Tenduristiya gel di xetereyê de ye
Çarşem 11 Hezîran 2025 - 03:30
MEDİNE MAMEDOĞLU
Li Şirnexê ku tê xwestin bi lêgerîna madenan, kanûn qûmê, santralên termîkê û bendavan bê tine kirin, tenduristiya xelkê di bin xeterê de ye. Serokê Odeya Tabîban a Şirnexê Serdar Kunî got:’’Ger tedbîr neyên girtin, dibe ku ava li bajêr nemîne. Ev yek wê rê li pêş nexweşiyên cidî vebike.’’
Texrîbatên li Şirnexê yên xwezayî, bi tenê mijareke derdorê nîne, di heman demê de pirsgirêkên piralî yên gefê li tenduristî, derûnî û paşeroja bajêr dixwe diafirîne. Serokê Odeya Tabîban a Şirnexê Dr. Serdar Kunî, birrîna daran a li herêmê, xebatên lêgerîna petrol û madenan û kanên qûmê ku bandorê li ekosîstemê û tenduristiya gel dikin, nirxand.
Li gel xebatên lêgerîna madenan ên sîstematîk, li bajêr projeyên ji bo bendavan jî tên amade kirin. Ev rewş li ser qadên jiyanê, çavkaniyên ava paqij û hewaya paqij, bi temamî bandor dike û gefê li tenduristiya gel dixwe. Li hemberî van texrîbatan, ti xebateke başkirinê tine ye û dibe ku di salên pêş me de, li bajêr hem ava paqij hem jî hewaya paqij nemîne. Serdar Kunî, texrîbata xwezayê ya li Şirnexê tê jiyan kirin, di bin sê sernavan de kom dike. Birrîna daran, lêgerîna petrolê û derxistina wê, xebatên madenan û kanên qûmê. Kunî destnîşan dike ku bi taybetî birrîna daran dibe sedema xerabûnên ekolojîk û got:’’Tinebûna habîtatê, bi xwe re encamên weke herikîna axê û bandora avhewayê diafirîne. Daristan karbondîoksîta heyî vedimêje û tewazina avhewayê çêdike. Tinekirina wan wê rê li ber germahiyê û zuhabûnê vebike.’’
Petrol jiyana zindiyan tine dike
Kunî bal kişand ser xeteriyên cidî yên xwezayên yên di encama lêgerîna petrolê û got:’’Ev xebatên ku dibe sedema qirêjiya axê û avê, qirêjiya hewayê û xerabûna jiyana giyanewaran; bi zêdebûna gaza metan, hem rê li ber krîza avhewayê vedike hem jî zirarê dide jiyana mirovan. Herikîna petrolê gefê li çavkaniyên ava vexwarinê dixwe.’’ Kunî destnîşan kir ku li herêmên qûm û kevir jê tên derxistin, tora giyayan bi temamî tine dike û da zanîn, ev rewş li ser faunaya herêmê bandoreke xerabker ava dike, bi texrîbata rêyên avê, gelek cureyên zindî tên tine kirin.
Hewaya qirêj ava jehrî civaka nexweş
Kunî qirkirina ekolojîk a li Şirnexê weke krîzeke piralî ya ku bandora xwe li ser tenduristiya gel heye pênase dike, destnîşan kir ku li herêmê nexweşiyên weke bêhnstendinê, pirsgirêkên sîstema fêrbûna laş û nexweşiyên berbelav dibin zêde dibin û got:’’Ew toz, gaz û partîkûlên ku di encama birrîna daran, xebatên madenê û lêgerîna petrolê derdikevin holê, rê li ber nexweşiyên weke astim, KOAH, bronşîtê vedike. Bi taybetî li ser temenmezin, zarok û jinên ducanî, xeteriyeke mezin ava dike.’’
Bermahiyên petrolê kanserê çêdike
Kunî destnîşan kir ku bermahiyên petrolê û qirêjiyên di bin erdê de gefê li çavkaniyên ava vexwarinê û qadên çandiniyê dixwe û got:’’Avên jehrî dikare rê li ber nexweşiyên weke jinavçûn, kolera, hepatît vebike, metalên giran jî dikare bibe sedema nexweşiyên weke cîgera reş, gurçik û penceşêrê. Tinekirina qadên jiyana xwezayê, tenê ji aliyî fizîkî na, di heman demê de zirarê dide binesaziya civakî jî. Qutbûna ji xwezayê, rê li ber nexweşiyên derûnî yên weke anksiyet, depresyon û qutbûna ji aîdiyetê vedike. Çavkaniyên debarê yên xelkê ku bi çandiniyê debara xwe dikin, wan tine dike, dihêle ku ji gundan ber bi bajaran koçberî çêbibe û hafizaya çandî lewaz bibe.’’
Dibe ku li Şirnexê av nemîne
Kunî metirsiyên xwe yên derbarê kalîteya jiyanê de jî eşkere kir, destnîşan kir ku tinekirina daristanan û avê, bêtewaziniya di avhewayê de wê paşerojê de li Şirnexê rê li ber krîzên hîn kûrtir vebike û got:’’Dibe ku lehî, zuwabûn, pêlên germahiyê li herêmê zêde bibin. Dibe ku li Şirnexê av nemîne. Ger tedbîr neyên girtin, ev qirkirin bi tenê kesayetan na, wê civakê, hilberînê û heviya derbarê paşerojê de jî jiholê rabike.’’ Serdar Kunî, bang li rayagiştî kir ku li hemberî vê rastiyê bikevine tevgerê û got:’’Gotina ‘Na ji qirkirina xwezayê re’ ne hilbarteyek e. Êdî bûye neçariyek.’’