OSMAN KAPAN
Ji dem û dewranên berê ve Dapîr û bapîren me gotine:“Bêbextî marê di tur de ye…“ Belê bêbextî marê di tur de ye û bi dizîka bi guzeka meriv ve dide.Bêbextî carina ji dervî merive,carina di nava meriv de ye.Merivên ji xwe dûr ketî bêbextiyê li xwe dikin.Ji xwe dûrbûn bêbextiya herî mezin e.Lewra meriv dema ji xwe biyanî bibe,ji her tiştê insanî dûr dikeve,ne xwe tenê her kesî diêşîne.Merivên ji nîrx û mîrateya jê hatî dûr ket,virt û vala dibe,tiştekî wî bigire namîne.Ew merivên welê dikarin her tiştî bikin.Lewra bi wan re ne tor,ne jî bext dimîne.
Îca dema em insan ji xwe dûr ketin,me xwe xwar!Em xwezayî bû û bi kirasê xwezayî tev digeriyan.Wê demê em û xweza dost û yar bûn.Wê dida ,me digirt.Me qedir û qîmet didayê,wê em xwedî dikirin.Ew parêzgeha me,em parazvanên wê bûn.Me ax ne di lewitand,wê em bi berhemên xwe têr dikirin.Wê demê ne zikreşî,ne jî bêbextî hebû.Bi gotina dapîr û Bapîran:“Gur û mîh bi hev re diçêrîn.“ Dema me hih dizî gur berda,neyartiya wan dest pêkir!Ma ew tenê me lawir hemî ji hev tert û belav kirin.hinek ji xwe re kirin dost hinek neyar.Wê jî têr nekir,me bêbextî,fen û futên xwe jî li wan bar kir.Ew axa ku li cem me pîroz û me digot:“Em ji axê hatine…“ango em û ax yek cewher bûn,ew em, em ew bûn.me bêbextî li wê jî kir,duv re me av lewitand û em pê de çûn.
Bi biyabûna me re xweza li me hate xezebê.Em ji nava darên fêkî,ava paqij,erda têr ber,kurt û kurmancî em ji bihuştê avêtin,şiftazî mane li çol ûbeyarên ji me biayan,birçî man,em li xwe zîvirîn,me xwe nasnekir!Lewra heya hingê em tev dinava ahengekê de bûn,tev yek,bi hev yek.Lê biyanî ya me dest pêkir.Em yek bûn,bûne gelek,me xwe kire qet qet,her qet jî navek lê kir.Hinek bûne şerma me,hinek şanazî.Ji bo em şermiya xwe veşerin,li sitaran geriyan.Pela hejîrê bû stara “ şermiyên me“!
Biyanî bûna ji xwe welê dest pêkir.Em bûne êsîrên dûr ketina ji xwe. Tirsê em dîl girtin û em bûne dîlên tirsên xwe.Ji bona wê,em ji her tiştî di tirsiyan.Ji fîzêna bayê,ji vedana bruskan,ji teyrok û bablîsokan,ji ax û ava em jê hatî di tirsiyan.çiqasî em tirsiyan,me xwe winda kir,li tiştekî,li starekê digeriyan.Tişta me ji xwe re kire sebir û hedar,dîsa bermahiya berê ,giyana dapî û bapîra bû.Me ew ji xwe re kirin sanem,sebra me bi wan dihat,û me bawer dikin ku dê me biparêzn!Em li himbêza hatî digeriyan,lewra ji bona me ew sitargeha bi ewle bû.Dem çiqasî çu em di nav de winda bûn.çîroka biyaniya me wiha hate gotin:Mirov pêşî xwe afirand,duv re xweda,afirîner bû afirîn,afirîn bû afirîner!
Çîrokên me zêde bûn,pêşî em ji hev dûr ketin bi navên cuda cuda.Du re me xweza jî kire qet,hinek bereket,hinek xezeb û dayîkan li ser nahurand digotin :Di demsalên payîzê de,em tim û tim bi keder in.Ji kîjan darê pelek bi weşe,rondike ji cavên me diniqute.Di demsalên zivistanê de,hinavê me zemhelîl e,ricfa tirsê diwerîne,birînên qemuşk girtî û em jî her roj dicemidin bi zarokê xwe yî berfîn re.Her aşite ya berfê, me jî di bîn xwe de dihêlin û êş diwerive,bi demsalên zivistanê re.Em di demsalên biharê de,dilgeş û dilgerm in.çi gulên dibişkivin,çi gulpikê diteqin û her şênahî coş dide dilê me…û çîrokan li çîrokan siwar dikin,li ser halê biyanî û bextreşiya xwe.