Dîsa dê çav berdin çiyayên me
Pêncşem 10 Tîrmeh 2025 - 15:00
- Hevşeredarê Pasûre Mûrat Îpek têkildarî talankirina Zozanên Hesendînê destnîşan kir ku dê siberojê hesabên madenên cuda cuda bikin û wiha pê de çû: “Tê xwestin ku li vir gaza zinaran derxin. Ji bo derxistina gaza zinaran jî bi tonan av hewce ye. Siberojê dîsa dê çav berdin çiyayên me.”
Şêniyên Zozanên Hesendînê ev çend sal in li dijî bêhiqûqiya Şîrketa Anonîm a Madenvanî û Bazirganiya Derve ya Pasûrê li ber xwe dide. Gel di dawiyê de dest bi çalakiya nobetê kir. Şeniyên herêmê diyar kirin ku piştî lêgerîna madenan ava wan a li herêmê kêm bûye. Hevşaredarê Pasûrê Murat Îpek ku ji bo piştgiriyê bide çalakiya welatiyan tev li çalakiyê bû, axivî.
Em jî ji bo piştgiriyê li vir in
Murat Îpek diyar kir ku ev du sal in şîrketek dixwazê Zozanên Hesendînê talan bike û wiha got: “Xelkê ku li derdorê dijî bertek nîşan dide. Zozanên li vir çavkaniya gundên me yên li derdorê ye. Ajalên xwe tînin vir. Av jiyan e, ji bo debarê jî tiştê sereke ye. Em jî ji bo piştgiriyê bidin gundiyan li vir in. Em ji bo xwezaya Kurdistanê li vir in. Li Geliyê Zorê heta ku Gavgazê, Çiksê jî bi lêgerîna madenan û GES û HESan dixwazin me ji çand û gundê me dûr bixin. Di salên 90'î de bi destê zorê xwestin pêk bînin lê îro bi destê madenan dixwazin vê tiştê pêk bînin.”
Dîsa dê çav berdin çiyayên me
Murat Îpek destnîşan kir ku dê siberojê hesabên madenên cuda cuda bikin û wiha pê de çû: “Tê xwestin ku li vir gaza zinaran derxin. Ji bo derxistina gaza zinaran jî bi tonan av hewce ye. Siberojê dîsa dê çav berdin çiyayên me. Gel û em vî tiştî dizanin. Sermaye nikare me ji ava me qut bike. Wezaret bi zanebûnî di fermiyetê de navê wan çiyayan nanivîsîne. Dema ku zozan binivîsin, bertek dê bên nîşandan. Lewma li Zozanên Hesendînê jî vî tiştî pêk tînin. Di salên 90'î de çawa bi rêya şer li zozanan vala dikirin îro jî bi destê sermayeyê vî tiştî dikin. Tê xwestin ku gel ji hişmendiya xwe dûr bikeve.”
Bi avê gel derbara xwe dike
Murat Îpek bi bîr xist ku av ji bo herêmê gelek giring e û ev tişt anî ziman: “Ev av diçe 8 gund û gundewaran. Bi avê gel derbara xwe dike. Dema li vir makîne bên xebitandin gundî nikarin li vir bijîn. Di dawiyê de neçar dimînin koçî metropolan bikin. Li wir jî dê bi awayekî ji çanda xwe dûr bijîn. Ev du sal in xelkê li vir dixwaze li zozanên xwe bijîn. Ji xwe rapora ÇED'ê ya şîrketê jî tune ye. Ev bêhiqûqî ne. Xelkê me yê li vir dijîn jibona vê malên xwe ji sermayeyê re bernadin.”
Şîrket jî ji sermayê re dixebite
Murat Îpek diyar kir ku ji aliyê zagonan ve divê şîrket destûr ji şaredariyê xwestibûya û axaftina xwe wiha bidawî kir: “Şîrketê ji xwe re çend kîlometreyan rê vekir. Dewlet ji bo rê çêbike dikare bi zivistanê makîneyan derxe zozanan lê dema ku ji bo berjewemendiya gel bê pere tune ye. Sermaye ji şîrketê re şîrket jî ji sermayê re dixebite.” AW/AMED/OMER DEMÎR