Pelîn Zozan şehîda Kurdistanê ye
Sêşem 6 Gulan 2025 - 03:10
Pelîn Zozan li Londonê hat bibîranîn. Di merasîma bibîranînê de hat gotin Pelîn Zozan şehîda Kurdistanê ye. Li paytexta Îngilistan Londonê, Komîsyona Malbatên Şehîdan a Meclîsa Gelê Kurd ji bo endama Konseya Rêveber a KJK'ê Pelîn Zozan (Pelîn Yilmaz) ku 27'ê Çileyê li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû û kekê wê Serbulent Yilmaz (Azad Serbilind) ku sala 2011'an şehîd bû, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Londonê çalakkiyeke bîranînê ya girseyî lidar xist.
Li gel xizm û hevrêyên Pelîn Zozan bi sedan kes tevlî bîranînê bûn.
Li salona bîranînê wêneyên Pelîn Zozan, Azad Serbilind û Sirri Sureyya Onder hatin danîn, find hatin vêxistin û qurnefîl hatin danîn.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna Şehîdên Azadiyê yên kurdistanê, sînevîzyonek li ser têkoşîna Pelîn Zozan hate nîşandan û tim û tim dirûşmên 'Şehîd namirin' û 'Jin, Jiyan, Azadî' hatin qîrîn.
Piştre li peyamên bi dîmen ên malbata Pelîn Zozan hate temaşekirin. Bavê Yilmaz Şemsettîn Yilmaz got, "Pelîn ne tenê şehîda me ye, ew şehîda Kurdistanê ye. Azadiya welatê xwe di ser her tiştî re didît."
Dayik Mûhsîne Yilmaz jî anî ziman ku li Londonê xwedîderketina li şehîd gelekî hêja ye.
Piştî peyama malbata Yilmaz dirûşma 'Şehîd namirin' hate qîrîn.
ANF/LONDON