Kurd xwedî li şehîdên xwe derketin

Sêşem 6 Gulan 2025 - 03:30

Li gelek deverên Ewrûpayê Kurd bi merasîm û civînan xwedî li şehîdên xwe derketin. Di merasîman de şehîdên demokrasî û aştiyê Sirri Sureyya Onder jî hate bibîranîn.

ELMANYA

Şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Pêşeng Elîko yê 19'ê Nîsanê li herêma Tirwaziyê di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû, li bajarê Leipzig ê Elmanyayê hate bîranîn. Di bîranînê de kekê Pêşeng Elîko Arîf Elîko jî hate bîranîn ku sala 2018'an li Efrînê şehîd bû. Li gel malbat û xizmên Elîko gelek kes beşdarî bîranînê bûn. Bi navê KOMAW'ê axaftin hate kirin û di şexsê Sirri Sureyya Onder de hemû şehîdên meha Gulanê hatin bîranîn. Li bajarê Bodensee yê Elmanyayê ji bo Dilsoz Sarya (Îslam Çelîk) çalakiya bîranînê hate lidarxistin ku sala 2019'an li navçeya Kemah a Erzînganê li gel du hevalên xwe şehîd bû. Di çalakiyê de ku gelek kes amade bûn sînevîzyona li ser jiyan û têkoşîna Dilsoz Sarya hate nîşandan. Gerîlayê HPG’ê Erdal Nîştiman (Engîn Çetîn) yê di 23’yê Adara 2019’an de bi du hevrêyên xwe re li Bedlîsê şehîd bûbû, li Essenê hat bibîranîn. Li qada bîranînê wêneyê şehîd Erdal Nîştiman û Rêber Apo hatin daliqandin. Malbata şehîd û gelek Kurdistanî tevlî merasîma bîranînê bû. Li ser navê malbata şehîd axaftin hatin kirin û bal kişandin bi ser têkoşîna şehîd. Di merasimê de Sirri Sureyya Onder jî hate bibîranîn.

FRANSA

Li banliyoya Melun a paytexta Fransa Parisê li Navenda Civaka Demokratîk a Mehmet Tûnç di şexsê Sirri Sureyya Onder de şehîdên meha Gulanê hatin bîranîn. Piştî deqeyeke rêzgirtinê siyasetmedar Fesîh Varto axivî û qala girîngiya şehîdên meha Gulanê di nava têkoşîna azadiyê ya Kurdan de kir. Ji Tevgera Ciwanên Şoreşger a Fransayê Mûrat Mawa jî got, bi dirûşma 'Me bi ciwantî destpê kir, em ê bi ciwantî bi ser bikevin' wê bîranîna şehîdên meha Gulanê bi ser bixînin.

SWÎSRE

Bi wesîleya salvegera 88'an a Terteleya Dersimê li NCDK a Baselê çalakiya bîranînê hate lidarxistin. Bi wesîleya salvegera 88'an a Terteleya Dersimê li bajarê Basel ê Swîsreyê çalakiyeke bîranînê hate lidarxistin. Endama YJK-S Ozen Aytaç Sirri Sureyya Onder bi bîr anî û got:"Em ê armanca aştiyê ya ku wî ji me re hişt teqez bi ser bixînin." Li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Aarauyê ji bo Sirri Sureyya Onder, sersaxî hat danîn. Sersaxî bi pêşengiya Meclîsa Gel a Mehmet Tunç û Meclîsa Jinê ya Rojbîn ve hat lidarxistin. Li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Baselê jî bi pêşengiya Meclîsa Şêxo Dirlik û Meclîsa Jinê ya Ronahî ve ji bo Sirri Sureyya Onder sersaxî hat danîn. Parlamentera berê ya HDP’ê Dîlan Dirayet Taşdemîr axivî û got:“Herî zêde wî Rêber Apo fêm dikir. Ez hemû şehîdên di vê rêyê de şehîd bûne bi rêzdarî bi bîr tînim.”

NORVEÇ

Ji damezrînerên PJAK û KNK'ê Abdulrahman Hecî Ehmedî ku 18'ê Adarê li Elmanyayê jiyana xwe ji dest da, bi wesîleya roja 40'emîn a wefata xwe de li bajarokê Kløfta yê li nêzî paytexta Norwêc Osloyê bi çalakiyekê hate bîranîn.

Nûnerên gelek partiyên siyasî û welatparêz tevlî merasîmê bûn. Di çalakiyê de Endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder jî hate bîranîn.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.