OSMAN KAPAN
Xezep dibarî , dil kevir bûn mirovên bêbext. Hinek devliken bûn wekî roviyê çav bi mirîşkê ketî. Zilmet bibû erdem, bêojdanIyê biçargavî xwe hildiavêt ,li kolanên durûtîyê. Kanîkên çavan şilbûn gevrî bêdeng dayîk xwînçav bûn. Bav dilbixwîn bûn. Da xuyanekin rondikên çavan di hinavên xwe da digiriyan taxekê gund. Li taxa din rewş cuda bû. Hinek di bin simbêlên xwe de dikenîyan, wek pisikên goşt dîtî dora devê xwe dialîstin. Ka wê çawa mal û milkên taxa jor li xwe bihesîlînin plan çêdikirin. Bêojdanî bi pereyekî qul bû. Bêguman mirovên bêojdan, dilêş û xwedî nirx jî hebûn û bi vê rewşê pir xemgîn dibûn .
Di taxa filehan de şîn, hizn û xemgînî hebû. Reşê kon vedabû li ser bextewariyan, kul di kederê de dixeniqî, keder di gewriyan de asê bû. Mirinê ji xwe şerm dikir, neçar bû li hember saxîyê.Taxa filehan lal û bêdeng bû. Deng winda bibû, ziman di êşê de şikestibûn, nedigeriyan. Ferman ji dewletê hatibû. Ferman ne fermana kuştinê, lê ji kuştinê xirabtir bû. Mirin careke ku mirov mir û pê ve her tişt bê wate dibe. Mirin bi êş be jî ,ew êş demek kurt e. Lê koçberi? Koçberî mirina her kêlîke, heta mirov sax be her roj êşa koçberiyê dijî û êşa koçberiyê pirzika kul e li ser dil, roj bi roj xwîn digire. Mirov dirhem dirhem dibe mirinê . Ferman fermana koçberiyê bû Taxa fileha ev êş dijiya .
Li taxa misilmana, di nav hin kesan de şahîyek bêbextî hebû. Çavên wan di nav serê wan de dileyîstin, di kemîna bêbavî û şîrharamiyê de bûn. Dixwastin seatek berî seatekê filehan koçber bikin, da mal û milkê wan desteser bikin. Ji kêfa lotik li quna xwe didan. Lê yên şîrhelal bi vê diêşan û bêçaretî kêleka hinavên wan dikizkizî. Bi salan bû ew û fileh bi hev re jiyabûn, bîranînên wan bi hev re hebûn. Rojên xweş û nexweş bi hev re derbas kiribûn. Li ser mirîyên hev bi hev re girîyabûn. Şahî û şîn bi hev re jiyabûn. Ojdana wan ev tişt nedipejirand. Lewre armanca devletê jî baş dizanin. Ev gotina filehan ‘’Em taştê ne, hûn ê bibin firavîn’’ di guhên wan de olan didan. Heta niha bi çendekî di navbera misilman û filehan de tu pirsgirêk tune bûn. Her tişt bi hev re parve dikirin. Êşa yekî dibû ya hemûyan miriyên wan li ba hev biheq bibûn. Girîn, ken û şahiya xwe tevli hev dikirin. Bi carekê gotinên nexweş di derheqê filehan de geriyan. Ji bo xatirê salên ku xweş bi hev re derbas kirî xemgîn bûn, lê neçar bûn. Bêçaretî nîvmirin e.Ew bêçar bûn û nîvmirî bûn .
Ev çendek bû tiştên balkêş çêdibûn. Hema hema roj nebû kû tiştek ne dihate serê hinek filehan .Carna ji hêla kesên nediyar ve dihatin kuştin û candakên wan diavêtin deverên nepenî .Di nav van cendekan de yên zarok jî hebûn .Rojekê trajedîkek mezin hatibû jiyîn .Vê bûyerê ojdanê yên ku piçek însanetî pê re hebû herifindibûn dilê wan de .Zilamekî du zarok girtibûn ,pêşî bi navê berdan hev,du re got ‘’Şeqama li hev bixin’’kir û nekir zarokan bi şekama li hev nexist.Kincên wan ji wan kirin û he du dane ber hev û gule berda wan.Her du zarok bi guleyekê qetil kiribûn .Dilê misilmanê xêrnexwaz li hember filehan bûbû kevir. Lê misilmanên dilxwaz bî vî halî nexweş bûn, lê ku tiştek ji destê wan nedihat .Hinekan li gor xwe çareyek dîtibû. Misilmanên dilxwaz û qedirnas, ji gund çûbûn ba nasên xwe û venegerîyana heya fileh koçber bûbana. Nedixwestin van tiştan bibînin.
Li hember vê neheqî û bêojdanîyê destên fileha girêdayîbû .Nikarîbûn tiştekî bikin .Jixwe peyvirdarên devletê gel li hember wan tuj dikir .Kê fileh bikuştibû an zirarek bidana wan ,ew tawanbar nedikirin ,heta xelat dikirin ango kuştina filehekî ‘Bidestxistina bihuştekê’’ bû .Gelê fileh wek çûkên baskşikestî bêmical bûn. Bêmicalîyê ew roj bi roj dikuştîn
Gelê fileh, ango Asurî di vê erdnîgarîyê de gelekî herî kevin bû , xwedî nîrx û çand bûn. Keda wan di vê axê de pir bû .Bîranînên wan, hestîyên bav û kalên wan li vir bûn .Qutbûna ji vir nîvmirinek bû .Hinekan ji wan digot :’evê kû li vir mirî û dimirin bi şens in, çawa be li vê axa pîroz dimînin’’ .Zilaman fedî dikir li çavên jinan ,jinan fedî dikir li çavên zarokên xwe binerin. Dilê herkesî wek çola Sahra yê qelişîbû ji êşa. Neçarî êşa herî mezin bû .Roj nebû ku ji bêmicalî û ji qehra kesên nekes yekî ji wan xwe nekuştane. Mirin ji koçberîyê çêtir diditîn
Keşe yê gundê Bafawa ji herkesî pirtir bi,vê bûyerê diêşa. Lê him li hember xwedê, him li hember gelê xwe berpirsiyara wî hebû. Ji ber vê bi ber dilê gundiyan ve diçû û digot:
- Me ne îro tenê, ji dema Mesîh Îsa heya niha zilm û zor dîtiye, ma zilma li me hatî kirin li hember ya hawariyan çiye ? Ezîz û Ezîzeyên demên qedîm bînin bîra xwe .Êş û elema ku Ezîz petros di zindanên Romayê de kêşandî bînin bîra xwe. Xwedê wê vê ji me re xêr binivîse ji ber wê tu xeman nexwin û ji bo çûnê xwe amade bikin .Kes ji xwedê çêtir nizanî …’’ Ji bo kul û derdên wan kêm bike çi ji destê wî dihat dikir. Çikas di nav gel de devliken bû jî ,nava wî wek şoravkê dikelî , qijênî jê dihat. Lê dizanîbû mirovên xwedî misyon gerek bi semax be û ji gelê xwe re bibe mînak û karibe pêşkêşiyê ji wan re bikî . Li belê her mirov aliyên wî yên lawaz ji hene. Keşe mirovekî dilînî û dîroknas bû .Zanî bû di vê axê de di çanda li ser vê axê çikas keda pêşiyên wî heye . Ji ber wê û tiştên dibûn ku dima bi tenê, ji ber xwe ve hêstir ji çavên wî dihatîn xwarê .
Gundiyan mal û milkên xwe bi tiştekî erzan difirotin .Keşe jî erdên xwe firotibûn, erdên xwe hemû bi bihayekî erzan dabûn gundiyan. Samo û mela yê gund ‘’destbirakên ‘’hevdu bûn. Dostaniya Semo ji dil û rast bû . Ji bo dostanî û hevaltiya wan , baweriya Samo pir bi mela dihat. Bi vê baweriyê erdên xwe tev firotibûn melê. Mele hinek pere dabûn Samo û gotibû ‘’niha li ba min ev pere tenê hene bêtifaq dema hûn bi rê bikevin ezê pereyên mayî temam bikim’’ Semo jî gotîbû ‘’li ser çavan kirîv ,bila canê te sax be’’ .Filehên Bawefa her tiştên xwe firotibû û ji koçberiyê re, bi gotina wan ‘’ ji mirinê re’’amade bûn.
Êdî dem hatibû ,koçberî li ber derî bû .Wê her tiştên xwe bihiştana û çûbana .Herkes di mala xwe de xemgîn bû. Wê sibê bi rê ketibana . Rêwiyên warên nenas bûn. Ji kul û derdan kes bi kesî re nedîaxivî. Êşa hemûyan yek bû. Hemû êvarî li dêrê li hev civiyan. Ev li hev civîna dawîbû .Pêşî Keşe axivî:
-Gelî birano, gelê xwîşkno ! Dema xwedê em afirandin , tawanbar afirandin. Ji ber vê Mesîh Îsa, xwe ji bo me kire qurban.çarmixa li ser milê wî gunihên me hûn.Dema em hatin dinê qedera me jî hatiye nivîsandin .Ev zilma kul li me tê kirin û were kirin di bedêla guhihên me de ye, mukafeta wê bihuşta xwedê ye. Bê xem bin, tim bila xwedê li bîra we bi…’’ Pir tiştên ku maneviyata wan xurt bikî gotin. Heta derengî şevê ji xwe re axivîn. Zanîbûn ev parve kirin û dîtina dawî ye. Ji ber wê li kurahiya çavên hev dinêrîn. Lewra heskirin, bêrîkirin, kul, derd û evînên nîvenîv hemû di çavan de dihatin dîtin. Hemûyan zanîbû ev hevdîtina dawî ye. Xatirên dawî ji hev xwestin. Dema hevudin hembêz dikirin nedixwestin hevdu bedrin, dixwestin hema visa bimînin. Bi dilê kovan ji hev diveqetiyan.
Şev bêdeng bû, li taxa misilmana yê xemgîn jî hebûn. Lê piranî kêfxweş bûn .Dixwestin seatek berî seatekê fileh koçber bibin, da li ser mal û milkên wan runin. Li taxa filehan şîn bû. Herkesî bêdeng alavên xwe didane hev. Samo û malbata wî jî alavên xwe didan hev. Heya nîvê şevê karê xwe qedandin .Zarok razayîbûn. Samo û hevsera wî runiştibûn. Şêwra xwe kirin û Samo pereyên ser xwe hemû dane hevsera xwe û got:
-Sibê pereyên li ba mele mayî ez ê bistînim, bila hemû ne li ba min bin, yên ez ji mela bistînim li ba min bin bes e. Bila ev li ba te bin. Dinya ye em ji hev qut bibin li zarokan miqatebe.
Her du jî digiriyan, lê hêstirên xwe ji hev vedişartin. Lewra hêstir dadiwerîn nav hinavan. Dixulmişîn. Êdi nizanîbûn çi dem e, bi banga mela re vecinîqîn û rabûn ser xwe. Samo ji xwe re got; ‘’bila mela ji mizgeftê were malê ez ê biçim pereyên xwe jê bixwazim.
Misilmanên dilsoz bi çavên keserkur li mal barkirinên filehan dimeyzandin. Filehan amadekariya koçberiyê kiribû. Samo gote hevser û zarokên xwe ‘’ez ê biçim ba melê, hûn hemû amadekariyên xwe bikin.’’
Samo berê xwe da mala melê. Mela ew di paceyê re dît. Derket ber devê derî .Samo silav lê kir û got;
-Kirîv ez hatim him xatiran ji te bixwazim, him çend qurîşekî min ê bê qîmet li ba te, ku wan ji bixêra xwe bide dê baş bibe
Dema Samo wisa got, mela di ber xwe de beşişî û got:
-Kirîv pereyên çi malxirab, ma qey min pereyên te hemû nedabûn e te?
Samo digot belkî mela henekan dike, ev jî beşişî û got:
-Kirîv ez ê biçim, wê bibe dereng.
Samo bîstekî din ma sekinî, nêrî ku nîyeta mela kû pereyan bide tuneye , careke din xwest. Mela got:
-Kirîv bi Quran, Încîl, bi Mihemmed û Îsa qurişekî te li ba min tuneye.
Dema wisa got . Samo xwest biaxive, lê gotin ji devê wî derneket . Gotin di nîvê qirika wî de ma asê . Ne dikarîbû bigiriya, ne dikarîbû biaxive. Dilê wî şewitî. Hema ji nişkave ber bi mal ve meşîya. Mela di bin duvikê çavên xwe re lê dinerî û dikeniya. Samo nizanîbû çava dimeşî, tiştek n dît. Gihist ba malê dilê wî hîn pirtir şewitî, hate guvaştin. Nikarîbû bêhnê bistîne, ber çavên wî tarî bû, gêj bû, dinya li dorê zivirî. Di devê derî de li erdê dirêj bû. Hevsera wî bezî ser, Semo bêhna xwe ya dawî dabû. Dilê wî têra evqasî bêbextî û bêbavî nerakiribû…
Min xwe ji bîr kiribû, li ser rewşa bapîra xwe difikiriyam.
Dapîra min, xwe dabû ber wê tava germ û li ber rojê pêş dimeyizand û ji dil dinahûrand, li ser miriyên neditî. Dapîra min bi nav salan de çûbû, temenê wê nêzî şêstî bû, lê belê hîn jî pir xweşik bû. Temenê min yanzdeh salî bû. Ez tim bi bapîr û dapîra xwe re bûm. Tu carî nebibûm şahîd ku keniya be. Lê min giriyê wê yê dil rewa pir dîtibû. Ji xwe tim û tim çavên wê şil bûn ji girî. Wê çaxê bala min kişand, ji nişka ve nahûrandina dapîrê hino hino zêde bû û qulibî zimanekî biyanî. Hîn zîq li ber beroj dimeyîzand.
Bapîrê min hîn qelûna xwe dikişand û li dapîra min dimeyîzand. Çavên wî jî şil bûn ji rondikan. Çavên dapîrê li dûr, yên bapîr li dapîrê. Bapîr rondik dibarandin, axîn lê bû nalîn, ji kezebê keser dikişand. Ji dilê wî dilopek xwîn rijiya, bû rondik herikî erdê.
Ez behifî bûm, li hember vî dîmenî. Çima îro her du mirovên ku ez ewqas ji wan hez dikim, wanî bi kul û kovan in? Min xwe ji bîr kiribû, mêş jî li ser rûyê xwe nedifirandin. Wekî bapîrê xwe min jî li dapîra xwe dimeyzand û bêdeng digiriyam. Çima digiriyam, sedema giriyê min çi bû? Nizanim! Em qederekê wilo man. Min li wan dinêrî, wan li hev!
Bi wî temenê xwe, min zanibû ku derdekî wan ê giran heye û ev derd dilê wan dişewitîne. Derdê wan çi bû gelo? Gelo dayik û bavê min qedrê wan nedigirt, an an dilê wan dihiştin? Min ji xwe re got: ‘’Heke tiştekî wilo hebe qet wan efû nakim.’’ Jixwe wekî min ji dapîr û bapîrê xwe hez dikir, ewqasî ji dayik û bavê xwe hez nedikir. Lewra êvaran jî di himbêza dapîr û bapîrê xwe de radizam. Ango meyla min ji her tiştî zêde li ser wan bû. Ji ber wê ku min ew di wî halî de dîtin pir xemgîn bibûm. Gelo tiştekî karibim bikim heye? Ez di nava ramanê de bûm. Lê qet min tu çare nedidît. Hingî min fam kir ku mirov bêçare dimîne wekî çûkek bask şikestî ye. Çiqas hewldana firê dide birîna bask girantir dibe…
Bapîrê min wekî ji xew şiyar bibe veciniqî. Mizek li qelûna xwe da. Lê ew qederek bû ku nekêşayî, agirê wê vemirîbû. Bi hestê qelûn vêxist û gulpek heta karê mezin lêxist. Çavên xwe li dora xwe gerand, dît ku ez jî digirîm.
Beşişî û got: ‘’Kurê min te xêrê, çima tu digirî?’’
Wisa kelegirî bû û bi îskeîsk min got: ‘’Kalo tu û dapîra min digiriyan, ez jî ji ber wê giriyam.’’
Bapîrê min got: ‘’Berxê min ma tu nabînî dapîra te diaxive.’’ Dema ku bapîrê min got, ji nû ve bala min kişand. Heta niha min qet nedîtibû ku dapîra min axivî. Bi îşaretê destan me ji hev fam dikir. Çima heta niha nediaxîvî? Îro ji bo min rojeke cûda bû. Min xwest ji bapîrê xwe bipirsim, hîn min nepirsî wî domkir.
‘’Kurê min! Ji herkesî weye ku dapîra te bêzar e. Lê ne wilo ye. Naxwaze bi kesî re biaxive. Va ye niha bi zimanê xwe dinahûrîne. Piştî wan salên dirêj min ji nû ve dengê wê bihîst.’’
Gotana ‘’bi zimanê xwe’’ min pir meraq kir. Ma zimanê dapîra min ji yê me cûdatir e? Dapîra min bêzar e, bêzar naaxivin. Ev çi ziman e gelo? Meraqa min zêde bibû. Bapîrê min bi dilekî şewat û xemgîn li dapîra min dinêrî û kûr difikirî. Dîsa ez ji bîr kiribûm.
Ji bo xwe bênim bîra bapîrê xwe, bi dengekî bilind min got: ‘’Kalo, kalo’’ Deng jê derneket, wekî ne ji wî re, ji tehtê re bêjim, bi bangkirinê min bala wî nekişand. Lewra bala wî hemû li ser dapîra min bû. Îca ez bi dengekî bilind giriyam. Wê çaxê bapîrê min li min zîq nêrî û got:
‘’Berxê min! Çi bû, ma qey tiştekî bi te veda?’’ Ji bo pirsînê ev derfetek bû, ku ez niha nepirsim, êdî qet nikarim bipirsim. Hema ji dehm de min got:
‘’Kalo çima îro dapîra min li ber vê germê rûniştiye û digirî, tu jî lê dinêrî û heman tiştî dikî?’’
Bapîrê min bi çavên xumamî li min nêrî, te digot qey dixwaze ji min re tiştekî bibêje. Lê min lê dianî der nedixwest. Di vî temenê min ê biçûk de, min bike şirîkê kul û derdên xwe. wê kêliyê min biryar da heta vê rewşê j imin re nebêje, bela xwe jê venakim. Çend cara min got: ‘’Kalo çi bûye, çima tu ji min re nabêjî?’’ Ji ber heteriya min debar nekir. Qirika xwe paqij kir.
‘’Kurê min madem tu belaya xwe ji min venakî, ez ê mesela dapîra te ji te re qal bikim. Lê belê tu ji min re sond bixwî ku ji kesî re nebêjî.’’
Çi sonda ku min zanibû li ser hev zû zû got. Ji min bawer kir.
‘’…Kurê min! Salên dirêj di ser de derbas bû. Lê hîn jî wekî duh li ber çavên min e. Mixabin van salên dirêj birîna dilê min baş nekir. Ya dapîra te her roj kûr dibe birîna kesî nedîtî! Bi salan ez darazwar (mehkûm) mam. Bi şev û roj li ser çiya digeriyam, ku ne ji bo pêwîstiyên xwe bûna qet nedihatim deştê. Devera ez lê bûm darazwar diparastin, zû biz û giliyê wan nedikirin. Jixwe Romî jî kêm derdiketin peyketinê. Çend salên min wisa derbas bûn. Carna li wan çiyan em dibûn bi sedan, carna neh-deh kes, carna jî bi tenê dimam. Nava me û gelên derdorê baş bû. Me jî dabare xwe bi kirîn, firotin û bi qeçaxiyê dikir.
‘’Ew qederek bû ez bi tenê mabûm. Hevalên min hinek çûbûn kiryariyê, hinekan jî xwe berdabûn deştê. Sibehê zû, dema nimêjê bû. Dengê teqîna çend tifingan û qêrîna zarok û jinan olan da. Ez ji xewê veciniqîm, dest avêtim tifinga xwe ya selîbû û bi jêr de bezîm. Min dît çend zilamên bi tifing qederê bîst-sih zilam li hev civandine û gulebaran dikin. Jin û zarok jî digiriyan, lava ji wan dikirin ku bes gulebaran bikin. Li hember vê dîmenê pir aciz bûm, min her xetere da ber çavên xwe û bi dengekî bilind, hêrsek bangî wan kir: ‘’Xwe bidin alî, lê em ê we hemûyan bikujin, me hawîrdorî we girtiye, hûn dikarin di riya jêr ve herin.’’ Ango min gotina pir hejmarî bikardianî ku dê nizanibin ez bi tenê me. Bi rastî hingî ez hêrs bibûm, ku ji min bihata min ê hemû bikuşta. Lê ez bi tenê bûm. Bav û kalên me belesebep ne gotine: ‘’Destê bi tenê Ristemê Zal jî be, deng jê nayê.’’ Ewqas xwesteka min hebû ku wan hemûyan bikujim. Lê ez bi tenê bûm û ku zanibûna ez bi tenê me, dê rewşa me hemûyan ne baş bibûna û jiyana zarok û jinan jî wê biketa xetereyê.
‘’Li hev nêrîn û riya ku min nîşanî wan dayî, pê ve meşîn û çûn. Çawa ji wir dûr ketin, çûm ba wan. Jin û zarok ji tirsa behifî mabûn, zilamên ku hatibû gulebarandin ji xeynî sê kesî hemûya bêhna xwe ya dawiyê dabû. Dema dîtin ez tu zirarê nadim wan dest bi girî û nahûrandinê kirin, jinan porê xwe dikişand. Dapîra te…’’
Gotina ‘’dapîra te’’ di gewriyê wî de asê ma. Ji ber Hecî Nûrî hema ji nişka ve hate ba me û silav li bapîrê min kir û rûnişt, dest bi axavtinê kir. Mereqa min zêde bibû û di dilê xwe de min ji Hecî Nûrî re dijûn dikirin. Kêlikek l imin bû saetek. Ji hêla din ve çi diayên min zanibûn ji xwedê re dikir, ji bo Hecî Nûrî zû rabe û here. Lê te digot qey bi zanebûn naçe malxerab. Min jî dê, xwişk, keç û jina wî dianî pênç pera. Ji seyan bigire heya keran hemû direndeyên cîhanê berdidan ser wan…
Demek dirêj derbas bû. Hingî ez aciz bibûm, ne mêş ne ew germa dijwar ji min re ne xem bû. Hema min di dilê xwe de dijûn dikirin. Hecî Nûrî (ez niha dibêjim Hecî Nûrî, di wê demê de min jê re digot:’’Hecî Gû’’) tu niyeta wî ya çûnê tune bû. Ji titûna bapîrê min qelûna xwe dagirt. Min dît ku çûna wî tune ye. Ez li pişt rûniştim, bi dizîka agir bera keviya xiftanê wî da. Bi zorê agir vemirandin. Gote bapîra min:
‘’Sofî! Hingî tu qesîsî, ji xwe re titûneke baş jî nakirî. Vê kamaşê dema mirov dikêşe wekî barûdê çîkav bela dike. Te dît çîkek li xiftanê min ket, hindik mabû ku li vê dinê bi agirê cehnemê bişewitim.’’
Bapîrê min kenî û got:‘’Hecî! Hingî te di dema xwe de şeytanî kirine, ku tu li vê dinê û li wê dinê jî bişewitî gunehên te nayêne bexişandin. Malxirab ji tirsa te jinikê newêrîbû bi deverekê ve biçûya, xwedê zane gunehên te gelek in.
Çiqas sohbeta wan zêde dibû, ez ewqasî aciz dibûm. Lê min di vê sohbetê de tiştekî din jî fêm kir, bapîrê min pir ji dapîra min hez dikir. Di nava gotinên xwe de Hecî Nûrî ev çend cara anî ziman, bapîrê min ji digot ‘’erê wisa ye.’’
Dapîra min hîn jî li ber wê tava germ bû. Bê deng, awirên kûr li çiyan dinêrî. Ez çûm li balê runiştim. Li min nêrî û beşişî. Bêdengiya me qederekê dom kir. Hecî Nûrî û bapîrê min sohbet dikirin. Ez di nav xwe de difurîm ji qehra. Niyeta wî ya çûnê qet nemabû.
Dem hinekî bi pêş ket. Bapîrê min got: ‘’De selikê tije tirî bikin, em herin.’’ Bi bayê bezê dapîra min selik tije tirî kir, em hatin malê. Ez di milalan de bûm. ‘’Gelo piştre çi bû, ew mirovên hatibûn gulebarankirin kî bûn, yên birîndar çi bi wan hat?’’ pirs wisa di serê min de zêde dibûn…
Êvarê dema razanê em çûn menzela xwe. Li ser kaba bapîrê xwe rahiştim û min got: ‘’Kalo! Pişt re çibû?’’ Hêdîka got:’’Kurê min! Sibê dema em çûn nav rez ez ê ji te re bibêjim!
Em ketin nav nivînên xwe. Xewa min nedihat. ‘’Çi bû, çawa çêbû?…’’ Heya derengiya şevê ez nerazam. Wextekî ez xulmişîm, wekî nîv razayî bûm. Min di xew de dît; ez, bapîr, dapîr, dayik, bav, xwişk û birayên min, hin zilamên bi çek em bi hev re girêdabûn û em gulebaran dikirin. Hemû di nav xwînê de diman, lê çiqas gule bera min didan, gule li min nediket. Min xwe diavêt ser laşê dapîra xwe û digiriyam. Bi wê tirsê ji xew veciniqîm. Bapîrê min rabû got: ‘’Çibû kurê min?’’ Çiqas li ber min geriyan, min tiştek jê re negot. Dîsa me xwe dirêj kir. Çiqas di xew ve diçûm, dîsa min ew xewn didît. Heya sibê nerazam. Sibê zû rabûm, wekî sewsiya bûm. Çawa me taştê xwar nizanim. Min dixwest bîstek berî bîstekê em herin nav rez, da bapîrê min wê bûyerê ji min re bibêje. Serê we neêşînim. Ez û bapîrê xwe bi tenê çûn nav rez. Çawa em li binê dara behîvê rûniştin min got. ‘’Ê kalo îca çawa çê bû? Qet ecela wî tunebû. Qelûna xwe dagirt û vêxist:‘’Kurê min! Dapîra te him digirî, him porê xwe vedikişand. Dema çûm ba wan, yê hafê gulebaran kirin, piranî miribûn. Sê kes tenê birîndar mabûn. Me birînên wan girêdan. Dapîra te yekî xort û navser hembêz kiribû û di ser wan de digiriya, her du jî mirî bûn. Bi zorê me sekinand û herduyan ji hembêza xwe derxist. Yek bav yê din birayê wê bûn. Dayika wê ji bo wî dimenê nebîne xwe di hevrazê de werkiribû. Me xwe berda jêr, bibû qet qet. Me qetê wê dan hev û anî bay ê din. Me hemû li wir bihegkirin. Piştê wê di sê şevan de min gihandin tixubê Rûsa. Em bişev dimeşiyan, bi roj jî veşartî. Dema me xatir ji hev dixwest û derbasî wî alî bibûna, dapîra te got:‘’Kesekî/e min nema û destê min ji vê axê nabe. Ku ez li vir bimînim, belkî carna herim ser tirba dê, bav û birayê xwe. Bi vê mebestê em jî bi tenê namînin di hembêza axa sar de. Ku tu qebûl bikî, dixwazim bi te re werim. Min dapîra te bi xwe re anî û hatim vî gundî, me erd û rez ji xwe kirin û li vir bicih bûn. Ji hingê heya niha dapîra te neaxivî. Bi min re jî naaxive. Tu vî çiyayê dibînî? Tirba dê, bav û birayê te li wir e. Salê carekê em diçin ser tirba wan. Dapîra te li wir bi miriyên xwe re, bi zimanê xwe diaxive.’’
Ez bi gotinên bapîrê xwe behifîm. Çima ewqas mirov kuştin? min got.
‘’Kalo, ma çima û kê ew kuştin?’’
‘’Kurê min dewleta Romê fermana filehan dabû. Ew bi zimanê filehî ji fermanê re dibêjin ‘’Seyfo’’ ango ‘’Şur!’’. Kurdên me yên bêmêjî bi fen û futên dewletê hatin xapandin û bûn şîrîkê qirkirina filehan. Malbata dapîra te jî file bû. Ne ew tenê, bi hezaran fileh dihatin kuştin û laşên wan diavêtin çolan, an jî bin kevir dikirin… Zêr û pereyên wan desteser dikirin… Berê em û filehan destên hev ên baş bûn, di navbera me de tu xusumet tunebû… tim li ba…….me……..tu ferq nebû……. Navbera……….me……..dest………’’
Mêjiyê min tevlihev bibû, bapîrê min diaxivî, lê bala min belav bibû, gotinên wî perçe perçe dihatin guhên min. Ew xewna ku min şevê din dîtî dihate ber çavên min. Dapîra min çiqas êş kişandibû. Wê kêlîkê min dixwest her tiştî ji bîr bikim!