OSMAN KAPAN
Bi xwendina Sonda Delalê deverinan em giriyan, xemgîn bûn li ser halê xwe, li deverinan şanaz bûn bi berxwedana jina Kurd.
Ji bo vê bireha hatî avakirin, ez hevala Gulîstan pîroz dikim.
Bila hişê wê her tim zindî, pênûsa wê herikbar be, de ji bîra hevokan birijin ser wêjeya Kurdî.
Belê, Sonda Delalê li gundekî Kanireşê dest pê dike û li Ewropa didome.
Zor û zehmetiyên penaberî, neçarî û bêzimaniyê bi rêxistinbûna Kurdên li wir didome û tiştên di pratîkê de hatî jiyîn radixe ber çavan.
Mêrên qor lê serdest di nava xwe de newêrek lê dîmenek wekî şêrtiyê raberî me dike.
Me li zozanê Şerefdînê dike mêvan, em hewayeke xweş dikişînin, bi mirovên xwezayî re rû bi rû dimînin û ji lawikên bêrîvan dibêjin hiz dikin.
Trajediya gerdîşe ku mêr di xwe de dibîne destê jinekê bigire û bike malê xwe, ev neçariya gerdîşê hatî dayîn dest û lingên keçikê pev ve girêdide û dide pejirandin. Wekî toqa naletê di stûyê wan de dimîne. Çarenûs jî êdî deqeke sor e li ser eniya wan.
Ji zozanên xweş, mirovên xwezayî tîne navenda Ewropa. Û herkes ji xwe re ye. Delal li wir bêkes û bêkûs e. Ev birah jî jê re dibe dojeh, Reco jî zebanî, bêhnê lê diçikîne, henase nagire, ligel wê jî vîna jina berxwedêr bi hêza şoreşgerî hezkirinê ve dikelijîne. Ango şêweyek din derdixe pêşberî me.
Hem kevneşopiyan digire ber çavan hem welatperwerî û nirxên şoreşî, bi vê ve jî ligel wê jî jina bêhêz û neçar hatî Elmanya dike petron lê nahêle di nava pergalê de bihele. Bi vê jî nirxên tevgera azadiya Kurdistanê derxistine holê, bandora wê derdixe ber çavan.
Hest û fedakariya dayikbûnê bi hestên welatperwerîyê ve dikelijîne.
Jina Kurd a ku berê sê gavan li pey mêr bû, bi vîn û biryara xwe li hemberî mêr azadiya xwe bi dest dixe.
Wekî ku hevala Stran jî got: mirov dikare çend tiştên din jî li ser vê zêde bike. Delal ji bo ku Reco biguhere li berê kêm dimîne.
Yanî armanc çi ye? Armanca wî ew bû, kesayetek şoreşger ava bike. Her jin jî di heman demê de berpirsyar e ku mêr biguherîne, ne tenê xwe biguherîne. Ji bo çi ev kêm dimîne?
Armanca Delalê jê qutbûna Reco ye ne guhertina wî ye lê li wir jî nabe, çimkî gerdîş ji vê re bûye asteng, nahêle jê bigere.
Bivê nevê Reco wekî bifetisine, nahêle nefesê jî bistîne.
Ev jî wekî ketibe deryayek vê binî de û bi avjeniya xwe difetise.
Hema ku armanca wî guhertina Reco bûya mirov dikarî li wir hewldan bide. Ez nabêjim bila Reco tam biguherîne lê belê di deverekî de dibêje: Reco ji Kurdbûna xwe hay bû û çû Newrozê. Heke Reco çûbe Newrozê, nexwe guherînek tê de çêbûye.
Tevgera azadiya Kurdistanê de jî xaleke wisa heye: jin berpirsyar e ku mêr jî biguherîne ne tenê xwe biguhere. Ev berpirsyarî daye ser milê wan.
Dema li gund, ji bo Cemîleyê gotegot tên gotin. Heke jin tenê bi serê xwe be ev di nav me Kurdan de gelek tên gotin.
Ev di Îslamê de jî heye, jin ne li teniştê jî, sê gavan li paş mêr dimeşe. Lewra bêhêz e, diya Delalê jî bihêz e, ji ber ku Cemîle piçekê xweser e, dema diçe bajêr, dayika Delalê herdem gazindan dike. Lewra xweseriya wê nîne. Di eslê xwe de nivîskarê dikaribû ji van herdû qerekteran, qerektereke gelek cuda derxe. Wekî teblîkê, hem gotegotên li ser Cemîlê hem li ser gazincên dayika Delalê qerekterek bêhtir pakrewan û zana derxe holê.
Wekî hevalekê jî behs kir di romanê de an di helbestê de hewceyî bi pêşgotinê nîne.
Çima em berê xwîner didin wir û vir û em xwînerên xwe kêm dibînin. Gere xwîner bi xwe biçe encamê.
Heke teorîk be mirov dikare ji bo têgehna veke, lê ji bo romanê qet hewce nîne.
Mesele: di romanên klasîk de tiştek wisa nîne. Carinan danasînek an jî pesindanek ji rojnameyekê didin, nexwe tiştekî wisa nîne. Lewra divê ev rabe.
Hevalan behsa rastnivîsê kirin, bi rastî jî ez gelek westandim, çimkî kîjan daçek dikarin paş û pêş ber diyar bû. Tîpek tenê wateya hevokek hemûyê diguhere.
Di wir de, nizanim çiqas li ser sekiniye lê gere hevalê Yaşar Eroglu li ser sekinîbûya.
Minak: di dawiya rûpelê 72an de dibêje: di nava meraqê de Roj li ser Delalê derbas nedibû, rojekê xalo ji jina qîmetê re got.
Her çiqas nivîskar wisa nivîsî be jî, hevalê Yaşar Eroglu dikarî wê biguhere. Di vir de mirov dikare vê biwêja Kurdî "di nav meraq û mitalan de ne roja wê roj bû, ne şeva wê şev bû" bi kar bîne.
Di rûpelê 82an de dibêje: bi qasî tê gotin, li ser çalakvanan doz hatine vekirin. Yên ku tevlî çalakiyan dibin, dê dewleta Elman wan ji welatê xwe nehewîne. Ev şaş e, ev daçeka ne di cih de hatî karanîn, peregrafê hemiyê xira dike. Enceq girtina "ji welatê xwe derbixe çêdibû. Hevalê Mihemedê Kurdî belkî li ser van şaşiyan bisekine lewra ez zêde dirêj nakim.
Wekî hevala Stran jî gotî, gere weşanxaneyek bi hêviya kesekê ve nemîne. Pêwîst e komîteyek were avakirin û piştî redektê, pirtûk ji wan re bê xwendin hingê dê bizanin çi şaşî tê de hene. Mirov dibêje min rast kir, lê dema kesek din dixwîne şaşiyan dibîne. Ji ber hindê lazim e kezin din bixwînin.
Hevalan jî gotin, serkeftî bû, min çêj jê girt. Ew berxwedana li Ewropa hatî kirin, berxwedana jinê û veguhertin tê de hebû .
Divê her kesê wêjehez vê romanê bixwîne û jê sûd bigire.