Dêrelok di bin êrişan de ye!

Çarşem 9 Tîrmeh 2025 - 15:15

  • Têkildarî êriş û ne aramiya li herêmê xelkê Dêralokê ya ser bi Amêdiyê ya Dihokê axivîn.

Li ser banga Rêber Apo ya 27’ê Sibata îsal ya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ PKK’ê Kongreya 12’an lidar xist û dawî li hemû çalakiyên xwe yên gerîla anî. Piştî vê çav li rê bû ku dewlet dawî li êrişên xwe bîne, lê heta vê gavê jî êrişên dewleta Tirk ya li xetên sînorê Başûrê Kurdistanê berdewame. Di encama van êriş û dagirkeriyê de hê jî sedan gund û baxçeyên welatiyên Başûr dagirkirî ne. Ev yek ji bo xelkê herêmê bûye fikareke mezin bi taybet nearamiyeke mezin li Amêdiyê ya ser bi Dihokê heye, welatî nikarin bijîn.

Têkildarî êriş û ne aramiya li herêmê xelkê Dêralokê ya ser bi Amêdiyê ya Dihokê axivîn.

‘Metirsî li ser jiyana me heye’

Welatiyê bi navê Helkewt Tahir li ser bandora êrişên dewleta Tirk a li herêmê ev got: “Bi giştî rewşa herêmê pir ne arame. Jiyana xelkê Dêrelok, Şêladizê û Amêdiyê zêdetir li ser van çiyayane. Bi taybet werza biharê ciwan û xelkê deverê jiyana wan li ser berhemên giyayî yên li van çiyayane. Dîsa li ser lawirvaniyê ya li zozanane. Mixabin heta niha nikarin biçin ji ber metirsî li ser jiyana me heye.”

Şev û roj êriş hene

Welatiyê bi navê Pêşwaz Ferîq bal kişand ser rewşa li herêmê û got: “Rewş bi giştî ne arame. Xudê şahide saet 02:00’yê şevê şerê Tirkiye li ser zeviyên me ne. Ji êvarî bigire heta ber destê sibehê topxaneyên Tirkiye nasekinin. Ji derveyî balafirên şer. Ev rewş ji bo zarokan pir xetere. Bandoreke mezin li ser derûniya wan kiriye.”

‘Sînor hatine danîn, bê derbaskirin wê bê bombekirin’

Pêşwaz Ferîq anî ziman bi rengekî berçav herêm dorpêç kiriye û wiha pêde çû: “Xelk nikare biçe ser gundên xwe, sînor ji bo wan diyar kirine. Eger van sînoran derbas bikin wê bên bombekirin. Ti garantiya jiyana wan nîne. Ew hatine nava xaka me û sînorê xwe derbas kirine. Ti aramî û ewlehî li herêmê nîne. Xelk ji ber neçarî li gundên xwe mane.”

Herî dawî xelkê deverê daxwaz ji aliyên berpirs, saziyên mafê mirovan dikin ku zextekê li dewleta Tirk bikin ji bo rawestandina van êrişna. Eger êriş bên sekinandin wê jiyan li van deveran ji nû ve zindî bibin.

ROJNEWS/DÊRELOK

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.