- Şagirtên di sala perwerdehiyê ya 2024-2025an de, li dibistanên seretayî yên Eyaleta Bremenê beşdarî dersên kurdî bûn, bi wergirtina karname û bawernameyên xwe, ketine betlaneya havînê.
Di vê sala perwerdehiyê ya di 2yê Tîrmehê de, bidawî bû de, ji aliyê Mamoste Emîn Akbaş û Mamoste Ronî Stêrk ve li 8 dibistanan dersên kurdî bi awayekî serkeftî hatin dayin. Di vê salê de, li heşt dibistanan, di 34 koman de, bi tevahî 258 şagirt bi kêfxweşiyeke mezin, serast û bi rêjeyeke bilind, beşdar bûn.
Li Eyaleta Bremenê hemû şagirtên beşdarî dersên kurdî dibin, li gorî rewşa rêbaza dibistana seretayî, mîna dersên din, ji bo dersên kurdî jî, di derbarê pêşveçûna şagirtan ya hînbûna wan de kurteraporteke ji aliyê mamosteyê dersên kurdî ve tê amadekirin, werdigirin û ji aliyê mamosteyên wan yên polê ve li karnameyên (Zeugnisên) wan tên nivîsandin. Herwiha şagirtên xwendina xwe ya dibistana seratayî diqedînin, ji xeynî kurteraporta rewşa pêşketina wan ya dersê, bawernameyeke fermî (Urkunde) ya li ser navê dibistanê tê amadekirin û ji aliyê mamosteyê dersên kurdî û gerînendeyê/a dibistanê ve tê îmzekirin, werdigirin. Hêjayî gotinê ye, ku ev bawername dikare di pêşerojê de kêrî wan were, gava ew bi karekî têkildarî zimanê kurdî ve mijûl bibin.
Li ser pirsa me, mamosteyê dersên kurdî Emîn Akbaş got: "Ez ji sala perwerdehiya 1992-93an, ango ji demeke qasî 33 salan ve, bê navber li Bremenê, li dibistanên seretayî dersên Kurdî didim. Ez dikarim bêjim, ku tevî di vê sala perwerdehiyê de, hin pirsgirêkên min yên tendûrisrtiyê derketin jî, min piraniya mijarên di bernameyên salane de cih girtibûn, pêk anîn.
36 şagirt dibistana seretayî qedandin
Mamoste Emîn Akbaş wekî din jî, pêde çû û got: "Di vê sala perwerdehiyê ya îro (2yê Tîrmehê) bi dawî bû de, min li sê dibistanên seratayî ders dan. Li van hersê dibistanan 64 jê keç, 61 jî kur, bi tevahî 125 şagirtên polên 1-4an yên ji aliyê dê û bavên wan ve hatibûn nivîsandin, di 17 koman de, serast û bi kêfxweşiyeke mezin beşdar bûn. Ji van 36 şagirtan xwendina xwe ya dibistana seretayî qedandin û derbasî polên pêncan yên dibistanên din bûn. Ez dikarim bêjim, ku îsal jî, rêjeya beşdariya serast gihişte asteke waha bilind ya nêzîkî ji sedî sed. Ez di wê baweriyê de me, ku ezê bikaribim di sala perwerdehiyê ya 2025-26an de jî vê rêjeya bilind ya beşdariya serast, biparêzim. Li gorî hijmara zarokên heta roja îro ji bo beşdariya dersên kurdî hatine nivîsandin, ezê di sala perwerdehiya 2025-26an de, li van sê dibistanên seretayî dersên kurdî bidim; Schule Am Wasser (Grohn), Schule an der Robinsbalje (Huchting) û Schule Kirchhuchting (Huchting).”
Hewldana zêdekirina polan û mamosteyan
Emîn Akbaş da zanîn ku ji bo polên nû û mamosteyan di nav hewldanan de ne û got; “Wekî din jî, li gel Senatoriya Zarok û Perwerdehiyê, him ji bo zêdekirina dibistanan, him jî, ji bo zêdekirina polên ji çaran û bi jor de û him jî, ji bo tayînkirina mamosteyên nû, hewldanên me berdewam dikin. Di vê sala perwerdehiyê ya bi dawî bû de, Senatoriya Zarok û Perwerdehiyê, bi hincetên tedbîrên teserûfê yên bûtçeyê, tayînkirina mamosteyên nû pêkneanî. Eger em tevî parlamenterên kurd yên di parlemena Eyaleta Bremenê de cih digirin, herwiha di serî de YEK-Mal, sazîyên kurdistanî û malbatên heremê, bi hev re hewldanên xwe berdewam bikin, ez bawer dikim, ku emê bikaribin di vê salê de mamosteyên nû bidine tayînkirin û derfetên dersdayînê ji bo polên ji 4an bi jor de jî, bidestxînin.“
Alîkariya malbatan hêzê dide me
Li ser pirsa me, Mamoste Ronî Stêrk jî rewşa kar û xebatên xwe yên dersên kurdî waha anîn ziman: "Di vê sala perwerdehiyê ya bidawî bû de, min li pênc dibistanan û di bîst guruban de, ders da 133 şagirtan û ji van 20ên polên çaran xwendina xwe ya dibistana seretayî qedandin. Li gorî hijmara zarokên heta roja îro, ji bo beşdariya dersên kurdî hatine nivîsandin, ezê di sala perwerdehiya 2025-26an de, li van dibistanan dersan bidim: Tami-Oelfken-Schule (Lüssum), Grundschule an der Andernacherstr. (Osterholz/Tenever), Grundschule am Pfälzer Weg (Osterholz/Tenever), Rönnebeckschule (Rönnebeck) û Grundschule an der Brinkmannstrasse (Hemelingen).“
Wekî din jî, mamoste Ronî Stêrk anî ziman, ku bi alîkarî û piştkiriya hemû saziyên Kurdan yên li Bremenê, bi navên "Civaka Kurd ji bo Perwerde û Hînkariyê" û Yekîtiya Malbatên Kurdistanî li Bremenê (YEK-MAL) du komel fermî hatine damezirandin û çalak dixebitin. Ew gelek bi hêvî ye, ku malbatên kurd wê di nav van komelan de cih bigirin û bi alîkariya malbat û saziyên kurdan yên li Bremenê, serkeftî bigihîjine armancên xwe.
Hevkarî û alîkariya saziyan girîng e
Mamosteyên zimanê kurdî Emîn Akbaş û Ronî Stêrk wek peyva dawî gotin: “Wek salên derbasbûyî, me îsal jî, bi alîkariya malbatan, bi piştgiriya Yekîtiya Mamosteyên Kurd li Almanyayê-YMK û Sendîkaya Perwerde û Zanistê (Gewerkschaft Erziehung û Wissenschaft-GEW) û herwiha bi xebateke baş bi Senatora Zarok û Perwerdehiyê (Senatorin für Kinder und Bildung), dibistan û mamosteyan re, saleke perwerdehiyê ya serkeftî li pey xwe hişt.
Eger ne bi hevkarî û alîkariya van sazî û dezgehan bûya, ne mimkûn bû, ku em 33 salan bê navber û bê pirsgirêk perwerdehiya dersên kurdî berdewam bikin. Ji bo alîkarî û piştgiriyên wan saziyên navborî yên em bi vê serkeftinê şa kirin re sipasiyên xwe pêşkêş dikin. Em hêvîdar in, ku sazî û malbatên me wê di vê sala perwerdehiyê ya 2025-26an de hîn zêdetir li mafê xwe xwedî derkevin. Bi vê hêviyê, em ji hemû şagirt û malbatên xwe re betlaneyeke xweş ya bê derd û bela daxwaz dikin.”
NAVENDA NÛÇEYAN