîrketan li gundê xwe naxwazin. Bila ava me şûnde bînin. Bila ji gundê me derkevin. Em ji berxwedana xwe şûnde gavê navêjin.”
Jina bi navê Sarya Alan jî destnîşan kir ku ji ber ava wan ziwa bûye sebze û fêkî neçandine û got:“Dixwazin gundên me biqedînin û me jî ji vir derxînin. Lê divê ev şîrket ji vir derkeve. Wekê din riya wan tune ye. Em dibêjin ku ji vir derkevin. Hewcedariya me bi tu tiştekî wan tune ye.”
JINNEWS/AMED