Bû şopdarê fermandarên nemir
Çarşem 9 Tîrmeh 2025 - 03:45
- HPG-NRÇ'ê nasnameya gerîlayekî şehîd eşkere kir û got:"Di serî de ji malbata hêja ya hevrêyê me Sîdar Armanc em sersaxiyê ji gelê xwe yê Serhedê yê welatparêz û gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin."
HPG-NRÇ'ê nasnameya fermandarê şehîd Sîdar Armanc eşkere kir. Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê (HPG-NRÇ) bi vî rengî ye:"Tunela Berxwedanê ya Girê Amediyê ya li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk îradeyeke xurt ava kir û veguherî kelheke ku ti kes nikare têk bibe, berxwedaneke destanî ya 4 salan raber kir. Ji fermandarên me yên fedayî yên Apoyî Delîl Zagros – Cercîs Çaksu, Guven Doza – Cansel Dursun, Andok Adil – Ramazan Bîlal, Ciwan Welat – Fatîh Bulut û Armanc Azadî – Şehrîban Alturk pêşengî ji vê berxwedana dîrokî re kirin û ev berxwedan bi fermandariya hevrê Sîdar Armanc dewam kir.
Hevrêyê me Sîdar Armanc ji hevrêyên xwe yên fedayî yên şehîd bûne, fermandariya Berxwedana Girê Amediyê dewr girt û li pey şopa şehîdan meşiya. Di 4’ê Gulana 2024’an de di êrîşa dijmin de şehîd bû. Em fermandarê fedayî yê Apoyî hevrê Sîdar Armanc bi rêzdarî bi bîr tînin û soz didin ku berxwedana wî ya dîrokî ya ji me re weke mîrate hiştî, destkeftiyên wî yên mezin, serweriya wî ya di taktîkê de û hevrêtiya wî ya heqîqî ji xwe re bikin rênîşana têkoşînê û ber bi serketinê ve bimeşin. Di serî de malbata hêja ya hevrêyê me Sîdar Armanc, em ji hemû gelê Serhedê yê welatparêz û gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.
Xwedî li jiyana partiyê derket
Hevrêyê me Sîdar li navçeya Erdîş a Wanê ku bajarekî qedîm ê Serhedê ye, di nava malbateke welatparêz de hate dinê. Di salên zanîngehê de bi rengekî aktîf beşdarî xebatên ciwanan bû. Hevrêyê me derdora xwe bi sekna xwe ya di jiyanê de û xîtabeta xwe bandor kir. Di xebatên tevlîbûn û rêxistinbûnê de pir zû performanseke serketî nîşan da. Ji ber xebatên di nav de, gelek caran hate binçavkirin û tevî vê yekê jî ti carî ji sekna xwe ya şoreşger tawîz neda. Xebatên şoreşgeriyê yên hevrêyê me weke sûc hate nîşandan û salekî li zindana Tîpa F a Tekîrdagê hate girtin. Hevrêyê me pêvajoya zindanê baş nirxand û lêhêrbûnên xwe kûr kir. Çawa ji zindanê derket di sala 2013’an de tevlî nava refên gerîla bû. Hêvrêyê me yê ku di bin sîwana Hêzên Taybet de perwerdeyeke baş distîne, kûrbûnên xwe yên têkildarî fedaîbûnê roj bi roj zêde dike û weke xwendekarekî fermandara me ya mezin Zîlan (Zeynep Kinaci) kete nava lêgerîna bersivbûna ji bo Rêbertî û gel. Piştî pêvajoya perwerdeya dijwar di hemû kêliyên jiyana xwe de hevrêyên xwe yên fedaî ku wan weke rênîşanderên xwe dibîne, bi bîr tîne û berê xwe dide xeta fedaîbûnê. Bi baldarî, hessasiyet û berpirsiyariya şoreşgerî ya mezin nêzî xebatên xwe dibe û tecrûbeyên mezin bi dest dixe. Pênc salan li gel rêveberiya Tevgera me di xebatên xwe yên ewlehiyê de jî bi saya kesayeta xwe ya mutewazî û israra xwe ya xwedîlêderketina jiyana partiyê ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve gelekî tê hêzkirin. Hevrêyê me li hemberî operasyonên dewleta Tirk ên dagirkirinê yên di sala 2022’yan de li Zap, Avaşîn û Metînayê dane destpêkirin, weke milîtanekî fedaî yê Apoyî pêşniyar kir ku derbasî qadên şer bibe. Derbasî Herêma Şehîd Delîl Zagros a Rojavayê Zapê bû û li vir bi lez daxilî gelek xebatan bû û kedeke mezin nîşan da. Hevrêyê me Sîdar ê ku li her derê bi sekn û tevlîbûna xwe dibe mînak, li qada şer jî berpirsiyariyên mezin digire ser xwe. Hevrêyê me Sîdar bi sekna xwe ya bibiryar a li ser xeta fedaîbûnê, tevlîbûna xwe ya îdeolojîk, tecrûbeyên xwe yên di warê leşkerî de û hevrêtiya xwe ya rastîn ji me re mîrateyeke têkoşînê ya nejibîr û telîmata serkeftinê hişt. Bîranînên wî dê tim rêya me ronî bikin, armancên wî werin pêkanîn û li Kurdistana azad tim zindî bimîne." Agahiyên derbarê nasnameya hevrê Sîdar Armanc bi vî rengî ne:
Sîdar Armanc (Mahmut Tut), li Wanê jidayîk bûye, 4’ê Gulana 2024’an li Zapê şehîd bû.
BEHDÎNAN