Şervanê heqîqetê: Alî Haydar Kaytan

Sêşem 13 Gulan 2025 - 00:15

  • Li çiyayên birîndarbûyî yên Dêrsimê şilek serî hilda û bi agirê azadiya Kurdistanê vegeriya maşeleyekê. Alî Haydar Kaytan, bi nasnav Heval Fuat, aqilmendê damezrîner ê PKK’ê, hevrêyê Rêber Apo, helbestvan û şervanê heqîqetê bû. 

Birdariyek dilsoziyê ku li dijî tariya zilmê serî hilda û di eniyên pêş ên meşa azadiyê ya gel de bi serbilindî rawestayî bû. Ev destana ku di 26’ê Adara 1952’an de li gundê Hêngirvan ê Dêrsimê destpê kir, li ser lûtkeyên bilind ên Qendîlê di dilê gelê xwe de nemir bû. Di 26’ê Adara 1952’an de li gundê Hêngirvan (Yogunçam) ê navçeya Nazimiye ya Dêrsimê, ji dayîk bû. Navê dayîka wê Gulîzar û bavê wî jî Elî Kaytan bû. Ji eşîra Heyderan bû. Kaytan, ku ji aliyê Rêber Apo ve wekî ‘zarokê komkujiyê’ binavkirî, zarokê malbatek ku bi êşa Qirkirina Dêrsimê ya 1937-38’an wêran bûyî bû. Dayîka wî Gulîzar, di biçûkatiyê de şahidiya qetilkirina dayîka xwe kiribû. Di rêyên sûrgûnê yên Qeyseriyê de mezin bû. Ev birîn, ket nav giyanê Kaytan jî; 4 xwişk û birayên wî jî wê beşdarî karwanê azadiya Kurdistanê bibûna. Zarokatiya wî li ser rêyên ax yên Hêngirvanê, di nav hembêza çiyayan de derbas kir. Dibistana seretayî li Büyükyurt, dibistana navîn û amadeyî li Erziromê… Ew hişek ku hertim tîbûnê zanînê bû. Di sala 1971’an de li Fakulteya Zanistên Siyasî ya Zanîngeha Enqereyê dest bi xwendinê kir. Wêrekiya Denîz Gezmîş û rihê serhildêr ê Mahîr Çayan di hişê wî de deng vedidan, lê agirê esas bi ramanên Rêber Apo pê ket.

Deriyê heqîqetê vebû

Alî Haydar Kaytan, yekem rast hatina xwe ya li gel Rêber Apo wiha vedibêje:“Piştî xwepêşandanek sala 1973’an, Rêber Apo heft mehan li Zindana Mamakê tê girtin, min ew dît.  Sohbeteke ku du-sê saetan dom kir, hişt ku ez bi rastiya Kurd û Kurdistanê re rû bi rû bim.” Ev hevdîtin û sohbeta kurt têrê kir ku di giyanê wî de tofanek derkeve. Kaytan ji lêgerînekê derbasî meşekê ku çarenûsa gelek li ser pişta xwe hilgirtî, bû. Dengê jîr ê Rêber Apo tovên heqîqetê di hişê wî de çand.

Piştî nasîbûna gel Rêber Apo, ew bi rêhevalên wekî Kemal Pîr û Hakî Karer re hevdîtin dike. Di sala 1973’an de, çirûska yekem a tevgera Apoyiyan li Enqerê pê ket. Kaytan bû stêrka herî geş a vê agirê. Li Dêrsim, Çewlîk, Elezîz û Dîlokê mil bi mil têkoşiya. Şehadeta Hakî Karer ya di 18’ê Gulana 1977’an de wek xencerekê li dilê wî ket. Nivîsa bîranînê ya ku wî li ser daxwaza Rêber Apo nivîsand, li seranserê Kurdistanê deng veda û di ruhê gel de şop hişt.

Mîmarê destana azadiyê

Piştî şehîdxistina Hakî Karer, tevger li pêvajoyeke nû veguherî û hewldanên damezrandina partiyekê destpê kirin. Ji bo vê komîteyek tê avakirin û Alî Haydar Kaytan jî di nava komîteyê de cih digire. Di pêşengiya Rêber Apo de koma ku ji Kemal Pîr, Mehmet Hayrî Durmuş, Mazlûm Dogan û Alî Haydar Kaytan pêk tê bernameya partiyê amade dikin. Yekem civîna amadekariya bernameyê jî li Elazîzê pêk tê. Di wê civînê de, Alî Haydar Kaytan wekî komîteya leşkerî hate hilbijartin. Alî Haydar Kaytan di kongreya damezrandinê ya PKK’ê ya ku di sala 1978’an de bi pêşengiya Rêber Apo hatibû damezrandin de jî cihê xwe digire.

Pênûs wî bingeha îdeolojîk a rêxistinê xurt kir. Gotinên wî ji hevalbendên wî re bûn îlham. PKK ji bo gelekê serdemek hişyariyê da destpêkirin. Kaytan yek ji mîmarên aqilmend ên vê destanê bû. Darbeya 12’ê Îlona 1980’yan ew neçarî sûrgûnê kir. Li kampên Başûrê Kurdistanê wek fermandar xebitî û di sala 1981’an de çû Ewropayê û qêrîna Kurdistanê ji cîhanê re ragihand. Kaytan di sala 1988’an de li rojavayê Elmanya hat girtin û di ‘Darizandina Kurdan’ a li Dusseldorfê de hat darizandin. Ew di sala 1994’an de gihişt azadiya xwe, lê ruhê wî her tim li çiyayan bû.

Dengê bihêz ê heqîqetê

Di salên 2000’an de di Konseya Rêveber a KCK’ê de cih girt û bû hevrêyê herî nêzîk ê Rêber Apo. Wekî pêşengekî Zanist û Ronakbîrîyê, wî manîfestoya azadiya Kurdistanê nivîsand. Gotinên wî di dilê gerîlayan de deng vedidan; Pênûsa wî şiyarbûna gelekî geş kir. Ew zanayek ku Rêber Apo digot ‘piştî min wê bandora gotina wî derbasdar be’. Kaytan ne tenê fermandarekî bênavber bû, di heman demê de helbestvanê Kurdistanê û dengê heqîqetê bû.

Keyfxweşiya di herikbariyê de

Alî Haydar Kaytan ji çiyayên birîndar ên Dêrsimê heta lûtkeyên azad ên Kurdistanê destanek nivîsand. Ew hevrêyê Rêber Apo, mîratgirê Hakî Karer, ruhê Mazlûm Dogan bû. Dîlgirtin, sûrgûn û biçûkxistin, nekarîn biryardariya wî bişkînin. Ew bi coşek bêdawî û baweriyek bê binî dimeşiya. Her peyv, her kiryarek wî, risteyek ya helbestên helbestvanekî ku li heqîqetê digeriya bû. Ruhê serhildêr ê Dêrsimê bi agirê azadiyê yê çiyayan re gihişt hev. Heval Fuat li her kuçe û beriyek Kurdistanê, di çavên her gerîlayekî de dijî. Mîrateya wî dê di stranên serfiraz ên siberojek azad de heta hetayê deng vede. Di dawiyê de wê ‘Keyfa di herikbariyê de’ ya gelekî ku ber bi azadiyê ve dimeşe ku di helbestên Alî Heydar de diteyisin bimîne. Herikîn wê bi berxwedanek destanî xwe bidomîne.

“Tu li tu cihekî naskirî nînî, rastî…

Lê nebûna te jî tune ye.

Ev bêhna serxweşker li her kulîlkek ku ez bêhna wê distînim belav bûye

Bêhna te, ango nefesa jiyanê…

Aha ev keyfa jiyanê ye!

Wê demê tu heyî, rastiye, ez ber bi te ve dimeşim.

Her kêliya vê pêşbirkê hevdîtineke

û sekinandin tenê tirsa ku em dizanine.

Spas dikim ji te re, ji bo rêya ku hîn nehatiye meşîn û ji bo lingên min.

Pirsa min li ser çemekî ye ku bersiva wê di okyanûsê de veşartî ye.

Bese, bila tenê keyfa di herikînê de bimîne.”

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.