Cerasanî:Ocalan aştîxwaz e
Çarşem 9 Tîrmeh 2025 - 03:40
Parlamentera Îtalî Francesca Cerasanî ku ji bo daxwaza hevdîtina bi Abdullah Ocalan re hat Stenbolê wiha got:" Ez bi rastî bandor bûm ku birêz Ocalan dikare piştî 26 salan di girtîgehê de ewqas vekirî û aştîxwaz be."
Sî û neh kes ku rojnamevan, nivîskar, akademîsyen, sendîkavan, parlamenter û parêzer jî di nav de, di 1-2'ê Tîrmehê de ji Ewropayê serdana Stenbolê kirin da ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin û rêzeserdan pêk anîn. Yek ji kesên di şandeyê de, parlamentera Îtalyayî Francesca Cerasanî bi bîr xist ku ew jî di Kanûnê de ji bo serdana bi Ocalan re hatiye Stenbolê.
Francesca Cerasani destnîşan kir ku axaftina li ser aştiyê di hawîrdoreke şer de "peyamek bêhempa û şoreşgerî" ye. Francesca Cerasani got: "Ez vê têgehê dubare dikim ji ber ku şer niha ne tenê ji bo welatên Rojhilata Navînê pirsgirêkek e. Xetera şer tevahiya cîhanê girtiye. Ger her kes guh bide gotinên birêz Ocalan, ev dikare bibe mînakeke baş a çawaniya gihîştina çareseriyek baş li ser mijareke tevlihev. Ew di heman demê de dikare ji bo me bibe modeleke baş da ku em ramanên Ocalan li çaraliyê cîhanê belav bikin. Ev tişta ku ez dixwazim, ji ber ku ez difikirim ku ew vîzyoneke mezin e. Ez bi rastî bandor bûm ku birêz Ocalan dikare piştî 26 salan di girtîgehê de ewqas vekirî û aştîxwaz be."
MA/STENBOL/MELÎK ÇELÎK