Tekoşerên gelê xwe dilsozê şehîdan

Çarşem 11 Hezîran 2025 - 03:20

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê der barê şehadeta 2 şervanên xwe de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi vî rengî ye:"Têkoşerên gelê xwe û dilsozên şehîdên xwe, hevrê Henîf Kobanê (Henîf Ehmed Nebî) û Mistefa Îbrahîm Terbûş (Mistefa Îbrahîm Terbûş) dema erk û mîsyonên xwe yên şoreşgerî bi cih dianîn, di encama nexweşiyên giran de şehîd bûn. 

Hevrê Henîf Kobanê (Henîf Ehmed Nebî) ji malbateke welatparêz a xwedî dîrokeke dirêj a têkoşîn û berxwedana neteweyî ye. Hevrê Henîf Kobanê bi xwe di şoreşê de sê şehîd daye û hîna endamên malbata wî di nav refên şoreşê de têkoşînê dikin. Hevrê Henîf ku ji destpêka damezirandinê ve tev li refên hêzên me bû, roleke mezin di tevlêkirina bi dehan ciwanan nava hêzên leşkerî yên ji gelê herêmê de lîst. Her wiha çavdêrî li perwerdekirin û belavkirina şervanan a li yekîneyan kir û rihê têkoşînê de di wan de da avakirin. Hevrê Henîf piştî ku gelek perwerdeyên siyasî û leşkerî yên kûr û berfireh dîtin, pêşketineke şênber di aliyê zanistî û fikirî de bi dest xist. Pisporiyên leşkerî di warê şer, taktîkên leşkerî, amadekirin û rêvebirina hêzan di rewşên şeran de bi dest xist. Piştre cihê xwe di xebata dîplomasiya leşkerî de girtin. Demeke dirêj li Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Herêma Firatê kar û xebat da meşandin. 

Hevrêyê me Mistefa Îbrahîm Terbûş, jî ji malbateke welatparêz e ku di şoreşê de gelek şehîd dane (birayekî şehîd û du biraziyên wî). Tevî temenê xwe yê mezin di destpêka şoreşê de dudilî nekir ku bi hemû hêz û coşa xwe tevlî hêzên me bibe.

Hevrêyê me Mistefa beşdarî hemû qonaxên şoreşê bû. Beşdarbûna wî ya di berxwedana Kobanê (2014’an) de qonaxek girîng di dîroka berxwedan û têkoşîna wî de çêkir, ku di wê demê de serkeftinên mezin bi dest xist, ji bo hevalên xwe yên şervan bû mînakek. Her tim li eniyên pêş bi lehengî şer dikir û moral dida hevalên xwe. Heta kêliyên xwe yên dawî baweriya xwe bi serkeftina şoreşê û avakirina welatekî ewle û aram ji dest neda. Em sersaxiyê ji xwe, ji malbatên her du şehîdan û ji tevahiya malbatên şehîdan re dixwazin. Em di meşa xwe ya hildana ala wan a têkoşînê de berdewam in, heta ku xeyal û hêviyên wan ên azadî, edalet, jiyaneke bi rûmet li welatekî demokratîk a pirrengî bi cih werin."

Henîf Kobanê (Henîf Nebî), li Kobanê jidayîk bûye, 8’ê Hezîrana 2025’an li Qamişlo şehîd bû.

Mistefa Terbûş (Mistefa Terbûş), li Kobanê jidayîk bûye, 8’ê Hezîrana 2025’an li Şamê şehîd bû.

ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.