Li Elkê 3 herêm qedexekirin

Çarşem 9 Tîrmeh 2025 - 02:45

Walîtiya Şirnexê, 3 herêmên li navçeya Elkê ji bo 9 rojan weke “herêma ewlehiyê ya demkî” ragihand û têketin û derketina wan herêman qedexe kir. Walîtiya Şirnexê, herêmên Çiyayê Gîresumunu, Eksîkdag û Meydandagi ji bo 9 rojan weke “herêma ewlehiya taybet a demkî” ragihand. Têketin û derketina van herêman heta 16’ê Tîrmehê hate qedexekirin.  

Walîtiyê di 1’ê Tîrmehê e jî her 3 herêmên navborî ji bo 2 rojan weke “herêma ewlehiya taybet a demkî” ragihandibû. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.