OSMAN KAPAN
Lêgerîn û xwebûn,di nava darindeyê de ye,her darinda hebûn û tunebûna xwe bi xwe ye. Îca di destpêka darinde yê de,lêgerîn dest pê dike. Hemû darinde bi qasî temenê xwe ne.Guhertin û veguhartina darinde yê,li gorî lêgerîna wê ye.Îca hin lêgerîn tenê ji bona hebûna xwe ye,hinek jê ji bona pirr cureyî yê ye.
Her meriv jî dîrokeke wî ya lêgerînê heye.Hin lêgerîn tenê ji bona xwe yeêlê hinek ji bona civaka xwe ye.Merivên ji bona civakê tevbigere,di kesayeta xwe de civakekê ava dike û ew dibe malê wê civakê.Di ser re çiqasî dem derbas bibe bila derbas bibe,ew kes fizîkî tunebê jî,bi kiryar û hişmendiza xwe ew di dilê civakê de dijîn.Lewra ew avakerên demê ne,tişta kirî bû ye pêşeroja civakê ,ew û civak bûne yek,êdî civak di her tiştî de ew nîrxê hatî sazkirin dibîne.Îca ew kes bi kiryarên xwe nemirin,navê wan ŞEHÎD e!
Şehîd,bi mirina xwe pêşeroja civaka xwe didina avakirin û li pey xwe mîrateyeke ku tu carî nayê ji bîr kirin dihêlin,ango temel in.Îca dema ku meriv got;ŞEHÎD kirin û mîrateya wan li ber çavê meriv zindî dibe,lewra her yekî li pey xwe firêzyeke gewre hiştiye.Firêze çiqasî gewre be,şopdarên wê ewqasî pirr in.Ji dîraka mirovahiyê heya roja me ya îro ji bona wekheviyê têkoşîn he ye û ji bona vê pirr berdêlên giran jî hatine dayîn.Her çiqasî armanca wan gelerî jî be,di pratîkê de zêde gelerî nebûne,bi herêma xwe re bi sînor mane,an jî piştî demekê ketine xwe parastina xwe û bi xwe ve mane.
Her tevgera sosyalîst li ser temelê lêgerîna wekheviyê têkoşiya ye.Lê bi demê re xwe bi xwe fetisandi ye û nebûye malê herkesî.PKK ev feraset hilweşand û ji temamê gelê bin dest re bû mînaka lêgerînê.Îro ji Hindê,Latîn Emerîka heya Efrîka yê dirûşme ya ‘Jin jiyan azadî’ peytkirina vê ye.Ya din feraseta wê ya Enternasyonal e.Ji bona wê PKKêtenê ne navek e,ew giyan e û wekî şehîdan ji gel/gelan re bûye mal.Ango ew di dilan de mayen de bû ye.Lewra ji her gelî ŞEHÎD ê wê hene.
5 temmuz a 2025 an ,li Frankfurt ê bîranîna ŞEHÎD ên Enternasyonal hate çêkirin.Ji hemû gelan malbatên Şehîdan tevlî bîranînê bûbûn.Şanazî û bexwtewarî ji ser rû yê her kesî difûrî.Em li deverna xemgîn,li deverna dilînî,li deverna şanaz bûn.Kalekî derdora 70-75 salî li pêşiya min rûniştî bû,li hember wê pirr rengî yê pirr keyfxweş dixwiya,hema ji nişkave got;Siphan ji xweda re ma ev PKK çiqasî mezin e…
Dayîka Şehîd Azad Şêrgeş ( Thomas Johana) Kristien,bi serbilindî û şanaz derkete ser dikê,bi axaftina wê re çavên me şiloke bûn.Lê piştî axaftinê bi zimanê xwe stiranek (zêmar)got,dilîniya me zêdetir kir.
Koroya Enternasyonalan bi zimanê cur bi cur stran gotin,hesteyê me rabûne lutke yê.Dema ku:’Ji bo azadiya Kurdîstan, hevalno werin çiyan,hildin tola şehîdan…’Wî yê kal dîsa di ber xwe de got:’Divê Kurd ji van ciwanên wiha dilsoz fedî bikin…Bila Kurdê bê xîret bi qurbane we bin…’
Şehîd Lêgerîn Çiya(Aleina Sanchez),keçeke ciwan ji Arjantîn ê tevlî tevgera Azadiyê bû ye,li Hesekê Şehîd ketiye.Dayîka wî Patrîsya ji Arjantînê bi temenê xweyî pêşketî hatibû bîranînê,dema derketî ser dikê,zindî,dev biken û şanaz derkete ser dike.dema qala Lêgerîn kir pêşî hestiyar bû,pişt re bi ken got:’ew li pey xeyalên xwe çû,xeyalên xwe di nava pkk de dîtinçEz bi xeyalên wî re me,li ciwane nerî û got win hemû Lêgerîn in.Şehîd namirn…Rondikên min û yê kal tevî hemûyên li wir tevlî hev bûn û herikîn ser heman robarî û em hemû bûn e yek.