Mîrateyek bê wêne li dû xwe hişt

Şemî 3 Gulan 2025 - 03:40

HPG'ê nasnameya gerîlayeke li Garê şehîd bû eşkere kir û got:"Em soz didin ku em ê pêkanîna Kurdistana Azad û Rêbertiya Azad ku xewn û xeyala hevrêya me Hêvîdar bû, bi têkoşîna xwe teqez bi ser bixînin." Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:"Milîtana hêja ya Têkoşîna Azadiyê ya Jinê hevrêya me Hêvîdar 12'ê Tebaxa 2024'an li herêma Garê di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû. Milîtana fedaî ya xeta jin a azad hevrêya me Hêvîdar weke milîtaneke Apoyî ya dilsozê nirxên azadiyê bandoreke xurt li dîroka me ya têkoşînê kir ku şopa wê ti carî jê naçe. Weke ferda malbateke Koçer a ku cewhera xwe parastî li nava refên têkoşînê bi rewşa xwe ya xwezayî, sade û têgihiştina xwe ya kûr di her karî de barê hevrêyên xwe sivik kir û bi sekna xwe bû mînak ji hevrêyên xwe hemûyan re. Şehadeta hevrêya me bandoreke giran li me kir ku milîtaneke YJA Starê ya serketî û xwedî têkoşîneke destanî bû. Em soz didin ku em ê pêkanîna Kurdistana Azad û Rêbertiya Azad ku xewn û xeyala hevrêya me Hêvîdar bû, em ê têkoşîna xwe teqez bi ser bixînin. Di serî de malbata hêja ya hevrêya me ya nemir em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.

Hevrêya me Hêvîdar weke ferda malbateke bi eslê xwe ji Sêrtê li navçeya Farqîn a Amedê li nava derdoreke welatparêz jidayîk bû. Sala 2011'an tevlî nava refên gerîla bû. Di demeke ku çeteyên DAÎŞ'ê bi awayekî hovane êrîşî hemû gelê bindest û bi taybetî gelê me yê mezlûm kir hevrêya me Hêvîdar ji bo pêdiviyên ruhê seferberiyê yê ji aliyê Tevgera me ve hatiye destpêkirin pêk bîne derbasî Rojava bû. Ji bo bicihanîna wezîfeyên xwe kêliyekê jî teredût nekir, bi rengekî çalak tevlî berxwedana li dijî çeteyên DAÎŞ'ê bû û tevî ku birîndar bû jî ji çeperên herî pêş derneket. Li dijî tevgera dewleta Tirk a dagirker ji bo tasfiyekirina Tevgera me daye destpêkirin, berê xwe da Herêmên Parastinê yên Medyayê. Hevrêya me ku di xeta PKK-PAJK'ê de gavên bi biryar û bawer avêt israr kir û çû qadên ku şer lê dijwar bû.  Hevrêya me ku hem bi jêhatîbûna xwe ya leşkerî û hem jî bi danehevbûna xwe ya îdeolojîk milîtaneke mînak a YJA Starê bû, bi hesasiyeteke mezin nêzî wezîfeyên ku ketiye ser milên xwe bû. Hevrêya me Hêvîdar, heta ku gihîşt şehadetê her kêliya xwe bi biryardariya têkoşîna azadiyê ya gelê me cihê xwe di dîroka bi rûmet a gelê me de girt û mîrateyeke hevrêtiyê ya nayê jibîrkirin li dû xwe hişt."

Agahiyên li ser nasnameya hevrêya me ya şehîd wiha ye: 

Hêvîdar Berxwedan Koçer (Hasîne Tekîn), li Amedê jidayîk bûye, 12’ê Tebaxa 2024’an li Garê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.