Abdullah Ocalan kesekî pir girîng e

Çarşem 9 Tîrmeh 2025 - 16:45

  • Rojnamevanê Japonî Yasuda Koichi got: "Abdullah Ocalan, Nelson Mandela û Che Guevarayê îroyîn e. PKK çekên xwe datîne û ji bo avakirina civateke nû hewl dide."

Şandeyeke navneteweyî ya ji 39 kesan pêkhatî ku ji welatên cuda siyasetmedar, parêzer, çalakvan û parêzvanên mafên mirovan di nav de, di 1'ê Tîrmehê de hat Stenbolê da ku serdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikin û "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" a nû hatiye destpêkirin binirxînin. Endamên şandeya ku li bajêr têkilî danîn, dû re vegeriya welatên xwe.

Endamê Parlamentoyê yê ji Partiya La France Insoumise (LFI), Carlos Martens Bilongo û rojnamevanê Japonî Yasuda Koichi ku di şandeyê de bûn, têkildarî mijarê axivîn. 

Carlos Martens Bilongo pêvajoya heyî wekî "pêvajiyeke dîrokî" bi nav kir û got ku ew bi pirsgirêka kurd re ji nêz ve eleqedar e. Bilongo diyar kir ku pirsgirêka kurd gelek caran li Parlamentoya Fransayê hatiye rojevê û ew bi komeleyên kurd ên li welêt re dixebite. Bilongo got: "Li navçeya min a hilbijartinê ya Seine-et-Marne û li Parîsê gelek xwepêşandan hebûn. Gelek rêxistin û komeleyên kurd bi salan e xwepêşandanana li dar dixin. Çend hefte berê, gaveke dîrokî ber bi aştiya di navbera tirk û kurdan de hat avêtin. Wekî mirovekî humanist û milîtanê çepgir ê Fransaya Nesertewandî (La France Insoumise), ji bo min girîng e ku ez bikaribim bi Abdullah Ocalan re ku bi salan e têkoşîneke siyasî dide, hevdîtinê bikim. Ji lew re Abdullah Ocalan kesekî pir girîng e."

Rojnamevan Yasuda Koichi anî ziman kir ku wî gelek ji bo Abdullah Ocalan xwendiye û gelek xebitiye û wiha domand: "Ez difikirim ku Abdullah Ocalan Nelson Mandela û Che Guevara yên îroyîn e. Ez nizanim ka PKK her tiştî rast dike yan na, lê ji bo mirovên ku li hemberî wan cudakarî heye şer bikin rast e. Ji ber vê yekê eleqeyeke min a zêde ji bo Abdullah Ocalan heye. Cudakariya ku kurd pê re rû bi rû dimînin ji bo min mijareke dijwar e. Min her tim li Japonyayê gotiye ku kurd terorîst nînin. Lêbelê, her carê jî min bertekeke xirab wergirtiye. Ez dîsa hatim Tirkiyeyê û min ji her kesî gelek tişt bihîstin. PKK, çekên xwe datîne û ji bo avakirina civateke nû hewl dide. Pêşketina pêvajoya aştiyê ne tenê dê ji bo kurdan e, di heman demê de ji bo aştiya giştî ya Rojhilata Navînê jî bibe alîkar. Ez ê biçim û van hemûyan li Japonyayê vebêjim." MA / STENBOL/MELÎK ÇELÎK

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.