OSMAN KAPAN
Hêvî pêşî bizirekî demborî bû,şîn bûna wê ne diyarbû.Lewra tişta demborî,ne diyariya bûn û nebûnê ye.Erê ew bizirê demborî,bi destê cotkarên hemdem,bû gupik,gupik bû şitil bû,şitil bû dar,darê fêkî da.Bax welê hate ber adanê.Êdî bax amade bû,baxvan pêwistbûn.Cotkarên hemdem,baxvan bi rêxistin kirin.Ji vir û pêde bax dilop dilop avdan,şopa dilopê,pêşeroj û paşeroj li hev civandin.Bax bû rengê Kurdî û zêde bû,bi rengên din re bû xwîşkmak,biramak.Hêviya demborî, bû hêviya dahata gelan.
Helbet şîn kirina bizir,ne hêsan bû.tenê ne erdnîgarî hişk bûbû,dil jî qurmiçandibûn,mêjî li ber helandinê!Pêşengên bizirê demborî,li qelîşteyekê digeriyan da bigihîjin rayên dil û di wir de bi cih bibin.Pêşî di dilê xwe de bizir şîn kirin,ketin rê.
Wekî bilbilê li ser gulê bi evîn bûn,evîn di kadîna dil de di meyandin.Gotin: ku win di quncika dilê xwe de ciyekî bidin me,emê bibin mêvanê ew û di xwebûnê de bibin yek.Lê
Derî ji pola bû,venedibû.Bûne hesinkarên hemdem,derwêşên demî,di destekî de çakuç,di distê din de turikê hebûnê!Çi deriyê vekirin kurika hedada tê de dadan,êdî kurik roj bi roj gur dibû,çiqasî gur dibû,tovê hebûnê geş dibû.
Ketin rê ya hebûn û nebûnê.Di rê de xefkên nedîtî kû li ber tunebûnê hatibûne dadan,bi destê xayîntiyê.Diviyabû ew werin peyt kirin.Lewra gelek dîldarên vê rê yê ketibûne wan xefkan de.Cihê xefkan peyt kirin,tîştên bûyîn dê çawa nebin,di meşka tunebûne de,dê çawa hebûnê bi keyînin yek bi yek peytkirin.
Li deştê agir gur kirin,di kurika hedadan de şêwe dane pêşerojê.Her ku çu rêwî pirr bûn.Êdî karwan deştê têr nedikir û diviya çiya bê dergevan nemînin.Lewra çiya bê dergevan be,deşt ne di ewlehiyê de ye.Belav bûn li her deverê.Bûne xof ketin ser dilê neyarên bizirkujan,ew xof mezin bû,xefkvedan lerizîn.Xwîn rijandin,bûne marên kor bi guzekan ve dan.Bizirkuj û xefkvedan bûne yek,da rêwîtiyê bisekinînin û karwan talan bikin.Bi qamçîyên gamêşa,xefka xayînan,şurê zilmê,zîndana ku Mem kuştî ketin tevgerê.
Rêwî belav bûn,bûne gelek.Zîndan bû mala berxwedanê,leheng afirandin.Bi niftika rêya berxwedanê ,bi agirê çaran wêrekî,bi bi berxwedana birçibûnê vîna ji pola nîşan dan.Ew bû ferman,bi guleya 15 Tebaxê qereqolên di mêjiyan de hilweşandin.
Ew bûne dilopek av û herikîn,qelîştokên heyî dagirtin,rê dirêj,şop mezin bû.Silaveke ji dil dane Xiyakserê Medî,artêş kirin diyarî.Zerdeştê kal,ciwan kirin bi hilberîna hişmendî.Wekheviya jinê,pîroziya axê,mamostatiya dayîkê û xeyalên wî diyar kirin.çiyayên botan xemilandin,şad kirin dilê Bedirxanê Botî.Li Cizra Zîn û Memê,beko kuştin,mîr sêvdîn zindî kirin û ji Ehmedê Xanê re gotin.“…Me jî heye xwedanek,Alîkeremek,latîfedanek.Em jî hene li gerdûnê wekî miletek.Tu bê xem raze,emê ji te re bikin diyarî, Zîn û memê hemdemî…“ Ji bîr nekirin Feqiyê Teyran,Meleyê Cizîrî û Eli ye Herîr…
Mêvanên dilan,gotin: Hemî we em kirin mêvan,êdî wîn jî rêwîyên karwanin û ji îro pê de;carina emê demê bi meyînin,carina dema bihurî û ya bê di meşka gelnasî ya kûrdî de bi keyînin!Emê kul û derdên xwe bi hev re parvê bikin,lê cîranan jî,ji bîr nakin,dil li dil germ bikin û di evîna netewî de bicivînin,bi dost û hevalan re hest û dil hevpar bikin.Êsa Amedê,Mahabad,şengalê,Zaxo,qamîşlo û hemû hemwelatiyên xwe bi hev re hîs bikin,yekîtiyê li ser hîmê Kurdî bar bikin,biratiya gelan li ser her kesî ferz bikin…
Emê çîrokên nebûyî,an jî li ber bûyînê ji hev û dinre bêjin.Lewra;her jiyan bi çirokekê dest pê dike,bi çîrokeke din dom dike.Em domahiya çîrokên bûyî ne,tola şêx Seid,Seyîd Riza ne.Îca emê tim çîrokan bêjin da em di tunebûnê de hebûnê jîn bikin…
Karwan hîn dimeşe,çîroka wan hîn di dome.Ji bona çîrok li çîrokê bar bibe divê karwan hîn xurtir bibe.Lewra Tişta di serî de hatiye gotin û ya dawî yeke.Bila tu kes vê rêwîtiyê bê wate neke,gotinê berovajî neke.Karwan çiqasî xurt bibe,armanç dê ewqasî zû hasil bibe.Dilê cangoriyan,Derwêsên demê,dilsozên axa pîroz dê aram bibe.Karwan di rê de ye û hîn ji menzîlê re dem heye,mil bidin hev,şurê hişmendiyê tuj bikin û bi dil aramî bidin ser şopa Rêber Apo.Ma tişta ku hatî gotin heya niha çi pêk nehatiye?