Gerîlayên jin manîfestoyê nîqaş dikin
Sêşem 5 Tebax 2025 - 03:45
Manîfestoya Aşitî û Civaka Demokratîk ku piştî 47 salan hat nivîsandin, beşa yekemîn jî pêşkêşî Kongreya 12’emîn ya PKK hat kirin û şûnde dema temamiya manîfestoyê gihîşt destê gerîlayên jin nîqaşkirina mijarên di manîfestoyê de hatiye dest girtin didomînin. Gerîlaya Tevgera Azadiya Kurd Evrîm Tolhildan, kelecana ku manîfesto û dîmenê Rêber Apo ku di 9’ê Tirmehê de hat weşandin di wê û rêhevalên wê de ava kirî, nîqaşên li ser Manîfestoyê dane meşandin, bi ajansa me re parve kirin. Gerîla Evrîm da zanîn ku kelecanek mezin ji temaşekirina dîmenên Rêber Apo girtine û got:“Pir hevalan xwestin wan kêliyan yekser di rojnivîsên xwe de binivsînin. Dema me li Rêbertî, çavên Rêbertî mêyze dikir hêviyek pir mezin hebû, hêviya serkeftinê hebû”. Derbarê Manîfestoya ku Rêber Apo wek nexşerêya pêvajoyê pêşkêş kir de hestên ku wê bixwe û hevalên wê jiyankirî jî bi vî awayî anî ziman:“Dema me manîfesto dixwend me nedikarî em li cihê xwe bisekinin. Me dixwest em Rêbertiya xwe, her gotina ku bikaranî me dixwest em rast fêm bikin. Me jî wek Rêbertiya me di manîfestoyê de anî ziman, bi awayê komûn Manîfesto xwend û nîqaş kir. Rû û hûndirê çavê her hevalekê pir cuda dikeniya.”
Rêbertiyê pênaseya me kiriye
Gerîla Evrîm ku dibêje “Mirov di manîfestoyê de xwe dibîne” gotinên xwe wiha domand:“Min wek jinekê got Rêbertî min ango gerdûnê pênase dike. Ji ber ku Rêbertî xîtabî her kesê û her tiştî kiribû. Çareseriya pirsgirêkên civakî jî danibû holê.”
Gerîla Evrîm dibêje ku Rêber Apo di manîfestoyê de bal dikşîne ser rêxistinbûna civakê ku ji rêxistinbûna şaneyan dikeve rê, ji bo pêşî li qetlîamên jin û zarokan bê girtin girîngiya rêxistinbûnê jî bi van gotinan tîne ziman:“Ger rêxistinbûna Rojîn hebûya Rojîn nedihat qetilkirin, ger Narîn di nêvengek rêxistinî de mezin bibûya Narîn jî nedihat qetilkirin. Ger ez di nav wê civakê de bûma, ez ê jî bibûma Ozgecan, Rojîn û Narînek. Ji bo Ozgecanên cuda, Rojîn û Narînên cuda çênebin pêwîstî bi rêxistinbûna jinan heye.”
Divê her jin gotin bi gotin bixwînin
Gerîlayên jin Manîfestoya Aşitî û Civaka Demokratîk tenê naxwînin heman demê de bi pêşniyarên şênber bîryardariya xwe datînin holê. Di nîqaşên ku di komûnên xwe de dimeşînin de, li ser berpirsiyariyên ku dikeve ser milê jinan û tiştên divê jin di vê pêvajoyê de bikin jî nirxandinan dikin. Gerîla Evrîm diyar dike ku ger sal jî derbas bibin wê Manîfesto hêza xwe zêde bike, bandora xwe bidomîne, manîfesto ji bo hemû mirovahiyê, bi taybet ji bo jinan e û got:“Pêwîste hemû jin Manîfestoyê beş bi beş, gotin bi gotin bixwînin û xwe di manîfestoyê de bibînin. Enerjiya herî herikbar di jinê de ye. Ji ber vê sedemê ya ku ji manîfestoyê re pêşengtî bike jin bixwe ye. Wek jinekê xwendina manîfestoyê, lêhûrbûn kirin û derbasî jiyanê kirin erka her yek ji me ye. Baweriya me bi Rêbertiya me jî bi fikrên Rêbertiya me jî heye. Ji ber vê sedemê em bawer dikin ku wê serkeftin ya me be.”
ANF/BEHDÎNAN