OSMAN KAPAN
Bê armanç û sewsî digeriya. Li dora xwe nedimeyzand. Her ku vê kêlikê ji wî pê ve kesek li ser rûyê erdê tune bû. Ne li ser hişê xwe bû. Hingî lêdan xwaribû êşek dedîtî di laşê wî de peyda bûbû. Ser û çavên wî werimibû û dev û pozê wî tev xwîn bûbû. Ji bo ku werimandina ruyê wî dakeve kevireke kul i ber germa tavê sincirîbû danî li ser cihê werimî. Lê tu bandora kevir li ser wermê çênebûbû. Dema hate seqlên ser û çavên xwe şûşt û pozê xwe paqij kir. Piçekî bêhna wî hate ber, lê her cara ku destê wî li brînên wî diket êşa wî zêde dibû.
Di ber xwe de digot: ‘’Van birayên tel aş l imin tevizandin, xebera te jê nîn e.’’
Berî a niha bi bîst deqeyan, birayên keçika ku jê hez dikir li serê rezan ew girtibûn û mîna ‘’Golikê reş te çi xwariye’’ heta xwedê hêz dabû wan têra xwe lê xistibûn. Her çiqas gotibû ‘’Wele tiştekî wilo nîn e û me gotinekê jî ji hev re negotiye.’’ Jî lê wan qet guh nedabûnê û heta ku dilê xwe pê rehet kiribûn laşê wî tev dewixandibûn. Piştî ku gelek xwîn ji dev û pozê wî hatibû, birayê mezin gotibû: ‘’A niha bes e, heke careke din em bi gotineke din bibîhîzin bila kefenê xwe bi dapîra xwe bide fesilandin.’’ Paşê bi guhê wî girtibû û serê wî ji erdê rakiribû û devê xistibû kerika guhê wî û gotibû: ‘’Aqilê xwe bide serê xwe û li dora Gulê nekeve, an na em te li ku zeft bikin em ê te bikujin!’’ Paşê dev jê berdabûn. Mîrza ji hêrs û kerbê li ser halê xwe giriyabû.
Xwedê heye ew jî şaş mabû. Erê ji zûde dil berdabû Gulê, lê kesî nedizanîbû. Heta niha jî ne ji Gulê re û ne jî kesekî(ê) din re negotibû. Her tim çavên wî li ser Gulê bû. Wê li ku bidîta bi çavên evîndarî lê dimêzand. Çend cara hewldabû ku jê re bêje: ‘’Ez ji te hez dikim.’’ Lê cesaretê vê nekiribû, û ev miraza wî di dilê w de mabû. Carcaran Gule jî bi çavên evînê li wî dimeyzand û dibeşişî lê wî jî heta niha tiştek negotibû.
Piştî ku ser û çavên xwe şûşt, bi gavên giran û bêhal berê xwe da malê. Berpêka xwe jî amade kiribû. Wê ji maliyan re bigotana: ‘’Dema ez li hespê siwar bûm, wî(ê) ez ji ser pişta xwe avêtim.’’ Dema hate malê, çawa ku dayika wî çav pê ket behitî û qêrîniyek pê ket:
-Wey li min pepûkê! Tu û kî rabûne hev, kî ev ecêba hanê aniye serê te, kurê min?
-Dayê min bi tu kesî re pevçûn nekiriye. Hespî ez ji ser pişts xwe avêtime xwarê.
Dayika wî bawer nekir, lê tiştek jî negot. Li ser sifreyê rûniştin. Mîrza ji hêrsa xwe zêde nexwar. Rabû got: ‘’Ez ê herim razêm.’’ Çû menzela xwe. di menzelê de ew û birê wî yê biçûk radizan. Kete nav livînan lê kir û nekir xewa wî nehat. Hiş û aqilê wî tev li ser Gulê û lêdana ku xwaribû de ewiqîbû. Di ber xwe de digot: ‘’Madem ez ji Gulê hez dikim û ji ber wê lêdanê dixwim, hema ez ê raste rast jê re bibêjim.’’ Wisa digot lê pişt re biryara xwe diguherand. Nizanibû dê çi bike. Her tişt dida ber çavên xwe û kêliyeke şûn de dîsa dev jê berdida. Ev negotin bûbû girêkeke li ser dilê wî. Ku derdê xwe ji hinekan re bigotana, belkî hinekî rehet bibûya. Heta careke xwe kar kir ku here ji dayika xwe re bibêje, dawiyê dev jê berdabû.
Birayê wî Ferho serê xwe ji ber derî dirêj kir û got:
-Kekê ma tu hîn ranezayî?
-Na, birînên min diêşin.
Bi rastî nexwesti û wilo bibêje, lê ev gotin jixwe ber ji devên wî filitîbû. Birayê wî Ferho, xortek pazdeh salî bû. Li Mîrza anîbû der ku derdekê wî heye. Hinekî galegala dibistana xwe kir. Dixwest riya galegalê veke, ji aş û bajar dida hev u got:
-Dersên te çawa ne?
-Baş in.
-Kekê ez dizanim derdekî te heye.
Mirza bêdeng ma. Gelo bibêje? ‘’Gotin ji negotinê her tim çêtir e.’’ Qederekê li ber xwe da. Hew xwe girt:
-Ma ku derdê min hebe tu dikarî çi bikî?
-Tiştê ku ji min were ez ê bikim.
Mîrza nizanibû çi bike. Ma qey Ferhoyê reben wê bikaribe çi bike? Tam gotin dianî ser zimanê xwe ku bêje, dîsa gotina xwe dadiqurtand. Bêhemdî wî gotin ji devê wî rijiyan:
-Ferho heke tu ji yekê hez bikî, tu yê çi bikî?
-Ez ê jê re raste rast bibêjim.
-Ku ew derfeta de nebe
-Mîrza, tu dixwazî çi bibêjî ji min re raste rast bibêje.
-Ez ji Gulê hez dikim, lê nizanim ez ê çawa jê re bibêjim.
Ferho wekî zilamekî kul, dest da bin zeniya xwe û ponijî. Razek jê re hatibû gotin, bi vî rewşê kêfxweş bûbû. Hema ji nişkave wekî tiştek were bîra wî got:
-Jê re nameyekê binîvîse.
Ev fikir li xweşa Mîrza jî çû. biryar da ku nameyekê jê re binivîse. Lê wê çi bigotana û dê çawa binivîsandina? Lihêf kişand ser serê xwe û kete nav mitelayan. Dawiyê biryar da ku nameyekê jê re binivîse. Serê sibehê zû rabû, xwiriniya xwe şikand û berê xwe da dibistanê. Jixwe di lîseyê de ev sala wî ya dawiyê bû. Bi kêf bû, tew brînên xwe ji bîr kiribû. Mamoste dipeyivî, lê wî guhdar nedikir. Pênûsa xwe derxist û li ser lênûska xwe ‘’Gulêcan…’’ nivîsî. Wê nameyekê çawa binivîsanda, li ser wê fikirî dûr re dest bi nivîsî kir:
‘’Gulêcan, ger tu çavên min mêyze bikî, tu yê di wan çavan de bibînî dê ez çiqasî j ite hez dikim. Ez di wan awirên te yê dilbirêj de dibînim ku tu çiqasî j imin hez dikî. Ma heya kengî em ê qinyata xwe bi dîtîna hev bînin? Ez hema wihakin dinîvîsim. Li benda bersiva te me.’’
Dema nameya xwe qedand, zingila tenefusê lê xist. Mîrza rahişt name ya xwe û derket. Serê wî di ber de bil ez dimeşiya. Ferho dît ku Mîrza bil ez ji hewşa dibistanê derket, wî jî da du û bi çend dengan ban kir. Mîrza qet berê xwe lê nequliband. Ferho bezî gihiştê û got:
-Kekê ma tu yê bi ku ve biçî ?
Mîrza weke ku ne li ser hişê xwe be, hema wilo ji dahm de lê mêyzand. Ferho gotina xwe dubare kir. Mîrza got:
-Ez ê biçim malê.
Ferho jî pê re hate malê. Dayika wan çiqas got: ‘’Hûn ji bo çi hatine?’’ jî jê re tiştek negotin. Ferho bi kêfxweş bû. Çawa be raza birê xwe dizanibû. Heta rolek jî dabû xwe. dema her du tenê man, Ferho jê pirsî:
-Keko te nameyê nivîsand? Heke tu nikaribî bigihîjînê, ez dikarim bidimê.
Mîrza nameyê ji berika xwe derxist û şanî Ferho kir. Ferho xwest ku nameyê bixwîne, baş hatiye nivîsandin an na. Mîrza nameyê dayê, Ferho name xwed û got:
-Çênebûye. Hinekî fireh binîvîse û bêje, ango pê bide hez kirin, heke bersiva te nede tu yê tiştekî bi xwe bikî.
Mîrza wekî çûkekî bask şikestî bê mecal bû. A niha ketibû ber destê Ferho. Nizanibû çi bike. Rênas û şewirmendê wî Ferho bû. Sê vîna xwe guhdarî Ferho dikir. Got :
-Çawa?
-Wele kekê, tu tam evîndar bûyî. Hestên evîndaran cuda ne û difirîn. Wele dixwiye tiştên hatiye serê te natiye serê Melayê Cîzîrî. Mela evîndar bû, bi rista helbest dinîvîsand û helbestên wî biteqil bûn. Guhdar bike çiqas xweş nivîsandiye: ‘’Hebîbê bê xeta kuştim bê derba firqetê axir / Ji wê rojê dizanî min ku yar ew tîr li cergê da.’’ Gulê jî tîna evînê li cerga te xistiye. Aha tu jî tiştên wilo xweş binîvîse. Lê teqez pê bide hez kirin ku bersivê nede te, tu yê tiştekî bi xwe bikî. Lewra jin ji kesî ku nirx didin wan hez dikin.
Mîrza heyirî mabû. De îcar Meleyê Cîzîrî jê kêm bû. Bi zorê çend hevok bi ser hev ve kiribûn. Ka tiştekî çawa binîvîse: ‘’Hisekê bidêmê ha.’’ Ji malê derket û berê xwe da hêla reza. Dikir ku rêya kaniyê derbas bike, dema mêyzand Gulê û çend hevalên wê ji ser kaniyê tên. Di pêşiya wan li ser kevirekî rûnişt û zîq li çavên Gulê mêyzand. Çavên wî ji Gulê pê ve tu kesê nedidît. Çawa hatin hemberî wî Gulê awirek dayê, her du çav din av hev de windabûn. Wê kêlikê çîka evînê di çavên Gulê de dît. Gelo Gulê ji ew çîka di çavên wî de dîtibû, nizanibû. Ji nişkave got: ’’Rast e zimanê evînê çav in.’’ Wê kêlikê ev hevok hatin ser lêvên wî. Wî ev hevok sazkiribû. Ji deverekê xwendibû, nizanibû. Bi lez hate malê û dest bi nivîsandina nameyê kir. Pêşî li ser nav fikirî.
An Bersiva Min Bide, An jî Reşa Min Girê Bide, Gula Min!
Dilê şewitî, keser di mêlekan de dixeniqe, bê te tenêtî ye jiyan. Bêrîkirin mezin e, hesret nayê kişandin. Evînê di dil de dax daye, dikim veşêrim nayê veşartin. Ditirsim bêjim, lê bê gotin jî nabe. Ji ber wê hîn bûme ji dûr ve ji te hez dikim, ew jî bi min xweş e. Her roj di ber mala we re derbas dibim, nizanim çend car. Xewên şevan li min dibin jahra marê kor. Di wan şevan de di quncikên tariyê de li ronahiya dibaka te dimeyzînim, ji min re aram e. Dema bayê hênik ji hêla te tê bêhna te li min xweş tê, ez li ser dil dicivînim, wê demê êşa dil disekine. Lê dema ku bêhna te nayê, ez dibim wek kalekî sed salî…
Wê rojê dema min tu li kolanê dîtî, kizinî ji dilê min çû. Min kir ku bêjim: ‘’ Ji te hez dikim, çav xezala min.’’ Lê ez ji bersiva te tirsiyam. Min li te nêrî bi çavên xayîs. Tu hêdî hêdî bihurî di ber min re, ji hebûna min bêhay. Li aliyek dilê min şox û şeng bû, li aliyek din şîn û girî.
Ev çend sal in bi êşa evîna te ketime. Dermanê evîna min li cem te ye. Dea ez te dibînim dil difire wek birîna di şoravkê de bikewe. Carna peroşiyeke wilo digire nayê gotin. Di germahiya dilê te de dişewitim. Wê kêlekê dixwazim di çavên te de bixeniqim. Tu deryayek bêbinî, ez sobariyek xeşîm û di nav de dixeniqim. Dibe ku ji ber evîna bê bersiv be. An bersiva min bide, an jî reşa min girê bide.
Îro min, tu li ser kaniya Miradan dîtî. Biskên te yê ……………. li ber bayê diket, min di zelaliya çavên te de ava evînê vexwar û diayek ji Mîrê Miradan re kir, da ku evîna me hasil bibe. Çawa bêjim gelo. Peyamên çavên te bi hesreta salan avis bû. Min fêm kir em di heman biryara evînê de ne.
Piştî ku nameya xwe qedand, du-sê carî li ser hev xwend. Nameya wî pir xweşa wî çûbû. Tenê mabû ku vê nameyê bigihîne Gulê…