Ku şape hat,ter û hişk tev li ber xwe dibe.Tofan malikwêraniye,em li gelek tofana rast hatin,hinekan em xişiqandin qeraxan,hinekan em li nav deryaya werkirin.Carina em dibûn dilopek,carina rubar.Ku em tufanên xwe bijimêrin,bawer bikin biqasî yê hemû gelên li gerdunê ne…Keştiya me,carina ber bi pêlan diket,xerq dibû.Ew bela ba yê bû û me ji xwe re nedikire xem.Lewra tişta ji derve biqasî xwe em kaş dikirin.Lê zor;yê ku di keştiyê de,bi dizîka binê wê qul dikirin xetere bûn.Ew jî dibû barê giran li ser milê kaptan.Tofanên li me rabû yî,ku li nebû Nuh rabûbana,keştiya wî gê di binê heft tebeqeyên deryayê de xerq bibûna.Li hawara wî yezdan dihatin!Ma ya me?Yên ku dihatin hawarê jî,hevaldizê qulkirinên keştiyê bûn.Ji wê bû tofanên me mezin bûn,lewra hemû yezdanên demê heval bûn li hemberî me…Ji tofanan bihar jî me rêstin,êş me xistin kefa mista xwe û em meşîn,me birîn bi hêstirên çavên dayîka keyandin,bi xeyalên keçên xame,xortên nûaj pêçan.Hebûn di tunebûnê de aj kir û meşiyan.Keştiya me heftê û heft carî ji ya nebî Nuh mezintir bû,tofanên ku lu me rabû yî heftê û het carî ji ya Nûh bi hêztir bûn.Lê hîn çîroka vê nehatiye nivîsandin.Me xweda û xwedavend li ser erda mirî zindî kirin,porê Înana bi şeyê kezwanî şeh kir,dek û derewên xwedayan eşkere kir û bi hezaran keştî li deryayan belav kirin.Îro xwedavendî bu ye navê berxwedana hemû jinên cîhanê…
Me di heyaman de xwen kedî dikirin
Evîn di hêlînê de dimelisand
Li erd û ezman
Heyam li heyaman dipêçan
Keçên xame yên dest bi hine
Rûdêm gulî
Xortên çelenk nûaj
Di xeleka agir de
Dîlana azadiyê digirtin
Li ser xaka welatê rojê
Ji dilopek baranê
Çem diherike,aş digere
Di çavên me de,stêr melul dibin
Gerdûn tê dîtin,heyv melul dibe
Xweda û xwedavendên berê dihesidin vê hebûnê…
Em ketin rê,dema xatir xwestinê
Me evînên xwe yî ne jiyayî
Hemû bi şun ve hiştin
Wekî nameyê nenivîsandî
Me gul bi hesteyên dayîkan bêhn dikir
Û hezkiriyên xwe di dil de veşartin
Me got;bila li wir bin heya em vegerin
Veger jî,heya roj hilê
Li hişkesayîyên evînên me…
Em li azadiyê digeriyan
Kefen di turik de,turik li ser mil
Û bi coş me awaz dkir:
Ku serxwebû û azadî
Di dilê zarokan de lêbixe
Em azadin
Ku di kefa mista keçên xame de
Kulîlk bi bişkivin
Zarok bê xem rakevin
Em azad in
Ku qermîçonka kalemêr û pîrejinan
Bi me re bikene
Em azad in
Ku dayîk bextewar,bê bêrî kirin
Bi me re bibişirin
Em azad in
Ku ax bêhna şehîdan bifurîne
Em azad in
Ferast ev bû ji bo me…
va bihar hat
Gul vebûne li baxê dil
Bila vebin qufleyên girtî
Rayêxin nivînên bextewariyê
Bila biha û payîz li hev bi banin
Zivistan di hizrê xwe de be…
Çawa be em rêwî ne,me rêyek vekiribû û dimeşîn,ew rê êdî li me teng bû,rêyeke hîn zor û zahmet li pêşiya me ye.Tofanên ku kesî nedîtî,li pêşiya me ne.Lê me heft derya derbas kirin,em di rubarên biçuk de na xeniqin.Lewra em sond xwarî ne ku vê keştiyê bi selametî,hilkişînin lutkeya çiyayên welatê rojê…