OSMAN KAPAN
Gewher ê her tiştî di nava wande ye,bê gewher tîştek nabe.Her tişt ji gewherê teşe digire û li gorî wê tê binav kirin.Ku meriv li tistekî nerî, an jî bixwaze tiştekî fam bike,divê meriv pêşî li gewherê wê binere û wê baş fam bike. Ango ji bona nasînê zanîn,ji bona zanînê nasîn pêwiste.Ku meriv tiştekî nizanibe, bivê nevê çavên meriv wê li gotinên xelkê be. Îca ku meriv li yên din guhdar kir, an jî bi gotinên wan tevgeriya,an dibe parceyek ji wan,an jî wekî wan lê tê.Ma belesebeb bav û dapîra gotî ye:“ Serê vala bila biçe ber dîwara.“
Em gelên Rojhilata navîn xwediyê şaristanî yê,bingeha dîrokê bûn,zana û zanyar bûn.Felsefe,ol, hişmendiya çalak,Xwedavendî,çandinî, çand û huner,Helbest,çîrok,peykersazî, pîşeyê me bû.ew zarokên di derguşa me de hatibûne hejandin,li kolanên me lotik dan,li nava baxê me bûne şitil,li her zeviyê tilmîzîn…
Dem û dewran zîvrîn,em di nav de hem derhiner,hem şanoger bûn.Li axa pîroz Mezrabotan,dîrok ji me zayende bû, zanîn jî, ne zanîn jî ji me bû.Reş neyar destbirakê Exrîman,Ronî dost,xwîşkmaka Ahura Mazda bû.
Em ne ji axê hatibûn,lê em û ax yek bûn. Fermana Zrdeştê kal bû; me ew nediêşand,wê em xwedî dikirin bi berhemên xwe,peymana me û axê ev bû.Di baweriya me de:“Axê neêşînin,da me têr bike,da ji me nexeyîde…“hebû.Ew ji me re derguş,em pitikên tê de bê xem mezin bûyî bûn.Da pitk baş û bê tirs rakevin dayîkan pêşî kire mire mir,piştre ew mire mir bûne lorîk,lorîk bûne çîrok, çîrok bûne helbest,metelok,babl û tîştên din li hev alandin.Her tîşt wekî avê ji xwezayê diherikî.Em û helbest di xwezayê de bûne yek.Gur,Rovî,xezal,Quluing…jî serleheng bûn di çîrokên dayîkan dePişt re,gelekî pişt re wekî her tiştî dizên dîrokê ew jî, ji me dizîn.Nivîskar bû,Jean de La Fontaine..!
Dayîkan,dasî kirîn genimê sor! Di paşila xwe de av dan,bû aj ,aj bû simbîl,simbil bejin hejand,das lê peyda bû,destar û teşt bûne şirîk,tenûrê xwe sor kir,birajtin bû para wê,xwarin ya me! Pişt re em bi ajalan re bûne heval,kuçik,bizin,mîh û yên din hhem ji me re parêzvan, hem xwarin û vexarin.Belav bû gerdûn geş kir.Kevirê pêşî dayîkan danû û gotin:“ em êdî niştecî ne.“
Bihuşt derdora mala me bû,li her qeraxên çeman,li lutkeya çiyayan,li deşt û zozanan her tişt ji guliya darê,ji binê axê dihat, di çemê di bi mala me de kom dibû.Dîjle û Ferat xwîşkmak bûn,em pitikên wan.çiyayê Cudî û Ararat stuna gerdûnê,yên din parsû bûn( lê ne ya xwahr!).
Bi demê re bihuşta me jî dizîn,çemên me bûne ava zem zem,kaniyên me bûne şîrê sipî.Dora mala me bû bihuşta ne diyar,zeriyên me bûne horî!Têrrê nekir bi erd kirin.Pişt re li me bû doje.
Şanogerîya me dîzîn bi destura xwedayê nebaşiyê.Hinek ji welatê tozê,hinek jii warê acuc û macucan hatin.Bune dijminên hestan,bûne pîra sêhr xwîna me ji tiliyên me mêhtin!Helbest,çîrok,lorîk hema çi kete ber wan talan kirin,li xwe kirin mal.Bihuşta me bû dojeh…
Çemên me li ser me giriyan,rondik zuwa bûn,axa me qelişî,adan neda,erdê fedî dikir li ezman binere,her du ji hev xeyîdîn.Gêsinê cotyar erd ne diqelişand,ew jî xeyîdî bû.
Ax zilm û zilomet,kon veda li ser bextewariya axa pîroz.kanî û cobar bi kul diherikîn,teyroka zilmê bê navber dibarî,ji baxê dayîkên kedkar fêkî weşand.Em xwdiyê dîraka kevnarê bûne sêwiyên ber dîwaran.Ji wê rojê ve kenê dayîkên me jî nîvco ma,rondik zêde bûn…