Tirkiye nikare ji ‘mafê hêviyê’ bireve
Çarşem 9 Tîrmeh 2025 - 15:00
- Parlamentera Şirnexê Newroz Ûysal destnîşan kir ku ‘mafê hêviyê’ ne meseleyeke welê ye ku hikumeta AKP’ê karibe jê bireve yan jî bazarê li ser bike û got, di heman demê de pêwîstî û berpirsyariyay pêvajoyê ye.
Hikumeta AKP’ê ku ‘Plana çalakiyê’ ya nû têkildarî ‘cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî’ pêşkêşî Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê kir, careke din dubare kir ku Rêber Apo ji ‘Mafê hêviyê’ bêpar dihêle. Parlamentera Şirnexê ya DEM Partiyê Newroz Ûysal nerazîbûn nîşanî vê yekê da.
Parlamentera Şirnexê ya DEM Partiyê Newroz Ûysal ku yek ji parêzerên Rêber Apo ye, li ser mijarê axivî.
Parlamentera Şirnexê ya DEM Partiyê Newroz Ûysal destnîşan kir ku ‘mafê hêviyê’ ne meseleyeke welê ye ku Tirkiye karibe jê bireve û got, “Beriya her tiştî li hemberî vê plana çalakiyê divê têkildarî van çar biryarên em jê re Gûrban, Kaytan, Boltan û Ocalan dibêjin, agahdarî bê kirin û ji bo di civîna navberê ya meha Îlonê de biryar bê wergirtin, daxwaz bê kirin. Komîteyê di Îlona 2024’an de gotibû, eger Tirkiye heta Îlona 2025’an gavên di vê mijarê de em li bendê ne neavêje, pêşketineke şênber nebe wê bikeve nava amdekariyê ku pêşniyar biryarê ya navberê amade bike. Niha em ber bi Îlonê ve diçin, planeke çalakiyê heye ku hatiye pêşkêşkirin, lê belê li ser guhertineke şênber ti pêşniyar û plansaziyek nîne. Ji ber vê yekê divê Komîte di rûniştina Îlona 2025’an de têkildarî biryara Tirkiyeyê ya li ser Ocalan pêşnûme biryareke navberê amade bike û di vê mijarê de ji bo guhertinê bide kirin hêza xwe ya hiqûqî û dîplomatîk bi kar bîne. ‘Mafê hêviyê’ ne meseleyeke welê ye ku Tirkiye karibe jê bireve û bazarê li ser bike. Eger Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê vê yekê ji demê re nehêle, bi agahdariyeke bi vî rengî nesekine û bi berpirsyariyeke welê rabe ku vê yekê weke pirsgirêkeke avanî dibîne, hingî guhertinek dikare bê kirin. Em li meclîsê di nava hewldana vê yekê de ne. Ji xwe di çarçoveya vê pêvajoyê de divê Tirkiye li gorî sozên di asta navneteweyî de dane tevbigere.” ANF/NAVENDA NÛÇEYAN