Nikarin Kurdan jinedîtî bên
În 4 Tîrmeh 2025 - 03:30
Qirkirina çandî ya feraseta netew-dewletê aniye didome. Li Kurdistanê qirkirina çandî didome. Gel li dijî vê qirkirinê bi salane ji bo çand û zimanê xwe biparêzin têdikoşin. Di demên dawî de li Kurdistanê mîhrîcanên pêk tên eleqeyek mezin dibînin. Yek ji van jî Şahiya Biharê ya Erdîşê ya ku şaredariya Erdîşê pêk anî bû. Jinan balkişandin ser banga Rêber APO û gotin ji bo aştiyê divê çand, ziman û hunera Kurd neyê astengkirin. Derya Çelîk da zanîn ku ew ji ber şahiyên bi vî rengî gelek kêfxweş dibin û gelê Kurd dixwaze bi zimanê xwe stranan guhdar bike û got:“Em bi stranên xwe serbilind in. Bi zimanê xwe serbilind in. Hunermendên me tên van mîhrîcanan. Em demên xweş dijîn. Beriya vê ‘Mîhrîcana Benda Masiyan’ hebû. Li wir jî stranên bi zimanê me hebûn. Em Kurdin. Em gelê vir in. Em dixwazin bernameyên wisa bidomin.”
Derya Çelîk balkişand ser polîtîkayên asîmîlasyonê û got:“Hûn qedexe bikin wê ji nû ve derkevin. Ger em bixwazin hemû gel ligel hev bijîn divê hemû kes bi zimanê dayikê xwe îfade bike. Ger ku destûr neyê dayîn wê nerazîbûn hîn bêtir giran bin. Nikarin Kurdan ji nedîtîve bên.”
Divê pêvajo bigîhê encamê
Rabîa Guney jî da zanîn ku ew ji hatina hunermendên Kurd gelek kêfxweş bûne û got:“Em ji hunermendên Kurd hez dikin. Em aştiyê dixwazin. Em heta dawî aştiyê diparêzin. Em dixwazin bi çand û zimanên xwe bijîn. Pir caran destur nadin hunermendên Kurd. Em dixwazin hunermendên me bên.”
Leyla baydar jî diyar kir ku ew ji bernameyên wisa kêfxweşin û got:“Divê bernameyên wisa zêde bibin. Em aştiyê dixwazin. Zirara Kurdan ji kesî re tuneye. Aştî xweşike. Aştî başiye. Em wekheviyê,yekitiyê dixwazin.” Şahsenem Keleş jî diyar kir ku ew dixwazin pêvajo bi serkeftinê encam bibe û got:“Ev şahiyên wisa me kêfxweş dikin. Civak bi saya van bernameyan xwe nas dikin. Xwe jibîr nakin. Em hêvîdarin wê hîn baştir bibin.
Seyran Yilmaz jî diyar kir ku şahî gelek xweş derbas bûye û got:“Kurd van bernameyan de tên gel hev. Her tişt xweş derbas dibe. Pêvajoya hatiye destpêkirinê jî xweş e. Divê Kurd xwe nas bikin. Bên gel hev. Hêviya me ev e ku pêvajo baş encam bibe û tiştên xweş pêk bên.”
JINNEWS/WAN