OSMAN KAPAN
Gotina pêşiya ye;“ Ava rû qetiya…”Îca ku ava rû yê mirov qetiya,ne qedir zane,nejî qîmet.Tişta ku meriv ji giyanwerên din di veqetîne,çand,hûner,kevneşopî,nîrx ûhwd nin.Ku meriv ji vana qut bû,ji merivtiya xwe qut dibe.Ango,tiştekî ku wî di nava nîrxên civakê de bigire nîn e.Ji xwe derdekî wî yê welê jî nîn e û her tiştî li gora hineke din dike.Ango dikeve xizmeta hineke din,dibe neyarê xwe û nîrxên xwe.Qaşo “li gora xwe dike!“
Tevgera Azadîya Kurdîstanê di çi şert û mercî de derkete holê tê zanîn,çi nîrx derxistin holê jî tê zanîn.Fedakarî,zorî û zahmetiya hatî kirin jî tê zanîn.Kû Tevgera Azadiya Kurdîstanê tunebûna,dê halê Kurd û Kurdîstanê çawa bûna,dê niha Kurd di çi halîdebûna?
Ku meriv destê xwe dayne ser wîjdana xwe û rast bêje,bi yek gotinê meriv dikarê bibêje vêga li ser navê Kurd û Kurdîstanê tiştek nemabû û dagirkerên Kurdîstanê gihîstibûe armanca xwe.
Lê mixabîn hinek ên ku “Ava rû yê wan qetiyayî“ wîjdana xwe xistine berîka xwe û bi wêna li ser sifra xelkê hestiyan dikojin.Ev kesên welê,gotinên Rêber Apo,serî û binî jê derdixin,û li gorî xwe(Ya rast li ser sîparîşa,yên ku li ser sifreyan wan hestiyan dikojin) şîrove dikin û Tevgera Azadiya Kurdîstanê reş dikin.Van kesan,tim û tim li hemberî Tevgera Azadîyê tevgeriyane.Ji bona kûrd û Kurdîstanê,tiliya van kesan jî xwîn nebû ye.Ku bi xwîn jî bûbe li ser sifreya neyarên Kurdan bi xwîn buye.Îca em ji van ava rû qetiyan re dibêjin,kiryarên gotinên we nîn in.Sibe roj bi çawa dema karê neyar bi Rayber qediya çi anîne serê wî,heman aqubet li benda we ye.
Tevgera azadiya Kurdîstanê,bi cangorî ,fedakarî û paradîgmaya Rêber Apo,ji navekî zêdetir,bû ye giyaneke civakî.Ev giyan bû ye felsefeya jiyaneke nû.Ji xwe tişta ku Tevgera Azadiya Kurdîstanê di dilê gelde rûnand û kire giyan,ev pagrewanî ya hatî kirin e.Pirr kes li ser navê Kurdîstanê derketin.Lê di şert û mercên zor de,dest jê berda û berê xwe dane jiyaneke ji rêzê.
Bi rastî jî ne hêsane ku mirov bibe pagrewanê dem û dewranan.Ji bona wê dive mirov dest ji hemû tiştên xwe yî tekakesî berde,mirina xwe bixe tur û li ser pişta xwe bigerîne,di zor û zahmetiyên herî giran de,bibêje;“oxweş!“ Mîlîtanên Tevgerê ev kirin û bi van kirinan,di dilê gelê xwe de hêlîn çêkirin.Tarîtîya zîndanê bi bedena xwe ronî kirin,zilma neyar bi berxwedana xwe têk birin.Di rojiya jiyanê de li ser texteyê kişikê neyar mat kirin!Bi guleya li çiya teqandî qereqolên tirsê hilweşandin.Zîlan bû tola Seyît Riza,dergevanên çiyayê Agirî,qereqola dijmin beton kirî hilweşandin.Bi hezaran keç û xortan can dan,bi hezaran girtî,bi sihên salan li zîndanan li berxwedan,hîn jî li ber xwe didin.Berxwedana Rêber Apo,her cureyê îşkencê bê wate kirin…Kî kare bibêje,endamên Tevgera Azadîyê,rojekê jî,ji bona xwe jiyan?Semyanê hemû endamên Tevgera Azadîyê,kefenê li ser pişta wan,kincên li wan e.Rojekê têr,deh rojan birçî ne…We di demên her zor de,dest ji welat berdaye û li ser navê tevgera Azadiyê,nasnameya mihaciriyê standiye.Ango heke win niha li wan devera ne,bi saya serê vê tevgerê ye.
Ava rû qetiyano,win kî ne û çi ne,heya niha ji bona Kurdîstanê we çi kiriye?Em zanin gotineke we ya ku di vî warî de win bibêjin tune ye.Lewra tu derdê we yî welê tune ye.Em hev baş nas dikin û em zanin win li ser kîjan sifreyê,bi kê re hestiyan dikojin!Em zanin win ji bona çi ewqasî bêperwa,êrîşî Tevgera Azadîya Kurdîstanê dikin.Lewra win zanin ku ew nebe,hestî jî nîn e.Ma ne win bûn ku di dema şer de,we digot ku şer nebe,dê mafê Kurdan bê dayîn.çawa bû niha win bi carekê dibêjin çima we dest ji şer berdaye?Êdî li hemberî we kevokên qulopanî jî,ji xwe fedî dikin!
We derdora wê kurisandiye û tenê gotina “sergo” derdixin pêş.War ew warê,lê bihar ne ew bihar e.Gel dixwîne,dibîne bê kî ji bona wan dike,ji bona wê gotin û reşkirinê we tenê di guhê we de olan didin.Ma tenê olan?Hemîn keyfa we ji vê gotinê re tê,em bêjin;“Win sergo“ne.
Hemîn win hevqasî xêrxwazên Kurdîstanê ne,ma kê destê we girtiye?Kerm bikin Kurdîstan,bi çiyayên xwe ve li wir e fermo!